EDENE - 2 ciwanên HDP'î ku li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê girtî dihatin darizandin hatin berdan
Danişîna doza 2 jê girtî 26 ciwanên Endamên Meclîsa HDP'ê ya Edeneyê ku bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê" dihatin darizandin, li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê hat dîtin. Di danişînê de endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Nuda Dogan û Burhan Erol ên girtî dihatin darizandin serbest hatin berdan.