WAN – Odeyên Bijîjkan ên Herêmê, diyar kirin ku li gel lêpirsîn û zextên li ser xwe jî têkoşîna xwe ya li dijî vîrûsê û bicihanîna pêwistiyên bijîjkiya baş berdewam bikin.
Odeyên bijîjkan ên Agirî, Semsûr, Êlih, Bedlîs, Amed, Mêrdîn Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wan-Colemêrgê, têkildarî lêpirsîn û zextên li ser rêveberên xwe daxuyaniyeke hevpar da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) û odeyên bijîjkan, di têkoşîna li dijî vîrûsê de li cem kedkarên tenduristiyê cih girtine û ji pirsgirêkên wan re çareseriyê geriyane.
LI BIJÎJKAN LÊPIRSÎN VEKIRIN
Di berdewam daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi zanebûn TTB tevlî Lîjneya Şêwirmendiyê Zanîstê nehatiye kirin û ev tişt hat gotin: “Li israra zêde, li hin bajaran odeyên bijîkan tevlî lîjneya pandemiyê ya bajaran bûn. Di serî de li rêveberên odeyên Riha, Mêrdîn û Wan-Colemêrgê li gelek rêveberên odeyan lêpirsîn hatine vekirin û çûne qereqolan îfade dane.”
DÊ TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku parastina mafê tenduristiyê peywira wan e û li gel lêpirsîn û zextên li ser xwe jî dê têkoşîna xwe ya li dijî vîrûsê û bicihanîna pêwistiyên bijîjkiya baş berdewam bikin.