AMED – Li Amedê ji bo avahiya 13 qatî ya ji sala 1971’an de wek otel hat vekirin, pişt re veguherandin Mala Artêşê û demek jî wek cihê mayîna endamên JÎTEM’ê hat bikaranîn biryara hilweşîne hat dayîn.
Li Meydana Deriyê Çiyê (Meydana Şêx Seîd) a Amedê avahiyek heye. Bala her kesî dikişîne. Wêneyêk Ataturk li serê ye û ev avahî bi salane vala ye. Tê gotin ev avahî di sala 1971’an de wek otelek hatiye vekirin. Piştî du salan firotine eskeriyê û veguherandine Mala Artêşê. Her wiha ev avahî wek cihê mayîn ango hêlîna endamên JÎTEM’ê yên salên 90’î jî tê zanîn. Hat zanîn ku li ser fermana Wezareta Bajarvanî û Hawîrdorê biryara vê avahiya 13 qatî hatiye sitendin û dê di rojên pêş de dest bi hilweşîna wê were kirin.
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî di hesabê xwe yê medya civakî de belav kir û îdai kir ku cihê vê mala artêşê ku dê were hilweşîn daxilî projeya Meydana Deriyê Çiyê were kirin.
GORA ŞÊX SEÎD
Tê îdiakirin ku cenazeye Şêx Seîd ê di 29’ê Hezîrana 1925'an de li Deriyê Çiyê tê bidarvekirin û cenazeyên gelek kesên li gel wî li hewşa vê avahiya ku wek mala artêşê tê zanîn hatiye veşartin.