‘Azadiya çapemeniyê nîne, ji kuştinê xirabtir li rojnamegeran kirin’

img
 
AMED – Sibe 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ye. Tirkiye di warê azadiya çapemeniyê de di nava 180 welatan de di rêza 154’emîn de cih digire. Nûnerên rêxistinên pîşeyî, diyar kirin ku li Tirkiyeyê ji kuştinê xirabtir li rojnamegeran kirin.
 
Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1993’yan de biryar da ku 3’yê Gulanê weke Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê bê pîroz kirin. Lê rêxistinên pîşeyî û rojnamegeran, ji bo vê rojê gotin ku li tevahiya cîhanê û Tirkiyeyê, zextên pir mezin li ser rojnamegeran hene. Tirkiye di warê azadiya çapemeniyê de di nava 180 welatan de di rêza 154’emîn de cih digire û ji 100 rojnamegerî zêdetir girtî hene. Ji ber vê li Tirkiyeyê rojan 3’yê Gulanê zêde tu wateyekê xwe tuneye. Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya (MKGP) Ayşe Guney, Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) Serdar Altan û Nûnerê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Mahmût Oral, bi boneya Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê bal kişandin ser rewş û pirsgirêkên çapemeniyê.
 
TIRKIYA DI RÊZA 154’EMÎN DE YE
 
Berdevka MKGP’ê Ayşe Guney, diyar kir ku wan platforma xwe di 3’yê Gulana 2017’an de avakirin û wiha axivî: “Ji ber vê ev roj ji bo me pir girîng e. Ligel hemû êrîşên desthilatdariyê jî, kevneşopiya çapemeniya azad heye. Pêşengtiya vê jî çapemeniya kurd dike. Li Tirkiyeyê em nikarin behsa azadiyê bikin. Lê ji bo pêşxistina azadiyê têkoşînek mezin heye. Pîvana herî sereke ya çapemeniya azad, ligel hemû polîtîkayên zext û tundiyê jî, agahiyên rast ji gel re ragihandine. Ji ber vê girtin û binçavkirin tu carî bi ser nakevin. Di warê azadiya çapemeniyê de, Tirkiye niha di nava 180 welatan de di rêza 154’emîn de cih digire. Desthilatdarî dixwaze ku rojnamegerên kole pêş bixe. Lê kevneşopiyeke çapemeniya azad a li dijî vê têdikoşe heye.
 
JI KUŞTINÊ XIRABTIR KIRIN
 
Hevserokê DFG’ê Serdar Altan jî, bal kişand ser zextên li ser çapemeniya azad zêde bûne û wiha got: “Bi girtin, binçavkirin û zextan dixwazin çapemeniya azad teslîm bigirin. Desthilatdarî bi vê dixwaze medya alîgir a tekparêz ava bike. Di salên dawî de pir zext li çapemeniyê hatin kirin. Di tu pêvajoyê de evqas zext li çapemeniyê nehatibû kirin. Berê rojnameger dikuştin, niha jî ji kuştinê xirabtir li rojnamegeran dikin. Agahî û nûçeyek herî biçûk ên rojnamegeran jî dixin mijara lêpirsin, binçavkirin û girtinê. Niha dixwazin qanûnek nû derbixin. Di rojevê deye. Difikirin ku bînin Meclîsê. Dengên dijber naxwazin. Dixwazin dengê gel qût bikin. Tehemula wan ji dengek kêm re jî tuneye.”
 
Altan, da zanîn ku rojnamegerên kurd di vê pêjoyê de pirsgirêkên cîdî jiyan û wiha bilêv kir: “Em bi rewşeke rejîma OHAL’ê re rû bi rû ne. Yek ji pîvana me ya sereke agahiyên rast ji gel re ragihandine. Lê desthilatdarî me asteng dike û ji bo rastî dernekeve holê êrîşî rojnamegeran dike. Di rastiyê de, ligel hemû zextan jî çapemeniya azad berxwedana xwe dewam dike. Divê bê zanîn ku çapemeniya azad, di her şert û mercî de bingeha azadiyê ye.”
 
JI KAR DERXISTIN
 
Nûnerê TGS’ê yê Amedê Mahmût Oral jî, dest nîşan kir ku desthilatdariya AKP’ê azadiya çapemeniyê tune kiriye û wiha axivî: “Desthilatdarî bi tu awayî tehemûlê nivîsandina rastiyan nake. Dosyayên di destên xwe digire, her tim weke şûrê demokrasiyê li dijî rojnamegeran bi kar tîne. Van dosyeyan dike doz û hewl dide tirsê ava bike. Di vê demê de ji kar derxistin pir zêde bûye. Qiyameta ku AKP’ê dest pê kiriye, patron dewam dikin. Rojnameya Cumhuriyet, Medya Demîroren û saziyên din ên çapemeniyê bi awayekê girseyî mirovan ji kar davêjîn. Herî dawî CNN Turkê hempişeyên me ji kar avêtin. Di pêvajoya heyî de hempîşeyên me yan ji kar tên avêtin, yan jî neçar dimînin ku koçî derveyî welat bikin.”
 
PIRSGIRÊKA HERÎ MEZIN OTOSANSURE
 
Oral, da zanîn ku pirsgirêka herî zêde rojnameger dijî oto sansure û wiha got: “Ji ber gefên desthilatdarî û patronan, rojnameger nikarin xwe ji qeyd û bendên xwe yên difikirin xilas bikin. Hewl tê dayîn ku pergalek paşvero ava bikin. Em jî li dijî vê têkoşîna xwe dewam dikin. Bi boneya vê rojê em dixwazin rojnamegerên girtî bên berdan.”
 
MA / Fethî Balaman

Sernavên din

04/05/2020
14:16 Ozgur Tarhanî yê Teknîkera Anestezî Ayşe Karaman kuşt hat berdan
13:44 Odeya Bijîşkan a Stenbolê hişyarî da: Biryara xelet dê encamên giran bîne
13:43 Dezenfektanek biçûk bi 23 tl difiroşin girtiyan
13:30 Dersim Dag îstîsmarkirina zarokan bir rojeva Meclîsê
13:29 ‘Saet di 19.38'an de find pêxin û zêmar bibêjin’
13:23 Zema mazot, lastîk, aku, cezayê trafîkê dêke kirin, lê KDV danexistin
12:47 Korona bandorê li ser aboriyê dike û krîza 2008’an nêz dibe
12:10 11 hiqûqnasên pispor bang li AYM’ê kirin: Şaşiyan rast bikin
11:45 Dolar bû 7.0174 TL
11:41 Banga hevrûbûn û lêborîna Komkujiya Dersimê hat kirin
11:39 Rojnameger Henan: Tirkiye li Idlibê gelek tengezar bûye
11:11 KCD: Heta Kurd yekîtiya neteweyî ava nekin dê ji qetlieman rizgar nebe
11:04 ‘Ocalan li dijî ‘bedbîniya’ kapîtalîzmê şîfreyên dawîn ên çareseriyê dide’
10:40 HDP: Pêwîste dewlet ji gelê Dersimê lêborînê bixwaze
10:39 Muftuoglû: Divê aktorên nû yen polîtîk derkevin holê
09:35 Hunermend Seîd Gabarî koça dawî kir
09:10 ‘Em hişmendiya goran xirab dikin ji serdema Osmaniyan ve nas dikin’
09:09 Dr. Bilek: Dibe ku piştî demekê xizmetkarên tenduristiyê zahmetiyan bikişînin
09:08 Berhemên ewil kom nekin dê çay di zeviyê de xera bibe
09:05 Kedkara malê: Nikarim kirê bidim
09:05 Ji mêran zêdetir dixebitin, lê ji mêran kêmtir distînin
09:04 Ji bo esker neşkîne kêliyê gorê rakir
09:04 Qala birayê xwe Mustafa kir: Berxwedan fêrî min kir
09:03 Girtiyê nexweş 14 caran rakirin nexweşxaneyê lê hêj girtî ye
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2020'AN
00:18 Baroya Colemêrgê: Em êrişên li dijî goristanan şermezar dikin
03/05/2020
23:19 Gabrîel: Me peşî li reva girtiyên DAIŞ'ê girt
23:10 247 wargeh ji qerantinayê rizgar bûn
20:27 Li Tirkiyeyê hêjmara miriyan gihişt 3 hezar û 397 kesan
19:47 Dê li Başûrê Kurdistanê 11 deverên pîşesaziyê ava bikin
19:32 Rejîma Îranê di 24 saetan de 2 kolber kuşt in
18:35 Nûnerên civakê ‘Însiyatîfa Gel ji bo Yekitiya Refa Kurdî’ ava kirin
15:19 Wezaretê rêwîtiya nava bajaran rojek din qedexe kir
15:01 Bertek nîşanî girtiyan Kîlîs ê EMEP’ê dan
14:59 Hêjmara nû ya Kovara Moderniteya Demokratîk derket
14:48 Rapora Girtîgeha Patnosê: Bi ava qirêj paqijiyê dikin
13:54 Ji bo ronîkirina Terteleya Dersîmê dê komîsyona heqîqetê bê avakirin?
13:31 Tevgera Nifşê Nû: Eger projeya me neyê pêkanîn em ê dest bi çalakyian bikin
13:18 ÎHD’ê têkildarî 3’yê Gulanê daxuyanî da
12:50 'Miduriyeta Ewlehiyê ya Hewlerê gefa kuştinê li Mazlûm Dag dixwin'
12:49 Tora Mafên Mirovan: Zeyneb Celaliyan avêtine beşa karantînayê
12:36 Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya: Çiqas me bigirin jî em ê serî hildin
12:10 Yekîtiya Ekolojî: Îqtîdarê vîrûs kiriye firsend
11:43 83 sal derbas bûn: Ne êşa wê berda, ne jî nêrîna dewletê guherî
11:22 Ragip Duran: Îqtîdar dixwaze hemû medyayê têxe kontrola xwe
10:23 Girtiyê nexweş 45 rojin di qerantînaye de ye
10:02 ‘Divê hemû kes bala xwe bide ser bêhiqûqiya li Îmraliyê û hewldanên çareseriyê’
09:38 ‘Di hemû baweriyan de gor pîroz in'
09:37 DFG: Li Tirkiye rojnamegerî yek ji pîşeyê herî bi talûke ye
09:25 Ozdemîr ê teslîmî Tirkiyeyê kirin: Ez rastî îşkenceyê hatim
09:03 ‘Hêj girtî nemirine tevan berdin'
09:02 Kovarek nû li kovarên kurdî zêde bû: Kovara Folklor û Ziman
09:02 Siyasetmedarê Kurd ê girtî: Tenê 2 meh berê qalibek sabûn dane
09:01 Karakaş: Îqtidar ji bo bîrbiriya civakê kontrol bike bi ser rojnamevanan de diçe
09:01 Av. Îlkîz: Navê vê yekê mewzûata panîkê ye
09:00 Bendava Ilisûyê gelek nebatên endemîk di bin avê de hiştin
09:00 Ji bo veguhêzkaran ne tevdîr tên girtin ne jî piştgirî tê kirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ GULANA 2020'AN
08:14 Li Bedlisê şer derket: 2 eskeran jiyana xwe ji dest dan
02/05/2020
19:43 Li Tirkiyeyê 78 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dan
17:24 Dede: Kê çima êrîşî gorê kirin?
16:50 Di nîsanê de 20 jin hatin qetilkirin
16:44 Li kiryarên sê xizmên hev pirsîn
16:28 Kampanya ‘Ji kûmpasa li dijî rojnamegeran re bes e"
15:49 Maseya Qrîza Kovîd 19’ê ya Wanê rapora xwe aşkera kir
15:41 Ji bo girtiyên nexweş bang li hikumetê kirin
15:12 Ji bo bîranîna Terteleya Dersimê bang li jinan hat kirin
14:50 7 carin êrîşî heman gorê dikin
14:44 Bi hêviya ku kurê xwe bibîne 11 salan çûye teşhîsê
14:35 Li Kana Keviran kesek bû qurbana kar
14:27 ‘Erdogan û Soylu çi bêjin wî dikin'
14:27 Xizmên windayan aqûbeta Gulmez pirsîn
13:54 Dadgehê cezayê hepsa malê da hevjîna Azîz Orûç
13:40 Li Silêmaniyê amadekariyên derbasbûna ‘xwerêveberiyê’
13:15 Girtiyên nexweş li gel raporên ATK’ê jî nayên berdan
13:15 Yuksekdag: Em bibin yek, bibin deng, bibin xwişk û bira
12:45 Bavê Zeyneb Celaliyan: Keça min 2 roj in bajar bi bajar digerînin
12:37 Grûp Yorûm ji bo Gokçek bang kir: Nebin sedema mirinên din!
12:20 Xwendekaran milyonek tweet belav kir, lê YOK bêdengiya xwe diparêze
12:19 Li Stenbolê 3 hezar û 600 mirov zêde mirin
11:50 Der barê Rojnameger Erk Acarer de biryara girtinê
11:23 ‘Azadiya çapemeniyê nîne, ji kuştinê xirabtir li rojnamegeran kirin’
10:54 Di êrişa DAIŞ’ê de 10 milîsên Heşdî Şabî hatin kuştin
10:52 Koordînasyona Herêmê ya Qeyrana Covid-19: Divê gel tedbîrên xwe berdewam bike
10:28 Li dinyayê tevî koronayê jî 1’ê Gulanê bi coş hat pîrozkirin
09:40 'Mazûvanên vîrusê yê nû em in'
09:03 Şenoglû: Jiyana azad a gelan bi azadî û yekîtiya kurdan pêkan e
09:02 Vakfa Uçan Supurge ji bo zarokan kargeriyan amade dike
09:02 Ji bo zarokan kampanyaya pêlîstok û pirtûkan
09:01 Pisporê Rêxistinbûyînê yê DÎSK'ê Işik: Civakeke ehlaqî û polîtîk wê pêşî li ber rêxistinbûyînê vebike
09:01 Hevjîna girtiyê nexweş: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:00 Doza 'Îna Sivîl' ji DMME'yê re hat şandin
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2020'AN
01/05/2020
21:44 Di şaneşîn û paceyan de pîrozbahiya 1'ê Gulanê
21:38 Polîsan konvoya 1'ê Gulanê ya karkeran asteng kir
20:47 Malên xwe kirin qadên 1'ê Gulanê
19:37 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dan bû 3 hezar û 258
16:16 Leşkerên ku kêlên goran şikandin, ji malbatan xwestin kêlan ji holê rakin
15:50 Karkeran li gel qedexeyê dîsa 1'ê Gulanê pîroz kirin
15:45 Endamên TUHAY-DER'ê hatin berdan