AMED - Li Semta Ofîsê ya Amedê piştî di testa kesekî de vîrûsa corona posîtîf derket, 2 avahî xistin qarantînayê.
Li Semta Ofîsê ya Navçeya Yenişehîrê ya Amedê, piştî bi kesekî de vîrusa corona hat dîtin, 2 avahiyên li semtê xistin qerantînayê. Piştî avahî xistin qarantînayê polîs bi maşîneyên zirxî li pêş avahiyê rawestiyan û ketin û derketina avahiyê qedexe kir. Der barê tenduristiya welatiyan de agahî nehat parvekirin.