WAN – Li Wanê polîsan di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin û 14 kes binçav kirin.
Li Taxa Xaçort a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, polîsan di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin û 14 kes binçav kirin. Polîsan di serdegirtinan de deriyên malan şikandin, amûrên welatiyan belav kirin, dûre derketin û çûn.
Hat diyar kirin ku 14 kes bi hinceta çalakiya li dijî Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) ên di 20’ê Nîsanê de herêma Zînê Wertê bombebaran kirin, KDP’ê hêzên leşkerî şandin herêmê û cenazeyê Agît Îpek ê HPG’î bi kargoya PTT’ê ji malbata wî hat şandin a li taxê hatibû lidarxistin, hatin binçavkirin. Polîsan 14 kesa birin Midûriyeta Polîsan a Bajêr.