DFG: Li Tirkiye rojnamegerî yek ji pîşeyê herî bi talûke ye

img
AMED - DFG'ê rapora Nîsanê aşkere kir û diyar kir ku  li gor daneyên navneteweyî û li gor zextên tên kirin li Tirkiyeyê pîşeya Rojnamegeriyê di nava pîşeyên herî bi talûke de cihê xwe digire û got: "Lê ew ê tu zext gavê bi rojnamegeran baş de nikaribe bide avêtin. Ji bo rastî bigihêje civakê em ê her dem pêş de gavên xwe biavêjin. Em dîsa dubare dikin em li gel hempîşeyên xwe ne. Hempîşeyên tevî hemû zextan karên dewam dikin."
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora binpêkirina mafan a rojnamegeran a meha nîsanê eşkere kir. DFG'ê di raporê de diyar kir ku zextên li dijî çapemeniyê bûye sîstematîk û wiha got: "Hemû rojnamegerên li derveyî çapemeniya îktidarê di bin zextan de ne.  Di pêvajoya ku hemû cîhan li dijî Vîrusa Koronayê şer dike de li Tirkiyeyê dîsa rojnameger dibin hedef. Çapemenî ne vîruseke bê bidawîkirin e, çapemenî ji bo civakekek azad jêneger e." 
 
DFG'ê da zanîn ku di van rojên ku pandemiya Vîrusa Coronayê li cîhanê belav bûye de 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê pîroz dikin û wiha lê zêde kir: "Ev dîrok ji 1993'yan heta niha bi biryara Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li hemû cîhanê wekî roja azadiya çapemeniyê tê pîrozkirin. Armanca NY'ê ew e ku rojnamegeriya etîk derxe pêş û pêşî li zextên li dij çapemeniyê bigire lê ev rewş pêk nehat. Li her aliyê cîhanê zextên li dijî çapemeniyê her ku diçe zêde dibe. Îtidar nerezabîna xwe ya li dijî rojnamegeriya rast her tîne ziman û li dijî kedkarên çapemeniyê yên ku kedek mezin didin her dem dibe asteng û dixwaze wan ji pîşeya wan dûr bixe. Dema em berê xwe didin Tirkiyeyê em dibînin ku ev pirsgirêkan her ku diçe mezin dibe. Ev rewş ew ê di rapora ku em ê eşkere bikin hîn zelatir derkeve meydanê. Tirkiye ji aliyê azadiya çapemeniyê de her dem bû xwediyê qarneyeke ne baş. Her carê dema îktidar hat guhertin jî dîsa jî her dem rojnameger an bûn hedef an jî wekî hedef hatin nîşandan. Lê di serdema îktidara 18 salî ya AKP'ê de de zext, astengî, sansur hîn zêde bû û gihaşt asteke bilind." 
 
'TIRKIYE DI RÊZA 154'AN DE CIH DIGIRE' 
 
Komeleya Dîcle û Firat a Rojnamegeran, bal kişand ser rewşa rojnamegeriya li Tirkiye û wiha berdewam kir: "Endeksa azadiya çapemeniyê ya ji aliyê Rêxistina Rojnamegerên Sînoran Nas Nakin (RSF) ya 2020'an rewşa Tirkiyeyê ya derbarê mijara azadiya çapemeniyê de raxist pêş çavan. RSF ya ku bal kişand ser zêdebûna zextê li ser rojnamegeran di heman demê de rêza welatan a di qada azadiya çapemeniyê de jî eşkere kir. Li gor vê yekê Norveç, Fînlandiya, Danîmarka wekî welatên herî kêm pirsgirêkên rojnamegeran tên jiyîn hat nîşandan. Di dawiya lîsteyê de Bakurê Koreyê cih digire. Tirkiye jî ji nava 180 welatî di nava rêza 154'an cihê xwe digire. Ev rêz nîşan dide ku Tirkiye çiqasî ji azadiya çapemeniyê dûr ketiye.  Dema em li mehên ewil ên 2020'an dinêrin em dibînin ku tu guhertin li Tirkiyeyê çênebûye. Rojnameger hîn wekî texteyên hedefê tên nîşandan. Ji bo kedkarên çapemeniyê bên astengkirin her rê û rêbaz tên ceribandin. Gelek zextên wekî binçavkirin, girtin, lêpirsîn, doz, cezayên girtîgehan bênavber dewam dikin. Rojnamegerên ku divê nûçeyan çê bikin ji ber van zextan dibin mijara nûçeyan."  
 
ZEXT BÛNE SÎSTEMATÎK' 
 
DFG'ê herî dawî bal kişand ser zextên li ser çapemeniyê û wiha got: "Zextên li dijî çapemeniyê mixabin bûye sîstematîk. Hemû rojnamegerên li derveyî çapemeniya îktidarê di bin zextan de ne.  Di pêvajoya ku hemû cîhan li dijî Vîrusa Koronayê şer dike de li Tirkiyeyê dîsa rojnameger dibin hedef. Çapemenî ne vîruseke bê bidawîkirin e, çapemenî ji bo civakekek azad jêneger e. 
 
Rewşek ku dibe sedema birîndarkirina çapemeniyê yek jê rewşa hempîşeyên me yên girtî ne. Ji sedî zêdetir rojnameger ew ê roja azadiya çapemeniyê ya cîhanê li girtîgehan pêşwazî bikin. Belavbûna Vîrusa Koronayê ya li girtîgehan jiyana hempîşeyên me dixe nava talûkeyê. Gelek kes ji ber Vîrusa Koronayê serbest hatin berdan. Gelek kesên ku hatin berdan bûbûn sedema qetilkirina mirovan. Lê hempîşeyên me yên ku peywiran tenê ragidanina rastiyê ye û çêkirina nûçeyan e niha di girtîgehan de ne. Ev ne hiqûqî ye. Em dîsa gotina xwe dubare dikin û em dibêjin bila rojnamegerên girtî serbest bên berdan. 
 
Em di dawiya daxuyaniyê de bi "Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegeran " a ku em her meh bi rêk û pêk didin daneyan eşkere dikin. Li gor daneyên mehên ewil ên 2020'an despêka mehên sala 2020'an ji bo rojnamegeran tabloyek baş ranaxîne pêş çavan. 
 
Bi kurtasî em dikarin bêjin ku li gor daneyên navneteweyî û li gor zextên tên kirin li Tirkiyeyê pîşeya Rojnamegeriyê di nava pîşeyên herî bi talûke de cihê xwe digire. Lê ew ê tu zext gavê bi rojnamegeran baş de nikaribe bide avêtin. Ji bo rastî bigihêje civakê em ê her dem pêş de gavên xwe biavêjin. Em dîsa dubare dikin em li gel hempîşeyên xwe ne. Hempîşeyên tevî hemû zextan karên dewam dikin." 
 
Daneyên binpêkirina mafên rojnamegeran a nîsana 2020'an:
 
"*Rojnamegerên hatine binçavkirin:2
 
*Rojnamegerên hatine girtin:1
 
*Yên bi tundiyê rû bi rû hatine hiştin:1
 
*Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hatine vekirin:12
 
*Rojnamegerên derbarê wan de doz hatiye destpêkirin:10
 
*Rojnamegerên darizandina wan dewam dike:1
 
*Astengiya gihaştina înternetê:275
 
*Cezayên RTK'ê:11
 
*Rojnamegerên dawî li karên wan hatine anîn:3
 
*Hejmara Rojnamegerên girtî yên ji dîroka 3'yê Gulana 2020'an şûnde:104"
 
Daneyên mehên Çile, Sibat, Adar, Nîsan ên 2020'an:
 
"*Rojnamegerên hatine binçavkirin: 29
 
*Rojnamegerên hatine girtin: 10
 
*Yên bi tundiyê rû bi rû hatine hiştin: 4
 
*Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hatine vekirin : 26
 
*Rojnamegerên derbarê wan de doz hatiye destpêkirin: 14
 
*Rojnamegerên ceza girtine: 15
 
*Astengiya gihaştina înternetê: 277
 
*Cezayên sansur û  RTUK'ê: 13
 
*Rojnamegerên dawî li karên wan hatine anîn: 11."
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

04/05/2020
14:16 Ozgur Tarhanî yê Teknîkera Anestezî Ayşe Karaman kuşt hat berdan
13:44 Odeya Bijîşkan a Stenbolê hişyarî da: Biryara xelet dê encamên giran bîne
13:43 Dezenfektanek biçûk bi 23 tl difiroşin girtiyan
13:30 Dersim Dag îstîsmarkirina zarokan bir rojeva Meclîsê
13:29 ‘Saet di 19.38'an de find pêxin û zêmar bibêjin’
13:23 Zema mazot, lastîk, aku, cezayê trafîkê dêke kirin, lê KDV danexistin
12:47 Korona bandorê li ser aboriyê dike û krîza 2008’an nêz dibe
12:10 11 hiqûqnasên pispor bang li AYM’ê kirin: Şaşiyan rast bikin
11:45 Dolar bû 7.0174 TL
11:41 Banga hevrûbûn û lêborîna Komkujiya Dersimê hat kirin
11:39 Rojnameger Henan: Tirkiye li Idlibê gelek tengezar bûye
11:11 KCD: Heta Kurd yekîtiya neteweyî ava nekin dê ji qetlieman rizgar nebe
11:04 ‘Ocalan li dijî ‘bedbîniya’ kapîtalîzmê şîfreyên dawîn ên çareseriyê dide’
10:40 HDP: Pêwîste dewlet ji gelê Dersimê lêborînê bixwaze
10:39 Muftuoglû: Divê aktorên nû yen polîtîk derkevin holê
09:35 Hunermend Seîd Gabarî koça dawî kir
09:10 ‘Em hişmendiya goran xirab dikin ji serdema Osmaniyan ve nas dikin’
09:09 Dr. Bilek: Dibe ku piştî demekê xizmetkarên tenduristiyê zahmetiyan bikişînin
09:08 Berhemên ewil kom nekin dê çay di zeviyê de xera bibe
09:05 Kedkara malê: Nikarim kirê bidim
09:05 Ji mêran zêdetir dixebitin, lê ji mêran kêmtir distînin
09:04 Ji bo esker neşkîne kêliyê gorê rakir
09:04 Qala birayê xwe Mustafa kir: Berxwedan fêrî min kir
09:03 Girtiyê nexweş 14 caran rakirin nexweşxaneyê lê hêj girtî ye
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2020'AN
00:18 Baroya Colemêrgê: Em êrişên li dijî goristanan şermezar dikin
03/05/2020
23:19 Gabrîel: Me peşî li reva girtiyên DAIŞ'ê girt
23:10 247 wargeh ji qerantinayê rizgar bûn
20:27 Li Tirkiyeyê hêjmara miriyan gihişt 3 hezar û 397 kesan
19:47 Dê li Başûrê Kurdistanê 11 deverên pîşesaziyê ava bikin
19:32 Rejîma Îranê di 24 saetan de 2 kolber kuşt in
18:35 Nûnerên civakê ‘Însiyatîfa Gel ji bo Yekitiya Refa Kurdî’ ava kirin
15:19 Wezaretê rêwîtiya nava bajaran rojek din qedexe kir
15:01 Bertek nîşanî girtiyan Kîlîs ê EMEP’ê dan
14:59 Hêjmara nû ya Kovara Moderniteya Demokratîk derket
14:48 Rapora Girtîgeha Patnosê: Bi ava qirêj paqijiyê dikin
13:54 Ji bo ronîkirina Terteleya Dersîmê dê komîsyona heqîqetê bê avakirin?
13:31 Tevgera Nifşê Nû: Eger projeya me neyê pêkanîn em ê dest bi çalakyian bikin
13:18 ÎHD’ê têkildarî 3’yê Gulanê daxuyanî da
12:50 'Miduriyeta Ewlehiyê ya Hewlerê gefa kuştinê li Mazlûm Dag dixwin'
12:49 Tora Mafên Mirovan: Zeyneb Celaliyan avêtine beşa karantînayê
12:36 Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya: Çiqas me bigirin jî em ê serî hildin
12:10 Yekîtiya Ekolojî: Îqtîdarê vîrûs kiriye firsend
11:43 83 sal derbas bûn: Ne êşa wê berda, ne jî nêrîna dewletê guherî
11:22 Ragip Duran: Îqtîdar dixwaze hemû medyayê têxe kontrola xwe
10:23 Girtiyê nexweş 45 rojin di qerantînaye de ye
10:02 ‘Divê hemû kes bala xwe bide ser bêhiqûqiya li Îmraliyê û hewldanên çareseriyê’
09:38 ‘Di hemû baweriyan de gor pîroz in'
09:37 DFG: Li Tirkiye rojnamegerî yek ji pîşeyê herî bi talûke ye
09:25 Ozdemîr ê teslîmî Tirkiyeyê kirin: Ez rastî îşkenceyê hatim
09:03 ‘Hêj girtî nemirine tevan berdin'
09:02 Kovarek nû li kovarên kurdî zêde bû: Kovara Folklor û Ziman
09:02 Siyasetmedarê Kurd ê girtî: Tenê 2 meh berê qalibek sabûn dane
09:01 Karakaş: Îqtidar ji bo bîrbiriya civakê kontrol bike bi ser rojnamevanan de diçe
09:01 Av. Îlkîz: Navê vê yekê mewzûata panîkê ye
09:00 Bendava Ilisûyê gelek nebatên endemîk di bin avê de hiştin
09:00 Ji bo veguhêzkaran ne tevdîr tên girtin ne jî piştgirî tê kirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ GULANA 2020'AN
08:14 Li Bedlisê şer derket: 2 eskeran jiyana xwe ji dest dan
02/05/2020
19:43 Li Tirkiyeyê 78 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dan
17:24 Dede: Kê çima êrîşî gorê kirin?
16:50 Di nîsanê de 20 jin hatin qetilkirin
16:44 Li kiryarên sê xizmên hev pirsîn
16:28 Kampanya ‘Ji kûmpasa li dijî rojnamegeran re bes e"
15:49 Maseya Qrîza Kovîd 19’ê ya Wanê rapora xwe aşkera kir
15:41 Ji bo girtiyên nexweş bang li hikumetê kirin
15:12 Ji bo bîranîna Terteleya Dersimê bang li jinan hat kirin
14:50 7 carin êrîşî heman gorê dikin
14:44 Bi hêviya ku kurê xwe bibîne 11 salan çûye teşhîsê
14:35 Li Kana Keviran kesek bû qurbana kar
14:27 ‘Erdogan û Soylu çi bêjin wî dikin'
14:27 Xizmên windayan aqûbeta Gulmez pirsîn
13:54 Dadgehê cezayê hepsa malê da hevjîna Azîz Orûç
13:40 Li Silêmaniyê amadekariyên derbasbûna ‘xwerêveberiyê’
13:15 Girtiyên nexweş li gel raporên ATK’ê jî nayên berdan
13:15 Yuksekdag: Em bibin yek, bibin deng, bibin xwişk û bira
12:45 Bavê Zeyneb Celaliyan: Keça min 2 roj in bajar bi bajar digerînin
12:37 Grûp Yorûm ji bo Gokçek bang kir: Nebin sedema mirinên din!
12:20 Xwendekaran milyonek tweet belav kir, lê YOK bêdengiya xwe diparêze
12:19 Li Stenbolê 3 hezar û 600 mirov zêde mirin
11:50 Der barê Rojnameger Erk Acarer de biryara girtinê
11:23 ‘Azadiya çapemeniyê nîne, ji kuştinê xirabtir li rojnamegeran kirin’
10:54 Di êrişa DAIŞ’ê de 10 milîsên Heşdî Şabî hatin kuştin
10:52 Koordînasyona Herêmê ya Qeyrana Covid-19: Divê gel tedbîrên xwe berdewam bike
10:28 Li dinyayê tevî koronayê jî 1’ê Gulanê bi coş hat pîrozkirin
09:40 'Mazûvanên vîrusê yê nû em in'
09:03 Şenoglû: Jiyana azad a gelan bi azadî û yekîtiya kurdan pêkan e
09:02 Vakfa Uçan Supurge ji bo zarokan kargeriyan amade dike
09:02 Ji bo zarokan kampanyaya pêlîstok û pirtûkan
09:01 Pisporê Rêxistinbûyînê yê DÎSK'ê Işik: Civakeke ehlaqî û polîtîk wê pêşî li ber rêxistinbûyînê vebike
09:01 Hevjîna girtiyê nexweş: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:00 Doza 'Îna Sivîl' ji DMME'yê re hat şandin
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2020'AN
01/05/2020
21:44 Di şaneşîn û paceyan de pîrozbahiya 1'ê Gulanê
21:38 Polîsan konvoya 1'ê Gulanê ya karkeran asteng kir
20:47 Malên xwe kirin qadên 1'ê Gulanê
19:37 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dan bû 3 hezar û 258
16:16 Leşkerên ku kêlên goran şikandin, ji malbatan xwestin kêlan ji holê rakin
15:50 Karkeran li gel qedexeyê dîsa 1'ê Gulanê pîroz kirin
15:45 Endamên TUHAY-DER'ê hatin berdan