*Ji parêzerên Ocalan ên berê Dogan Erbaş, peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di hevdîtina telefonê de dabûn nirxand û got: “Hêzên demokratîk ên di nava HDP’ê de cih digirin, li gorî asta tê xwestin ‘têkoşînek hevpar’ bi rêve nabin û divê hemû kes bi awayekê rexnedayîn nêz bibin.”
*Ji Sendîkaya Hemû Gundi ya Hilberînê Sedat Başkavak, diyar kir ku di pêvajoya şewbê de pêdivî bi polîtîkayek çandiniyê ya nû heye û got: “Ji bo parastina karkerên çandiniyê, pêwîstî bi xizmeta tenduristiyê ya mobîl heye.”
*Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran, derbarê hevdîtina telefonê ya piştî 21 salan Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi malbata xwe re pêk anî de wiha got: “Hevdîtina telefona ku li dozgeriyê pêk hatî rewşeke ku asayî di rewşeke awarte de pêkanîne.”
*Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Hatayê Kerem Nalbant, banga mezinkirina Kampanya Malbatê ya Xwişk û Bira kir û got: “Bindest wê bi piştevanî û parvekirinê, cîhanê xweş bikin.”
* Parlementerên HDP'ê yên Şirnexê bertek nîşanî êrîşên li dijî gor û goristanan dan û gotin: "Ev êrîşên hovane û barbarî ne. Êrîşên li dijî goristanan konsepta Navendî ya Enqereyê ye. Divê tu kes li dijî van êrîşan bêdeng nemînin."
* Rapora ÇED a projeya RES a navçeyên Dêrik, Şemrex û Qoserê digire nava xwe, hat qebûlkirin. 50 tûrbînên bayê yên di çarçoveya projeyê de bên avakirin, gefan li Keleha dîrokî Rabat a ji serdema Roma ve maye û Şelaleya GAP a dîrokî dixin.
* Kesên ji baweriyên cuda, bertek nîşanî êrîşên li dijî cenaze û goristanan dan û gotin: “Êrîşên li dijî goristanan faşizme. Di tu baweriyan de êrîşên wiha tuneye. Dest ji pîroziyên mirovan berdin.”
*Dayika Şerzan Kurt ê polîsan kuşt Necla Kurt, diyar kir her ku meha Gulanê tê, birîna wê cardin xwîn dibe û got: “Min zen kir ku piştî kuştina kurê min êdî ciwan nayin kuştin. Min got qey kurê min ê dawî be. Lê ji wê rojê û vir ve kuştina zarokan dewam dike.”
*Pêşketinên derbarê şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) ên li Tirkiyeyê û tevahiya cîhanê bên şopandin.