STENBOL - Înîsiyatifa "Agahiya Te Heye?" ji bo rojnamegerên têkildarî nûçeya MÎT'ê hatibûn girtin li ser medya civakî bi haşteka “#JiKumpasaLiDijîRojnamegeranReBese" dest bi kampanya kirin.
Înîsiyatifa "Agahiya Te Heye?" ji bo rojnamegerên ku nûçeya Endamên MÎT'ê yên li Lîbyayê hatin kuştin, nûçe çêkirin û weşandin hatibûn girtin, li ser medya civakî bi haşteka “#JiKumpasaLiDijîRojnamegeranReBese" dest bi kampanya kirin. Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Ferhat Çelîk, Midûrê Karên Nivîsan ê Yenî Yaşamê Aydin Keser, Midûrê Nûçeyan ê Oda TV Barış Terkoglu, Gerînendeyê Weşanê Barış Pehlivan, Nûçegîhan Hulya Kılınç û nivîskarê Yeni Çagê Murat Agirel hatibûn girtin û niha girtî ne. înîsiyatifê li ser medya civakî dest bi kanpanya kirin.