NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 78 kesên din jî ji ber şewba vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 336.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, tabloya daneyên der barê şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir.
Li gor tabloya hatiye parvekirin di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 78 kesî jiyana xwe ji dest daye û hejmara kesên heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 336. Her wiha îro hezar û 983 kes jî bi şewbê ketine û hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 124 hezar û 375.
Her wiha heya niha 58 hezar û 259 kes jî baş bûne.