STENBOL - Hat îdîakrin ku li Arnavûtkoyê zaroka 13 salî ya di rêde dimeşiya rastî tacêzê hat û 3 kes hatin binçavkirin.
Hat îdîakirina ku li Taxa Anadoluyê ya Arnavûtkoyê, duh serê sibê 3 kesan tacîzî zaroka 13 salî kirin. Hat diyar kirin ku 3 kesên di otomobilekê de bûn, xwestin zaroka 13 salî ya diçû mala xwe bi zorê li wesayîtê sîwar bikin, lê ji ber qajiyan zaroka biçûk welatiyên derdorê bi bûyerê hesiyan û 3 kesên xwestin birevin girtin.
Welatiyên 3 kes girtin û derp kirin, düre teslîmî polîsan kirin. 3 kesên hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Polîsan. Malbata zaroka 13 salî bi îdîaya tecîzkirina keça xwe derbarê her 3 kesan de gilî krin. Lêpirsîna her 3 kesan dewam dike.