QEYSERÎ - Komek nijatperest duh di saetên şevê de xwest êrîşî gora endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek bike û di ketina goristinê de, gefên “Em gora terorîst naxwazin. Ger polîs herin emê cenaze ji gorê derxînin û bişewitîn in” xwarin.
Komel nijatperest duh di saetên şevê de, xwestin êrîşî gora endamê Grûo Yorûm Îbrahîm Gokçek ê di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da bikin. Koma nijatperest a hat ber ketina Goristina Halef Hoca ya li navçeya Talas a Qeyseriyê, gefa cenaze ji gorê derxistinê xwarin. Koma nijatperest gefên “Em gora terorîst naxwazin. Polîs wê rojekê rastin, du rojan rewestin û dûr biçin. Ger poîs biçin, emê cenaze ji gorê derbixin û bi şewitînin” xwarin.
Polîsan destûr nedan ku koma nijatperest bikeve goristina. Kom piştî demek şûnde ji ber goristinê çûn.