Banga lezgîn: Girtiyên di rîskê de berdin

img

STENBOL - 11 rêxistinên sivîl û demokratîk têkildarî zagona înfazê û gitiyên siyasî daxuyaniyek hevpar weşandin û xwestin bi lez girtiyên di bin rîskê de serbest berdin. 

Îqtîdara AKP-MHP'ê bi hinceta vîrûsa corona (Covît-19) zagona înfazê ya ku tenê mafê girtiyên edlî diparêze anî rojevê û zagon di meclîsê re derbas kir. Bi vê zagonê rê li pêş berdana zêdeyî 100 hezar girtiyên edlî vekir. Lê girtiyên siyasî û nexweş nayên berdan. 11 rêxistinên demokratîk û sivîl ku di navde komele, ode, sendîka û partiyên siyasî jî hene, daxuyaniyek hevpar dan û xwestin girtiyên di talûkeyê û rîskê de ne bi lez serbest bêne berdan. Rêxistinan diyar kirin ku li gorî tê xwestin paqijî nayê kirin, girtiyan dernaxin revîrê û nabin nexweşxaneyê û tedbîrên li diji vîrûsa coronayê nayê girtin û ev rîska wan da bi şewbê bikevin Zêdetir dike. Sazî û rêxistinan xwest bi lezgîn ji bo girtiyên siyasî û nexweş ku di bin rîskê dene planek bê amadekirin. Rêxistinan bi ser navê “Gavên ku ji bo girtiyên nexweş û li dijî vîrûsa korona bên avêtin" de daxuyanî da û wiha got: "Vîrûsa ku li Çînê derket holê wekî hemû mirovên cîhanê dixe bin bandora xwe girtiyan jî dixe talûkeyek mezin. Şewba vîrûsa corona bûye sedema mirina zêdeyî 300 hezar mirovên cîhanê. Li Tirkiyeyê jî di nava 56 rojan de 129.491 kes bi şewba vîrûsê ketin û 3.520 kes ji ber vê şewbê mirin. Yek ji cihê herî zêde tedbîr bên girtin girtîgeh in. Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê diyar kirin ku li Girtîgeha Buca di nava girtiyan de vîrûs hatiye dîtin û 62 kes bi şika vîrûsê xistine kontrolê. Dîsa li Girtîgeha Tîpa E ya Konyayê 55 girtî bi şewba Covid-19 ketine. Ev yek fikara me ya der barê girtiyan de zêdetir dike. 
 
Wezareta Dadê di 13'ê Nîsana 2020'an de diyar kir ku ji ber şewba vîrûsê 3 girtiyan iyana xwe ji dest dane û testa 17 girtî û 79 personelên girtîgehê pozitif derketiye. Wezaretê di 28'ê Nîsanê de daxuyanî da û diyar kir ku bi 120 girtiyan re vîrûsa COVID- 19  hatiye dîtin. Heta niha Wezareta dadê der barê rewşa girtîgehan de daxuyaniya ku raya giştî tatmîn bike nedaye. Li girtîgehan çend kes bi şewê ne, rewşa wan çiye, ji bo vê  yekê tedbîrek çawa tê girtin raya giştî ronî nekiriye. 
 
Li gelek girtîgehan li dijî şewba COVID-19'ê tedbîr nehatine girtin û nayên girtin. Malzemeyên paqijiyê nadin girtiyan. Girtî nayên parastin. Ev yek rîska ku şewb belav bibe zêdetir die.
 
Di pêvajoya pandemiyê de girtiyên nexweş, girtiyên nexweşên giran, girtiyên ku pêwistiyên wan ên taybet hene, girtiyên zarok, girtiyên jin ên ducanî û girtiyên berasteng di koma xeternak de ne. Em sazî û rêxistinên ku li jêr nav û destnîşanên me hene, diyar dikin ku divê di serî de ji bo girtiyên nexweşên giran ji bo hemû girtiyên di koma xeternak de, bi awayekî lezgîn planek bê diyarkirin û bikeve meriyetê.
 
Li gel hemû rêxistinên sivîl, tenduristî û girseyê jî di sererastkirina înfazê de ji bo girtiyên nexweş tu serarastkirin nehat kirin. Em sazî û rêxistinên sivîl, demokratîk û pîşeyî ku navê me lê jêr heye, heta dawiya pêvajoya pandemiyê, derbarê pirsgirêkên li girtîgehan nêrîn û pêşniyarên xwe yên çareseriyê bi rekûpêk aşkera bikin.
 
DAXWAZÊN JI BO GIRTIYÊN NEXWEŞ
 
Ji bo girtiyên nexweşên giran ku ji azadiya xwe bê par hatine hiştin û girtiyên ku taybetmendiyên wan ên taybet hene û di bin xeteriyê de ne divê tiştên li jêr hatine diyarkirin bên kirin.
 
- Divê ji bo hemû girtîgehên li Tirkiyeyê pêkanînên parastin û pêşîlêgirtinê bên kirin û ev pêkanîn ji kontrolê re vekirîbin.
 
- Divê hemû girtiyên ku darizandina wan didome û cezayê wan teqez nebûye û di asta temyiz-îstînafê de ne demildest bên berdan.
 
- Dive pêşanî ji bergiriyen pêşîlêgir re bê dayîn û di pêvajoya şewbê de revîr û sewqên nexweşxaneyan ku hatibûn rakirin careke din bên xebitandin.
 
- Divê cezayê girtiyên nexweşên giran û girtiyên nexweşînên wan ên kronîk hene û nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîmin bê taloqkirin û bên berdan.
 
- Divê ji bo berdana girtiyên ku nexweşînên wan hene şertê rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) bê rakirin û raporên nexweşxaneyên perwerve û lêkolînê û zanîngehan jî bê qebûlkirin.
 
SAZÎ Û RÊXISTIN
 
Sazî û rêxistinên ku metnê îmze kirine wiha ne: Komeleya Civaka Sivîl a Pergala Înfaza Cezayê, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem, Komeleya Înîsiyatîfa Maf, Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Stenbolê, Odeya Bijîjkan a Stenbolê, Şaxên SES’ê yên Stenbolê, Odeya Bijîjkan a Stenbolê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê, Weqfa Lêkolînên Hiqûq û Civakê, Komeleya Piştgevaniya Malbatên Girtî û Hikımxwaran û Weqfa Mafê Mirova a Tirkiyeyê
 
 
 

Sernavên din

06/05/2020
19:11 Li Tirkiyeyê 3 hezar û 584 kes bi Covîd-19 mirin
17:01 ÎHD: Binpêkirina mafê definkirinê ye
16:46 Banga lezgîn: Girtiyên di rîskê de berdin
16:22 HDP’ê banga eşkerekirina revandina Kûyûn li Waliyê Wanê kir
15:44 6 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
15:35 Sabrî Kaya yê girtî cara 15'emîn rakirin nexweşxaneyê
15:19 Rêxistinên ciwanan her sê şoreşgeran bi bîr anîn
15:18 TMMOB: Em gavan paşve navêjin
15:17 Rêveberên HDP û DBP'ê malbata Dînç ziyaret kirin
14:33 Odeyên Bijîjkan ên Herêmê: Em ê bicihanîna pêwîstiyên bijîjkiyê berdewam bikin
14:17 Baroya Amedê: Em ê bi 130 hezar hevpîşeyên xwe re li ber xwe bidin
14:10 Li goristanê bang kirin: Soza me ya ji bo Denîzan dê bidome
13:34 Rêveberê TÎHV’ê Ustercî: Divê qanûna înfazê ji nû ve bê sererastkirin
13:26 Endama Meclîsa Şaredariya Hezoyê hat berdan
13:25 Şandeya HDP'ê li Qersê ye: Tehemulê xebatên gelparêziyê nakin
13:25 HDP: Em ê her tim ruhê pêşeng ên Denîzan bibîr bînin
13:09 Wezaretê mifteyên konûtên teslîmî xelkê kiribûn paşde xwest
13:08 Girtiyê nexweşê giran Kaya: Êdî taqeta min nema
13:08 Xizmên windayan: Em li dijî bêedaletiyê bêdeng namînin
12:20 ‘Tarhan bila dîsa were girtin’
12:10 4 kesên Denîz Gezmiş bibîr anin hatin binçavkirin
12:01 Gotinên Denîzan îro jî derbasdar in
11:37 Ji Meclisa Jinê ya HDP’ê daxuyaniya Kûyûn
11:36 122 Rêxistinan gotin: Destê xwe nedin Qersê
11:21 Pekoz: Em ê Rojhilatek Navîn a cihêreng bibînin
10:49 Li Sûrê mafê mal û milk xesp kirin: Midûriyeta Derdorê ya Bajar peyman binpê kir
10:39 Serokê ATO’yê: Asayîbûna zû wê hejmara weqayan derxe milyonan
09:33 ‘Li Fethiyê cihê JES’an nîne’
09:16 Mezinkirina piştevaniyê di destê mirov de ye
09:10 Dosya rojnamegeran di bin kulliyeya Serokomar de tê meşandin
09:10 Dozger xwest cezayê muebetê li Alinak bê birîn
09:09 Qeyûman tenê ji bo kolanekê bi milyonan pere xerc kirine
09:09 Ji ber 'qedexeyê' nikarin pincar berhev bikin
09:09 Li Sasonê topkirina destê ewil ê çîlekan dest pê kir
09:08 Dr. Abbasoglû: Tenduristiya karkeran ji însafa patronan re hatiye hiştin
09:08 Hechecîkan dîsa berê xwe dan Bismilê
09:08 Dadgeha Bilind cezayê li Selma Irmakê hatibû birîn pesend kir
09:08 Li Girtîgeha Rihayê ne tevdîr ne jî muxatab hene
09:07 ‘Nirxên misilmantiyê hatine winda kirin’
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2020'AN
05/05/2020
21:36 Cenazeyê Devran Dînç piştî 2 rojan defin kirin
21:13 13 baroyan bang li Dadgeha Destûra Bingehîn kir: qanûna betal bikin
19:25 Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 3 hezar û 520
17:52 Cenazeyê Devran Dînç 2 rojan li heviya otopsiyê tê rawestandin
17:07 Tora Têkoşîna li Dijî Bêcezakirinê: Sucdarên mafên mirovan bêceza hatin hiştin
16:46 Endama Meclîsa HDP’ê behsa kêliya revandina xwe kir
16:45 Êrîşa li dijî goristanan hat şermezarkirin: Destê xwe vekişînin!
16:20 Polîsan encumena Şaredariya Hezoyê bi lêdanê binçav kirin
16:14 Endama Meclîsa HDP'ê Kuyun hat revandin
15:42 TJA: Em bi Hevşaredar û gelê Qersê re ne
15:41 HDP’ê xwest butçeya 2020’an were guhertin
15:28 Gelo rast e ku li Mêrdînê testa 18 gardiyanan pozîtîf derketiye?
15:26 Oldaran bang li PDK'ê kirin: Hêzên xwe ji Zînî Wertê vekişinin
15:06 Oluç: Îqtîdar dixwaze hişê mexdûriyetê ava bike
14:59 Serdozgeriya Komarê ya Amedê piştî meheke îşkence red kir
14:47 Hejmara 14’emîn a kovara Dilopê derket
14:31 DAIŞ'ê êrîşî artêşa Iraqê kir: 2 leşker hatin kuştin
14:20 ‘Ji kerema xwe dengê min bibihîzin’
14:10 Ma Muzîk îşev di twîtterê de hastaga #malihermalêye li dar dixe
13:55 Dede: Divê AYM nebe hevparê sûcê AKP-MHP’ê
13:51 Kevirên dîrokî yên Sûrê didizin
13:37 Ji bo Mala Artêşê ya ku JÎTEM’ê dihewand biryara hilweşandinê hat dayîn
13:35 Tîmtîk a di rojiya mirinê de ye 25 kîlo zeîf bû
13:07 Li Elmaliyê piştî bi salan kuncî hatin çandin
13:06 Di nîsanê de 220 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:28 Rapora 4 mehan a girtîgehan: Her ku çûye rêbazên tehdekar zêde bûne
12:20 HDP’ê bi sefîrên 18 welatan re hevdîtin pêk anî
11:44 ‘Ji gorên zarokên me çi dixwazin?’
11:44 Ziyareta Dolmabahçe bû ‘raz’ û gelê Kurd berdêla wê da
11:27 ‘Fermana xerakirina goran kê da?’
11:22 Îbrahîm Gokçek rojiya xwe ya mirinê bi dawî kir
10:33 ATO: Dema pirsgirêk hebe bazirganiya rûpoşan nayê qebûlkirin
10:28 ‘Heke em bi hev re li ber xwe bidin, em ê êrişan têk bibin’
10:28 Endamên berê yên Grûp Yorûmê ji bo Gokçek bang kirin
09:46 Pisporê Tenduristiya Ruh: Eşa hin kesan dibe serkeftina hin kesên din
09:21 Dersên kurdî yên onlîne rastî eleqeyê tên
09:20 Rêvebirên qulûban: Perê li ser navê me tê komkirin li ku ye?
09:19 Derdê welatiyan jî û derdê dermangeran jî maske ne
09:18 Li Mêrsînê piştevanî û alîkarî zêde dibe
09:18 Ji bo Stenbolê pêşniyara 'xebata pîlot'
09:11 Gunay: Hevdîtina bi telefonê fikaran ji holê ranake, divê heyete tebduristiyê biçe giravê
09:11 26 salan bi koçberî, zilm, zext, tundî û dorpêçê derbas kir
09:10 Melet: Pêwîste hevdîtina li gel Ocalan berdewam bike
09:09 PDK bi hinceta virûsê hat Zînî Wertê, lê 45 rojin qontrola vîrûsê nakin
09:08 ‘Xebata ku ji bo çawişê pispor hatî kirin bila ji bo Gulistanê jî were kirin’
09:00 Xwe bi tenûrê ji temasê rizgar dikin
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2020'AN
08:26 Li Mêrdînê gundek din kirin karantînayê
04/05/2020
20:52 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 461
19:22 Ahmet Şik ji HDP'ê veqetiya
17:52 Dadgehê ji bo 6 rojnamegerên girtî biryara skandal da
16:50 Dayika Karaman îsyan kir: Tenê 9 meh girtî ma û derket
16:27 Li Îzmirê vîrûsa Covît-19 gihişt 466 xizmetkarên tenduristiyê
16:10 Heyeta HDP’ê Gokçek ziyaret kir: Em Îbrahîm bidin jiyandin
16:09 Bi tena serê xwe çalakî li dar xist
15:46 Heta niha 150 kûsî ji Bendava Ilisûyê hatin rizgarkirin
15:09 Odeya Tabîban ji bo Prof. Dr. Dilmener merasimek li dar xist
14:54 Bultena Kovîd-19 a Şopandina Girtîgehan: Paşîva bê nan
14:46 'Em tu carî dest ji destkeftiyên xwe bernadin'
14:31 Birûskê şivan û 150 bizin kuşt