NAVENDA NÛÇEYAN – Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 53 kesên din jî ji ber şewba coronayê jiyana xwe ji dest dan. Hejmara kesên heya niha mirine bû 3 hezar û 894 û hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 141 hezar û 475.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, tabloya der barê daneyên vîrûsa coronayê (Covîd-19) de li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir. Li gor daneyên Koca, di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê hezar û 704 kesên din jî bi şewbê ketine û 53 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.
Hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 141 hezar û 475 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 3 hezar û 894.