ÎZMÎR – Şaxa ÎHD’a Îzmîrê li kiryarên Selîm, Hasan û Cezaîr Orhan ên di sala 1994an de li Amedê dan windakirin pirsîn û xwest werin darizandin.
Rêveberên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê çalakiya xwe ya heftane ya “Bila winda bên dîtin kiryar werin darizandin” ji ber vîrûsa koronayê li ser înternetê li dar xistin. Rêveberê ÎHD’ê Caner Canli daxuyanî xwend û li kiryar ango kujerên Selîm, Hasan û Cezaîr Orhan ên di 24’ê gulana sala 1994an de li gundê Deveboyû ya girêdayî navçeya Pasûra Amedê dan windakirin pirsîn û xwest kiryar werin dîtin û darizandin û cezakirin.