ENQERE - Endamê Meclîsa Ekolojiyê ya Enqereyê ya HDK'ê Asrin Keleş, têkildarî sedema belav bûna vîrûsên ku îro belav dibin, diyar kir ku ji ber mirovan cih û warên sewal û nebatên biyanî yên ku mazubaniya vîrûsan dikirin, talan û wêran kirine îro vîrûsê bê mal û war mane mirovan ji xwe de dikin mal û mirov bûne mazûbanên nû yên vîrûsan.
Endamê Meclîsa Ekolojiyê ya Enqereyê ya HDK'ê Asrin Keleş, li ser sedema belav bûna vîrûsê ji ajansa me re gotarek nivîsî. Keleş, di gotarê de diyar kir ku sedema belavbûna vîrûsê talankirin û wêrankirina xwezayê ye. Keleş, di gotarê de anî ziman ku mirovan daristan, cihên jiyana xwezayî zeftkirin. li van deran di nebat û ajalên ji mirovahiyê dûr hatine peresin de pir virusê kesnezanin he ne.
Keleş, bal kiyand ser hevsengiya xwezayê û wiha got: Em darên ew lê dijîn dibirin, wan dixin kefesan,wan dikujin. Di bazarên ajalên hov de goştên wan difiroşin. Qadên jiyanê (ekosistem) xeradikin, dema ku em xwediyên xwezayî yên mala vîrusan dikujin, ew ji dikin ji xwe re xwediyên malên nû digerin. Em dibin qadên jiyana virûsên kesnezan ên nû.
Heke em girêdayiya cureya koronavirusê ya nû (Covid-19) a bi nexweşiyên bi şewbê û rûxandina jiyana xwezayî re pişt guhê xwe biavêjin, ew şewb wê bibe sedema rûxandina mirovahiye a destpêkê."
'EM HEMÛ KESAN HIŞYAR DIKIN'
Keleş, bal kişand ser talûkeyên pêşerojê û wiha li gotarê zêde kir: "Em di vê mijarê de hemû kesê şiyardikin.
Ger em wusa domandina sepanên wek kavilkirina jiyana xwazayî, tunekirana darıstanan û kedî kirina ajalan an jî girtina wan ji bo derman û xwarinê bikin, di pêşerojê de wê nexweşiyên mîna Covid-19 ê esseh derbikevin holê.
Qadên jiyanê ên cureyên wan pirin di nava xwe de gellek ajalên hov, nebat, nivşen kuvark û dirmiyan dihevînin. Ev curbicuriya biyolojik di her derê xwe de virusên bêhempa xwedî dike. Bi daristanên tropikal, gundîne, avakirina kampên maden û talaşan, ji xwarinê re kuştin û girtina ajalên hov an ku serîbinî kirina xwezayê re; em xwe bi wan virusan re rûbirû dihêlin. Ev jî dişibe toza pîştî sotina pangehekê radibeyê. Heke hûn daristanek tropikal rûxînin, virus wê bi heva kevin. Ev kêliyên rûxandinê rêya latimandin û cihbûyîna li merovan a virûsên nediyar vedikin."
'HÎV Û EBOLA JI NEÇÎRA SEWALAN ÇÊ DIBE'
Keleş, bal kişand ser lêkolînên hatine kirin ku piştrast dike çawa vêrûs derbasî mirov dibin û wiha berdewam kir: "Îstilakirina mirovan a li ser qadên jiyana xwezayi, wan nêzî populasyona ajalên hov dike.
Em vê yekê dizanên ku ajalên din, gellek ji van xwediyên danheviyên patojen ên bêhempane ku em hêj rastlênehatine. Li gorî daneyên WHO'yê nexweşiyên bi vektor tê latimîn (ên uzviyetên zindî dibin sedem, patojenên latimî ên ji mirov derbazdike mirovan an jî ji ajalan derbaz mirovan dike) di nava timî nexweşiyen de xwediyê rêjeyekî zêdetirî %17 ye û her sal dibe sedema zêdetirî 700 hezar miriyan. Hejmara wê bi demê re zêde bû. Xebata li gorî kovara naturê, di salên 1950 de 30 nexweşiyên latimî ên nû derketin holê. Heya sala 1980 ev jimar nêzî 3 katan zêdebû. Berî niha me nexweşiyên wek HİV, EBOLA, SARS, MERS û ZİKA ku ji ajalan derbazî mirovan dibe dît.
Tat fikirîn ku Şewba HİV û EBOLA'yê ji nêçîra ajalên hov çêdibe. MERS û SARS ji bazarên ajalên zindî li darket.
Mînak li Wuhanê di bazarên ajalên zindî de, ajalên li kefesan zindî dimînên, hemû jî di jiyana xwezayî de qasî tu carî mirov pêrgî lê nehî nêzî hev û mirovan, jimarek bêhempa cureyên egzotik hene. Ev, mezinahiya dewsa piyên mirov a ekolojîk û biyekbûna globalizma ye."
'VÎRÛSA CORONA, DI NAVA ŞEWBÊN PÊŞEROJÊ DE BÊN TENÊ YEK JI WAN E'
Keleş heri dawî bal kişand ser şiklê belavbûna patojenan û tedbîrên li dijî vîrûsan û wiha bi dawî kir: "Patojenek dema ku ji ajalan derbazî mirovan dibe bi rêya heva di demek nêz de dikare belavî hemû dinyayê bibe. Li dij xetereya xeritana ajalên hov birêkûpêkkirin û perwerde dayîn dibe xwediyê xisletek kêmkirina xeternak. Li hemû derên dinyayê kesên negehin proteînê, ajalên hov dixwun he ne.
Di nava me de gelek kesên ku birçiyên çavkaniyan bin he ne. Jiyana hov bermayiyên evqas biçuk kêmdikin û xwe dikin armancên pîşad ên wan virusan. Dema jimara Ji bo jiyana rojane pişta xwe didin jêxwarina xwezayê divê vebijêrk werin dabînkirin.
Di warê aşekerekirina Politikayên parastina jiyana xwezayî û rêkûpêk anîna bazarên ajalên hov hov de hukumet xwediyê xisletek sereke ye. Şirket jî dikarin bibin hevkarin wan. Ji xwe dinya qasî têra 10 milyar mirovan bike dikare zadê dabîn bike lê em ji wan sêyan yekê îsraf dikin. Têkoşîna li dij guherina avhevayê, zêdebûna germahiyê ji ber ku ji bo belavbûna nexweşiyê şertên lêhatî avadike xwediyê xisletek girîng e. Tunekirina qismeke mezin a xwezayê, ji derveyî nexweşiyên bi şevbê bandorek balkêş derdixîne holê.
Zadên ku em dabîn dikin dibînin ku hêjmar û hêja wan li ser nexweşiya dil, pençeşêr, nexweşiyên din ên neperok û tendurîstiya mêjî herwekidin li ser jimara ji cih dûrxistin û şerê bandorek ber biçav dike.
Haylêbûna peyvendiya di navbera tendûrîstiya mirovahî û parastina gerstêrk de di nav de pêvîstiya bergirtinên bi kok he ye.
Ev bê peyvendî nin in. Heya ekosistemek nojdar nebe domandina tendûristiya mirovahiyê ne pêkan e. Ev bîst sal in nexweşiyên ku derketine holê vê yekê palpişt dike.
Wek hev hiştina qadên dêrîn, qedexekiriina qaçaktî û nêçîra ajalên hov ku piraniyan wan di nava xetereyê de ne him dikare were cih him jî ji bo tendûrîstiya mirov û aboriyê sûddare.
Veberdêrên ku hukumet û sazîkarên politikayê ji bo parastina jiyana me a xwezayî dikin, wê were dîtin ku bi veberdarek herî kêm sermal pêk were.
Koronavirus ji nava şewbên ku pêşerojê werin de tenê yek ji wan e divê em destbi fikirina a di dorê de were bikin."