* Parêzeran, diyar kirin ku bi awayê bêhiqûqî veşartina mafê hevdîtinê yê telefonê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan piştî 21 salan bi birayê xwe re pêk anî, tecrîda mutlaq a li Îmraliyê radixe ber çavan û gotin: “Divê her kes bala xwe bide ser bêhiqûqiya li Îmraliyê û hewldanên çareseriyê.”
* Esnafên Sîteya Veguhêzkeran a Rihayê, anîn ziman ku li sîteya wan li dijî vîrûsa coronayê ne tevdîr hatine girtin, ne maske dane wan û ne jî karê wan dibe û gotin, daxilî nav pakêtên aboriyê yên hatine aşakerekirin jî nehatine kirin.
* Resûl Ozdemîr ê Swêdê teslîmî Tirkiyeyê kirin bi rêya parêzeran agahî dan. Parêzerê Resul Ozdemir Naim Akbulak, diyar kir ku bêyî agahî bidin malbatê ew anîn Tirkiyeyê û piştî anîn Tirkiyeyê ji aliyê endamên MÎT û TEM’ê ve rastî îşkenceya bi ceyranê hatiye.
* Ji Ilisûyê heya gundê Bediayê ku nebatên endemîk jî di nav de bi sedan nebat di bin ava Bendava Ilisûyê de man.
* Parêzer Fîkret Îlkîz ji bo qanûna înfazê ya nû re got "mewzûata panîkê" û got, wê di pêşerojê de ji bo Tirkiyeyê bibe cihê pirsgirêkên mezin û ji bo çareserkirina van pirsgirêkan wê cardin mewzûat bê nûkirin.
* Rojnamevan Bûrcû Karakaş, anî ziman ku îqtidar ji bo bîrbiriya raya giştî kontrol bikin bi ser rojnamevanan de diçe û got: "Dixwazin pêşî li ber rastiyê bigirin ku negihê raya giştî."
* Siyasetmedar Halîl Aksoy ku di Girtîgeha Kandirayê de ye û nexweşînên wî yê kronîk hene, diyar kir ku dermanên wî dereng didinê û li dijî şewba coronayê tu amûrên paqijiyê nadin wî û got, herî dawî 2 meh berê qalibek sabûn dane wî.
* Weqfa Mezopotamyayê di çarçoveya xebatên ziman û çandi de koverek nû li koverên kurdî zêde kir û hêjmara yekemîn a kovara Folklor û Ziman çap kir.