AMED - Rêveberên rêxistinên HDP û DBP'ê yên Amedê, malbata Devran Dînç ê pêr cenazeyê wî li navçeya Sûr Amedê hat dîtin ziyaret kirin û sersaxî xwestin.
Rêveberên Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Navçeya Rezan a Amedê û Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag, malbata Devran Dînç (21) ê pêr cenazeyê wî li navçeya Sûr a Amedê hat dîtin ziyaret kirin. HDP û DBP'iyên malbata Dînç a li navçeya Rezanê rûdine ziyaret kirin, sersaxî ji malbatê re xwestin û diyar kirin ku ji bo lêkolînkirina bûyerê, ew ê di nava hewldanan de bin.