Ragip Duran: Îqtîdar dixwaze hemû medyayê têxe kontrola xwe

img
STENBOL - Rojnameger Ragip Duran bal kişand ser polîtîkayên îqtîdarê û anî ziman ku îqtîdar ji bo ser rastiyan veşêre û serweriyê bike dixwaze hemû medyayê zevt bike û têxe kontrola xwe. Duran, diyar kir ku rola rojnameger ewe ku civakê ronî bike û di qada siyasî, çandî, aborî û qadên din de şaşiyên ku pêş ketin rast bike ye.  
 
Îro 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ye. Lê li Tirkiye 104 rojnameger girtîne. Li gorî rapora Tora Rojnamegerên Sînornenas (RSF), Tirkiye di qada azadiya çapemeniyêde di nava 180 welatan de di rêza 154'an de ye. 
 
Li gori rapora wekilê CHP’ê yê rojnameger Utku Çakirozer a Rapora Azadiya Çapemeniyê ya serdema vîrûsê ji 11'ê Adarê heta niha 10 rojnameger hatin binçavkirin û rojnamegerek hat girtin. Bi giştî der barê 30 rojanemgeran de lêpirsîn hat vekirin. 
 
Li gorî Rapora Azadiya Çapemeniyê ya Press in Arrest a 2020'an li Tirkiyeyê di meha Nîsanê de 17 doz hatin dîtin û 23 rojnameger hatin darizandin. Li 23 rojnamegeran bi giştî ji 171 sal û 11 mehan heta 408 sal û 10 meh û 15 rojan cezayê girtîgehê hat xwestin. 
 
Li gorî rapora Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) ya Nîsanê 2 rojnameger hatin binçavkirin, 1 rojnamger hat girtin. 1 rojnameger rastî tundiyê hat, 12 rojnameger rastî lêpirsînê hatin. 10 rojnameger doz li wan hatin vekirin. 1 rojnameger hat darizandin û 3 rojnameger ji kar hatin avetin. 
 
Rexnegirê Medya û Rojnameger Ragip Duran, anî ziman ku ji ber şewba vîrûsê li gelek cihan belavkirina rojnameyan hatin rawestandin û wiha got: "Şewba vîrûsê bandorek mezin li ser xebatkarên çapemeniyê û medya kir. Di serî de DYA û li gelek welatên din bi sedan rojname hatin girtin û dawî li weşanê anîn. Ev êdî me dixe nava fikaran. Di aliyê aborî de medya di rewşek xerab de ye." 
 
'PIŞTÎ DAXUYANIYA ERDOGAN ZEXTÊN LI SER MEDYA ZÊDE BÛN' 
 
Duran bal kişand ser polîtîkayên îqtîdarê û anî ziman ku îqtîdar ji bo ser rastiyan veşêre û serweriyê bike dixwaze hemû medyayê zevt bike û têxe kontrola xwe. Duran, diyar kir ku rola rojnameger ewe ku civakê ronî bike û di qada siyasî, çandî, aborî û qadên din de şaşiyên ku pêş ketin rast bike ye û wiha got: "Li Tirkiye ji ber polîtîkayên ewlehiyê û polîsan rê li pêş çapemeniye hatiye girtin û nikare nûçeyê bi qalîte çêke. Serokomar Tayip Erdogan got “Welatê me ne tenê ji koronavirusê, di heman demê de înşallah dê ji vîrûsa medya û siyasetê jî xelas bibe." Ev daxuyaniyek pir xerab e. Piştî vê gotina Erdogan zextên li ser medya zêde bûn. Rojnamegeriyê wekî vîrûsê pênase dike. Di encamê de virus dikuje, lê rojnaemgerî bêtir jiyanek baş pêşkêşî civakê dike. Lê li Tirkiyeyê li dijî hilberîna fikrê cehaletek mezin û bê wîcdaniyek mezin heye. Tirkiye di warê azadiya ramanêde di sînorê jêr de cih digire. Li hemû cîhanê medya nabêje 'Me verûs xelas kir' lê medyali Tirkiye dibêje 'me virûs xist kontrolê' Medya serdest her dem pesnê xwe dide. Lê dema em li rewşa Tirkiyeyê dinerin ji aliyê malzepeyên parastinê ve pir xerab e. Em dizanin ku li Tirkiye medya îqtîdarê agahiyên derewîn dide gel." 
 
MA / Mehmet Aslan  
 
 

Sernavên din

04/05/2020
14:16 Ozgur Tarhanî yê Teknîkera Anestezî Ayşe Karaman kuşt hat berdan
13:44 Odeya Bijîşkan a Stenbolê hişyarî da: Biryara xelet dê encamên giran bîne
13:43 Dezenfektanek biçûk bi 23 tl difiroşin girtiyan
13:30 Dersim Dag îstîsmarkirina zarokan bir rojeva Meclîsê
13:29 ‘Saet di 19.38'an de find pêxin û zêmar bibêjin’
13:23 Zema mazot, lastîk, aku, cezayê trafîkê dêke kirin, lê KDV danexistin
12:47 Korona bandorê li ser aboriyê dike û krîza 2008’an nêz dibe
12:10 11 hiqûqnasên pispor bang li AYM’ê kirin: Şaşiyan rast bikin
11:45 Dolar bû 7.0174 TL
11:41 Banga hevrûbûn û lêborîna Komkujiya Dersimê hat kirin
11:39 Rojnameger Henan: Tirkiye li Idlibê gelek tengezar bûye
11:11 KCD: Heta Kurd yekîtiya neteweyî ava nekin dê ji qetlieman rizgar nebe
11:04 ‘Ocalan li dijî ‘bedbîniya’ kapîtalîzmê şîfreyên dawîn ên çareseriyê dide’
10:40 HDP: Pêwîste dewlet ji gelê Dersimê lêborînê bixwaze
10:39 Muftuoglû: Divê aktorên nû yen polîtîk derkevin holê
09:35 Hunermend Seîd Gabarî koça dawî kir
09:10 ‘Em hişmendiya goran xirab dikin ji serdema Osmaniyan ve nas dikin’
09:09 Dr. Bilek: Dibe ku piştî demekê xizmetkarên tenduristiyê zahmetiyan bikişînin
09:08 Berhemên ewil kom nekin dê çay di zeviyê de xera bibe
09:05 Kedkara malê: Nikarim kirê bidim
09:05 Ji mêran zêdetir dixebitin, lê ji mêran kêmtir distînin
09:04 Ji bo esker neşkîne kêliyê gorê rakir
09:04 Qala birayê xwe Mustafa kir: Berxwedan fêrî min kir
09:03 Girtiyê nexweş 14 caran rakirin nexweşxaneyê lê hêj girtî ye
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2020'AN
00:18 Baroya Colemêrgê: Em êrişên li dijî goristanan şermezar dikin
03/05/2020
23:19 Gabrîel: Me peşî li reva girtiyên DAIŞ'ê girt
23:10 247 wargeh ji qerantinayê rizgar bûn
20:27 Li Tirkiyeyê hêjmara miriyan gihişt 3 hezar û 397 kesan
19:47 Dê li Başûrê Kurdistanê 11 deverên pîşesaziyê ava bikin
19:32 Rejîma Îranê di 24 saetan de 2 kolber kuşt in
18:35 Nûnerên civakê ‘Însiyatîfa Gel ji bo Yekitiya Refa Kurdî’ ava kirin
15:19 Wezaretê rêwîtiya nava bajaran rojek din qedexe kir
15:01 Bertek nîşanî girtiyan Kîlîs ê EMEP’ê dan
14:59 Hêjmara nû ya Kovara Moderniteya Demokratîk derket
14:48 Rapora Girtîgeha Patnosê: Bi ava qirêj paqijiyê dikin
13:54 Ji bo ronîkirina Terteleya Dersîmê dê komîsyona heqîqetê bê avakirin?
13:31 Tevgera Nifşê Nû: Eger projeya me neyê pêkanîn em ê dest bi çalakyian bikin
13:18 ÎHD’ê têkildarî 3’yê Gulanê daxuyanî da
12:50 'Miduriyeta Ewlehiyê ya Hewlerê gefa kuştinê li Mazlûm Dag dixwin'
12:49 Tora Mafên Mirovan: Zeyneb Celaliyan avêtine beşa karantînayê
12:36 Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya: Çiqas me bigirin jî em ê serî hildin
12:10 Yekîtiya Ekolojî: Îqtîdarê vîrûs kiriye firsend
11:43 83 sal derbas bûn: Ne êşa wê berda, ne jî nêrîna dewletê guherî
11:22 Ragip Duran: Îqtîdar dixwaze hemû medyayê têxe kontrola xwe
10:23 Girtiyê nexweş 45 rojin di qerantînaye de ye
10:02 ‘Divê hemû kes bala xwe bide ser bêhiqûqiya li Îmraliyê û hewldanên çareseriyê’
09:38 ‘Di hemû baweriyan de gor pîroz in'
09:37 DFG: Li Tirkiye rojnamegerî yek ji pîşeyê herî bi talûke ye
09:25 Ozdemîr ê teslîmî Tirkiyeyê kirin: Ez rastî îşkenceyê hatim
09:03 ‘Hêj girtî nemirine tevan berdin'
09:02 Kovarek nû li kovarên kurdî zêde bû: Kovara Folklor û Ziman
09:02 Siyasetmedarê Kurd ê girtî: Tenê 2 meh berê qalibek sabûn dane
09:01 Karakaş: Îqtidar ji bo bîrbiriya civakê kontrol bike bi ser rojnamevanan de diçe
09:01 Av. Îlkîz: Navê vê yekê mewzûata panîkê ye
09:00 Bendava Ilisûyê gelek nebatên endemîk di bin avê de hiştin
09:00 Ji bo veguhêzkaran ne tevdîr tên girtin ne jî piştgirî tê kirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ GULANA 2020'AN
08:14 Li Bedlisê şer derket: 2 eskeran jiyana xwe ji dest dan
02/05/2020
19:43 Li Tirkiyeyê 78 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dan
17:24 Dede: Kê çima êrîşî gorê kirin?
16:50 Di nîsanê de 20 jin hatin qetilkirin
16:44 Li kiryarên sê xizmên hev pirsîn
16:28 Kampanya ‘Ji kûmpasa li dijî rojnamegeran re bes e"
15:49 Maseya Qrîza Kovîd 19’ê ya Wanê rapora xwe aşkera kir
15:41 Ji bo girtiyên nexweş bang li hikumetê kirin
15:12 Ji bo bîranîna Terteleya Dersimê bang li jinan hat kirin
14:50 7 carin êrîşî heman gorê dikin
14:44 Bi hêviya ku kurê xwe bibîne 11 salan çûye teşhîsê
14:35 Li Kana Keviran kesek bû qurbana kar
14:27 ‘Erdogan û Soylu çi bêjin wî dikin'
14:27 Xizmên windayan aqûbeta Gulmez pirsîn
13:54 Dadgehê cezayê hepsa malê da hevjîna Azîz Orûç
13:40 Li Silêmaniyê amadekariyên derbasbûna ‘xwerêveberiyê’
13:15 Girtiyên nexweş li gel raporên ATK’ê jî nayên berdan
13:15 Yuksekdag: Em bibin yek, bibin deng, bibin xwişk û bira
12:45 Bavê Zeyneb Celaliyan: Keça min 2 roj in bajar bi bajar digerînin
12:37 Grûp Yorûm ji bo Gokçek bang kir: Nebin sedema mirinên din!
12:20 Xwendekaran milyonek tweet belav kir, lê YOK bêdengiya xwe diparêze
12:19 Li Stenbolê 3 hezar û 600 mirov zêde mirin
11:50 Der barê Rojnameger Erk Acarer de biryara girtinê
11:23 ‘Azadiya çapemeniyê nîne, ji kuştinê xirabtir li rojnamegeran kirin’
10:54 Di êrişa DAIŞ’ê de 10 milîsên Heşdî Şabî hatin kuştin
10:52 Koordînasyona Herêmê ya Qeyrana Covid-19: Divê gel tedbîrên xwe berdewam bike
10:28 Li dinyayê tevî koronayê jî 1’ê Gulanê bi coş hat pîrozkirin
09:40 'Mazûvanên vîrusê yê nû em in'
09:03 Şenoglû: Jiyana azad a gelan bi azadî û yekîtiya kurdan pêkan e
09:02 Vakfa Uçan Supurge ji bo zarokan kargeriyan amade dike
09:02 Ji bo zarokan kampanyaya pêlîstok û pirtûkan
09:01 Pisporê Rêxistinbûyînê yê DÎSK'ê Işik: Civakeke ehlaqî û polîtîk wê pêşî li ber rêxistinbûyînê vebike
09:01 Hevjîna girtiyê nexweş: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:00 Doza 'Îna Sivîl' ji DMME'yê re hat şandin
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2020'AN
01/05/2020
21:44 Di şaneşîn û paceyan de pîrozbahiya 1'ê Gulanê
21:38 Polîsan konvoya 1'ê Gulanê ya karkeran asteng kir
20:47 Malên xwe kirin qadên 1'ê Gulanê
19:37 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dan bû 3 hezar û 258
16:16 Leşkerên ku kêlên goran şikandin, ji malbatan xwestin kêlan ji holê rakin
15:50 Karkeran li gel qedexeyê dîsa 1'ê Gulanê pîroz kirin
15:45 Endamên TUHAY-DER'ê hatin berdan