HEWLÊR - Hunermendê Kurd Seîd Gabarî îro li nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; Seîd Gabarî di saet 04:45’an de li nexweşxaneya Serdem ya bajarê Hewlêrê jiyana xwe ji dest daye. Seîd Gabarî bi nexweşiya penceşêrê ketibû û beriya çend rojan li nexweşxaneya Hewlêrê hatibû razandin.