'Em tu carî dest ji destkeftiyên xwe bernadin'

  • jin
  • 14:46 4 Gulan 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê li gelek navendan êrîşa li hemberî Şaredariya Qersê şermezar kirin. TJA û Meclisa Jinan anîn ziman ku tu carî dev ji destkeftiyên xwe ên bi berdêl û têkoşîneke mezin bi dest xistine bernadin û ugotin: "Em ê her tim têkoşîna xwe ya li hemberî tifaqa faşîst, dijminê jinan û polîtîkayên li dijî gelan ya AKP-MHP’ê bidomînin.”

 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî êrîşa li hemberî Şaredariya Qersê li Amed, Şirnex, Wan, Edene û Stenbolê daxuyanî dan û êrîş şermezar kirin. Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Cizîra Şirnexê û aktîvîstên TJA'yê, li baxçeya HDP'ê, bi tevlîbûna parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, Hevşaredara Silopiyê Adalet Fîdan, Hevşaredara Hezexê ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Songul Erden û gelek jinan re daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji hêla aktîvîsta TJA'yê Zozan Aksu ve hat xwend. Zozan Aksu, di daxuyaniyê de diyar kir ku feraseta netewe dewletê ya ku ji aliyê sîstema kapîtalîst û serdestiya mêrane ve hatiye avakirin, hemû daxwazên wekhevî û edaletê yên gelên cîhanê fetisandiye, polîtîkayên qirêj ên şer li ser vî esasî meşandiye û heta niha li ser piyan maye.
 
'TIFAQA FAŞÎST XEBATAN ASTENG DIKE'  
 
Zozan Aksu, diyar ku vîrûsa koronayê li tevahiya cîhanê metirsiyeke mezin derxistiye holê û wiha got: “Heta niha bi sedhezaran kes ji ber nexweşiya Kovîd-19 jiyana xwe ji dest dan û hê jî gefeke mezin li ser jiyana bi milyonan mirovan heye. Ji ber ku mafên bingehîn ên tenduristî û perwerdehiyê û xizmetên jiyanî û civakî wek mafeke sereke ji aliyê dewletan ve nayên misogerkirin û xwemalîkirina wan xizmetkariyan, niyeta hikûmetên dijminê wekhevî, azadî û edaletê careke din aşkera kir. Wekî cîhanê, li Kurdistan û Tirkiyeyê jî jiyana bi milyonan kesan di bin xetereyê de ye. Lê desthilatiya AKP-MHP’ê vê pêvajoyê ji xwe re dike hincet û polîtîkayên derveyî nirxên mirovahiyê dixe meriyetê. Îradeya piştgirî û piştevaniyê ya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê û hemû xizmetên siyaseta demokratîk a herêmî ji aliyê tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ve tê astengkirin û niyeta wan careke din zelal dike.”
 
‘DI SERDEMA VÎRÛSÊ DE QEYÛM TAYÎNÎ ŞAREDAIYAN KIRIN' 
 
Zozan Aksu, anî ziman ku ev tifaqa qirêj şûna di pêvajoyeke wiha de piştevaniyê bide xurtkirin, ji rewşa panîk a gel sûd werdigirin û dixwazin desthilatiya ya xwe bi hêz bikin û wiha lê zêde kir: “Lewre îro dijminatiya li dijî Gelê Kurd û jinan her ku diçe zêdetir dibe. Di pandemiyê de jî ew tifaqa qirêj, êrîşî gor û mezelên kesên ku di şerê 40 salan de jiyana xwe ji dest dane dike û goristanan xerab dike. Bi operasyonan sivîl tên qetilkirin û cihûwarên wan tên bombebarankirin. Êrîşî hemû destkeftiyên jinan û Gelê Kurd ên bi berdêlên mezin hatine bidestxistin dikin, bi destê qeyûman dest datînin ser şaredariyan û sîstema hevserokatiyê krîmînalîze dikin. Wek tê zanîn, heta niha 36 şaredariyên ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de gelê me ji qeyûman rizgar kiribû, ji aliyê qeyûman ve hatin desteserkirin. Di dema şewba koronayê de li 8 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin.”
 
'TIFAQA FAŞÎST BI HEMAN DEK Û DOLABAN ÊRÎŞÎ ŞAREDARIYA QERSÊ DIKIN' 
 
Zozan Aksu, bal kişand ser êrîşên li dijî Şaredariya Qersê û wiha berdewam kir: "Tifaqa faşîst careke din bi heman dek û dolaban êrîşî şaredariya me ya Qersê dike. Bajarê Qersê wek baxçeyekî gelan e ku HDP, li wir bi dengên gelên Kurd, Tirk, Azerî, Terekeme bi ser ketibû. Lê îro Hevşaredarên Qersê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen, rastî êrîşên sîstematîk ên tifaqa qirêj a AKP-MHP’ê hatine. Di vê êrîşê de medyaya alîgirê desthilatiyê, heman naverok û manşetan, wek çalakiyeke rojnamgeriyê belav nake û ji bo operasyona li dijî şaredariyê, wek aparatekê tê bikaranîn. Nemaze di vê proseya pandemiyê de, ji ber ku HDP kelûpelên hîjyen û paqijiyê bêpere belav dike û bi kampanyaya Hevmaliyê piştgiriyê xurt dike, lewma êrîşî HDP’ê û şaredariyên HDP’ê dikin. Hevşaredariya Qersê jî di vê pêvajoyê de xizmeta gel dike. Ji ber ku Hevşaredariya Qersê, ji bo parastina tenduristiya gel xizmetan dike, ji ber ku bajar dezenfekte dike. Ji ber ku piştgiriya kesên xizan dike û ji bo cotkariyê erdên bajêr diajo û tovê wek alîkarî û piştgirî dide cotkaran, lewma tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê êrîşî şaredariyê dike. Em wek jinên TJA’yê careke din dubare dikin û soz didin; em tu carî dev ji destkeftiyên xwe yên jinan ên ku me bi berdêl û têkoşîneke mezin bi dest xistine bernadin û em ê her tim têkoşîna xwe ya li hemberî tifaqa faşîst, dijminê jinan û polîtîkayên li dijî gel a AKP-MHP’ê bidomînin.”
 
WAN 
 
Li Wanê jî Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Wanê û aktîvîstên TJA'yê li avahiya partiyê bi tevlîbûna gelek jinan daxuyanî dan. Jinan di destpêka daxuyaniyê de kesên di Komkujiya Dêrsimê hatin qetilkirin bi bîr anîn. Di daxuyaniyê de jinan êrîşa li hemberî Şaredariya Qersê hat şermezar kirin û wiha gotin: "Pergala hevserokatiyê xeta me ya mor e. Em ê li dijî tifaqa faşît a AKP'ê û MHP'ê berxwedana xwe bidomînin."
 
AMED 
 
Jinan li Amedê jî li avahiya HDP'ê ya bajêr daxuyaniyek dan û bertek nîşanî êrîşên li hemberî şaredariya Qersê dan. Parlamenter Semra Guzel, Dêrsim Dag û Remziye Tosun, endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Amedê û aktivîstên TJA'yê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de qeyûmên ku di pêvajoya vîrûsê de hatî tayînkirin hat şermezar kirin û astengkirina xebatên şaredariyan ên pêvajoya vîrûsê de hatin rexnekirin. Di daxuyaniyê de jinan destnîşan kir ku dev ji destkeftiyên jinan bernadin û dê têkoşîna xwe li hemberî polîtîkayên dijiminatiyê bidomînin.
 
STENBOL 
 
Meclîsa Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk (HDK), Meclîsa Jinan a HDP'ê û aktîvîstên TJA'yê li avahiya HDP'ê ya Stenbolê daxuyaniyek dan. Parlamentera Stenbolê Zuleyha Gulum, Partiya Damezirandina Nû ya Sosyalîstan, Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) û nûnerên Rizgariya Jinan tevlî daxuyaniyan bûn. Di daxuyaniyê de pankarta 'Hevserokatî xeta me ya mor e' hat vekirin. Di daxuyaniyê de êrîşên li hemberî şaredariya Qersê hat şermezar kirin. Her wiha di daxuyaniyê de jinan bal kişandin ser Komkujiya Dêrsimê û gotin tê li dijî polîtîkayên komkujiyê dê berxwedana jin û gelan bidome.
 
EDENE 
 
Li Edeneyê jî Meclîsa Jinan a HDP'ê û aktîvîsten TJA yê li avahiya HDP'ê daxuyaniyek dan û daxuyanî bi kurdî û tirkî hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku dê rê nedîn polîtîkayên dijminatiyê. Jinan destnîşan kir ku dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
 
ÎZMÎR 
 
Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Îzmirê jî bi heman armancê daxuyani da. Jin li pêş avahiya HDP'ê ya Îzmirê kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin. Lê polîsan destûr nedan. Jinan piştre li hundir daxuyanî dan. Hevseroka  HDP'ê Bedriye Tekgur û gelek jin beşdar bûn. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Îzmirê Serap Kuçuk daxuyanî xwend û êrîşên li dijî şaredariyê şermezar kirin. 
 
MUGLA
 
Rêxistina HDP'ê ya Muglayê jî bi heman armancê li pêş avahiya partiyê daxuyanî dan. Di çalakiyê de pankarta "Hevserokatî xeta me ya xemrî ye" vekirin. Rêvebera HDP'ê Sebahat Firat daxuyanî xwend û êrîş şermezar kirin. 
 
AYDIN
 
Rêxistina HDP'ê ya Aydinê jî bi heman armancê daxuyanî da. Hevseroka HDP'ê ya Aydinê Ayşenur Vaizoglu daxuyanî da û bertekên xwe yên li dijî êrîşan anîn ziman. 
 
 
MÊRSÎN  
 
Meclisa Jinan a HDP'ê ya Mêrsînê û TJA jî bi heman armancê li avahiya HDP'ê ya Mêrsinê daxuyanî dan. Jinan êrîş şermezar kirin. Di çalakiyê de pankarta "Hevserokatî xeta me ya xemrî ye" vekirin.
 
 
HATAY
 
Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Hatayê jî li avahiya HDP'ê ya Hatayê daxuyanî da û  êrîş şermezar kir. Hevseroka HDP'ê ya  Hatayê Aysel Eşiyok daxuyanî xwend û êrîş şermezar kir. Di çalakiyê de pankarta "Hevserokatî xeta me ya xemrî ye" vekirin.
 
ANTALYA
 
Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Antalyayê jî li avahiya HDP'ê ya Antalyayê daxuyanî da û êrîş şermezar kir. Li ser navê meclîsa Jinan Tulin Uçdal daxuyanî xwend. Di çalakiyê de pankarta "Hevserokatî xeta me ya xemrî ye" vekirin.
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

06/05/2020
19:11 Li Tirkiyeyê 3 hezar û 584 kes bi Covîd-19 mirin
17:01 ÎHD: Binpêkirina mafê definkirinê ye
16:46 Banga lezgîn: Girtiyên di rîskê de berdin
16:22 HDP’ê banga eşkerekirina revandina Kûyûn li Waliyê Wanê kir
15:44 6 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
15:35 Sabrî Kaya yê girtî cara 15'emîn rakirin nexweşxaneyê
15:19 Rêxistinên ciwanan her sê şoreşgeran bi bîr anîn
15:18 TMMOB: Em gavan paşve navêjin
15:17 Rêveberên HDP û DBP'ê malbata Dînç ziyaret kirin
14:33 Odeyên Bijîjkan ên Herêmê: Em ê bicihanîna pêwîstiyên bijîjkiyê berdewam bikin
14:17 Baroya Amedê: Em ê bi 130 hezar hevpîşeyên xwe re li ber xwe bidin
14:10 Li goristanê bang kirin: Soza me ya ji bo Denîzan dê bidome
13:34 Rêveberê TÎHV’ê Ustercî: Divê qanûna înfazê ji nû ve bê sererastkirin
13:26 Endama Meclîsa Şaredariya Hezoyê hat berdan
13:25 Şandeya HDP'ê li Qersê ye: Tehemulê xebatên gelparêziyê nakin
13:25 HDP: Em ê her tim ruhê pêşeng ên Denîzan bibîr bînin
13:09 Wezaretê mifteyên konûtên teslîmî xelkê kiribûn paşde xwest
13:08 Girtiyê nexweşê giran Kaya: Êdî taqeta min nema
13:08 Xizmên windayan: Em li dijî bêedaletiyê bêdeng namînin
12:20 ‘Tarhan bila dîsa were girtin’
12:10 4 kesên Denîz Gezmiş bibîr anin hatin binçavkirin
12:01 Gotinên Denîzan îro jî derbasdar in
11:37 Ji Meclisa Jinê ya HDP’ê daxuyaniya Kûyûn
11:36 122 Rêxistinan gotin: Destê xwe nedin Qersê
11:21 Pekoz: Em ê Rojhilatek Navîn a cihêreng bibînin
10:49 Li Sûrê mafê mal û milk xesp kirin: Midûriyeta Derdorê ya Bajar peyman binpê kir
10:39 Serokê ATO’yê: Asayîbûna zû wê hejmara weqayan derxe milyonan
09:33 ‘Li Fethiyê cihê JES’an nîne’
09:16 Mezinkirina piştevaniyê di destê mirov de ye
09:10 Dosya rojnamegeran di bin kulliyeya Serokomar de tê meşandin
09:10 Dozger xwest cezayê muebetê li Alinak bê birîn
09:09 Qeyûman tenê ji bo kolanekê bi milyonan pere xerc kirine
09:09 Ji ber 'qedexeyê' nikarin pincar berhev bikin
09:09 Li Sasonê topkirina destê ewil ê çîlekan dest pê kir
09:08 Dr. Abbasoglû: Tenduristiya karkeran ji însafa patronan re hatiye hiştin
09:08 Hechecîkan dîsa berê xwe dan Bismilê
09:08 Dadgeha Bilind cezayê li Selma Irmakê hatibû birîn pesend kir
09:08 Li Girtîgeha Rihayê ne tevdîr ne jî muxatab hene
09:07 ‘Nirxên misilmantiyê hatine winda kirin’
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2020'AN
05/05/2020
21:36 Cenazeyê Devran Dînç piştî 2 rojan defin kirin
21:13 13 baroyan bang li Dadgeha Destûra Bingehîn kir: qanûna betal bikin
19:25 Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 3 hezar û 520
17:52 Cenazeyê Devran Dînç 2 rojan li heviya otopsiyê tê rawestandin
17:07 Tora Têkoşîna li Dijî Bêcezakirinê: Sucdarên mafên mirovan bêceza hatin hiştin
16:46 Endama Meclîsa HDP’ê behsa kêliya revandina xwe kir
16:45 Êrîşa li dijî goristanan hat şermezarkirin: Destê xwe vekişînin!
16:20 Polîsan encumena Şaredariya Hezoyê bi lêdanê binçav kirin
16:14 Endama Meclîsa HDP'ê Kuyun hat revandin
15:42 TJA: Em bi Hevşaredar û gelê Qersê re ne
15:41 HDP’ê xwest butçeya 2020’an were guhertin
15:28 Gelo rast e ku li Mêrdînê testa 18 gardiyanan pozîtîf derketiye?
15:26 Oldaran bang li PDK'ê kirin: Hêzên xwe ji Zînî Wertê vekişinin
15:06 Oluç: Îqtîdar dixwaze hişê mexdûriyetê ava bike
14:59 Serdozgeriya Komarê ya Amedê piştî meheke îşkence red kir
14:47 Hejmara 14’emîn a kovara Dilopê derket
14:31 DAIŞ'ê êrîşî artêşa Iraqê kir: 2 leşker hatin kuştin
14:20 ‘Ji kerema xwe dengê min bibihîzin’
14:10 Ma Muzîk îşev di twîtterê de hastaga #malihermalêye li dar dixe
13:55 Dede: Divê AYM nebe hevparê sûcê AKP-MHP’ê
13:51 Kevirên dîrokî yên Sûrê didizin
13:37 Ji bo Mala Artêşê ya ku JÎTEM’ê dihewand biryara hilweşandinê hat dayîn
13:35 Tîmtîk a di rojiya mirinê de ye 25 kîlo zeîf bû
13:07 Li Elmaliyê piştî bi salan kuncî hatin çandin
13:06 Di nîsanê de 220 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:28 Rapora 4 mehan a girtîgehan: Her ku çûye rêbazên tehdekar zêde bûne
12:20 HDP’ê bi sefîrên 18 welatan re hevdîtin pêk anî
11:44 ‘Ji gorên zarokên me çi dixwazin?’
11:44 Ziyareta Dolmabahçe bû ‘raz’ û gelê Kurd berdêla wê da
11:27 ‘Fermana xerakirina goran kê da?’
11:22 Îbrahîm Gokçek rojiya xwe ya mirinê bi dawî kir
10:33 ATO: Dema pirsgirêk hebe bazirganiya rûpoşan nayê qebûlkirin
10:28 ‘Heke em bi hev re li ber xwe bidin, em ê êrişan têk bibin’
10:28 Endamên berê yên Grûp Yorûmê ji bo Gokçek bang kirin
09:46 Pisporê Tenduristiya Ruh: Eşa hin kesan dibe serkeftina hin kesên din
09:21 Dersên kurdî yên onlîne rastî eleqeyê tên
09:20 Rêvebirên qulûban: Perê li ser navê me tê komkirin li ku ye?
09:19 Derdê welatiyan jî û derdê dermangeran jî maske ne
09:18 Li Mêrsînê piştevanî û alîkarî zêde dibe
09:18 Ji bo Stenbolê pêşniyara 'xebata pîlot'
09:11 Gunay: Hevdîtina bi telefonê fikaran ji holê ranake, divê heyete tebduristiyê biçe giravê
09:11 26 salan bi koçberî, zilm, zext, tundî û dorpêçê derbas kir
09:10 Melet: Pêwîste hevdîtina li gel Ocalan berdewam bike
09:09 PDK bi hinceta virûsê hat Zînî Wertê, lê 45 rojin qontrola vîrûsê nakin
09:08 ‘Xebata ku ji bo çawişê pispor hatî kirin bila ji bo Gulistanê jî were kirin’
09:00 Xwe bi tenûrê ji temasê rizgar dikin
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2020'AN
08:26 Li Mêrdînê gundek din kirin karantînayê
04/05/2020
20:52 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 461
19:22 Ahmet Şik ji HDP'ê veqetiya
17:52 Dadgehê ji bo 6 rojnamegerên girtî biryara skandal da
16:50 Dayika Karaman îsyan kir: Tenê 9 meh girtî ma û derket
16:27 Li Îzmirê vîrûsa Covît-19 gihişt 466 xizmetkarên tenduristiyê
16:10 Heyeta HDP’ê Gokçek ziyaret kir: Em Îbrahîm bidin jiyandin
16:09 Bi tena serê xwe çalakî li dar xist
15:46 Heta niha 150 kûsî ji Bendava Ilisûyê hatin rizgarkirin
15:09 Odeya Tabîban ji bo Prof. Dr. Dilmener merasimek li dar xist
14:54 Bultena Kovîd-19 a Şopandina Girtîgehan: Paşîva bê nan
14:46 'Em tu carî dest ji destkeftiyên xwe bernadin'
14:31 Birûskê şivan û 150 bizin kuşt