AMED -KCD'ê, bi minasebeta 1'ê Gulanê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Karkeran bi Kurdî (kurmancî-kirmanckî) Tirkî û Îngîlîzî peyam weşand û roja karkeran pîroz kir.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi minasebeta 1'ê Gulanê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Karkeran a Cîhanê bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî, Tirkî û Îngîlîzî peyamek weşand û 1ê Gulanê li hemu karker û kedkaran pîroz kir.
Peyama KCD'ê ya ji bo 1'ê Gulanê wiha ye:
"Em 1’ê Gulanê Cejna Kedkar û Karkerên Cîhanê bi ruhê şoreşgerî û piştevaniyê ku jênegerên enternasyolanîzmê ne, pîroz dikin. Di vê dema ku civaka dinyayê bi şewbê re têdikoşe bi taybetî jî, di şexsê kedkarên tenduristî û zanistê ku mirov bi keda wan baş dibin, dinya şahidî lê kir ku ked û piştevanî bê çiqasî girîng û jiyanî ye. Em ji kedkaran re bi hestên xwe yên samîmî spas dikin. Kedkar, karker, jinên hêja, gelê me yê birûmet! Ev erdnîgariya me çiqas navenda yekemîn a çandiniyê ye, çiqas navenda yekemîn a veditînên zanyariyê, ronakbîrî û serwextbûnê ye, ewqas jî şaneya esasî ya şaristaniya kapîtalîst e ku ew hemû dinyayê jî mehkûmê newekheviyê kiriye. Bi gelemperî civaka Mezopotamyayê û bi taybetî jî civaka Kurdistanê di heman demê de civaka kedê ne. Kedxwarî û pergala koledariya ku li vê derê destpêkirî û aj dayî îro roj li hemû dinyayê kedê dixwe û mêtingeriyê dike.
Civaka Mezopotamyayê bi hezarê salan e, bi jinên xwe, bi kedkar û karkerên xwe li vê erdnîgariyê hilberînê dike. Êdî dem hatiye ku em bibêjin; “Em ji bo kê hildiberînin?” Bi bibîrxistina gotineke ji demên kevnare yên Mezopotamyayê êdî dem hatiye ku em bibêjin; “Kê bidoje çêlek a wê ye, kê cot bike zevî ya wî ye!”
Çareserî hem li Mezopotamyayê û hem jî li erdînîgariyên din şêwaza nû ya hilberîna ku ked lê nayê xwarin û dinyayeke ekolojîk e. Karker, kedkar, jin û gelên bindest weke dara berûyê ne ku li her îqlimê şîn dibe û kok û rehên xwe li her erdnîgariyê dijêr dike. Ji ber vê xisletê jî ew jî dikarin li hemû dinyayê deng û têkoşîna xwe bikin yek. Çareserî ew e ku hemû karker, kedkar, jin, ekolojîst û gelên bindest bi parastina cudahî û xweseriya xwe bibin yek û piştevaniya enternasyonalîst mezin bikin.
Dinyayeke ku hilberîn lê tine ye nayê tehayulkirin. Lê belê em tu carî dev ji wê îdiaya xwe bernedin ku em ê wê dinyaya karker nagihîjin mafên xwe, bindest nagihîjin mafê xwe, biguherînin. Em ê ji bo înşakirina jiyana wekhev û azad civaka demokratîk û sosyalîst ava bikin. Çinkû; “Israrkirina di sosyalîzmê de israrkirina di mirovbûnê de ye.”
Em weke Kongreya Civaka Demokratîk cejna hemû kedkar û karkerên cîhanê û herî zûde jî em cejna jinên kedkar ku nîveka dinyayê ew in û hemû karên angarya jî ew dikin, careke din pîroz dikin û em ji civakên dinyayê re jiyaneke bi tendurist hêvî dikin.
Wê piştevanî dînyayê rizgar bike!
Her bijî piştevaniya karker, kedkar, jin û gelan!
Bijî Yek Gulan!
Biciwîyo Yew Gulane!
Yaşasın Bir Mayıs!
Long live the 1st May!"