STENBOL - CÎSST'ê rapora girtîgehan aşkere kir û diyar kir ku ji 72 girtîgehên cuda giliyên der barê binpêkirina mafan de ji wan re hatiye û bi hinceta fikara şewba vîrûsê fêkî û zebte ji wan re nayê şandin û girtiyên ku rojiyê nagirin ji xeynî fitar û paşivê nadin wan.
Komeleya Civaka Sivîl a Di Pergala Înfaza Ceza de (CİSST), der barê giliyên ku di navbera 29 Nîsan - 12'ê Gulanê de ji 72 girtîgehên cuda ji wan re hatin kirin rapor û aşkere kirin. CîSST'ê giliyên hatin kir rapor û wiha cih da pirsgirêkên li girtîgehan:
“* Li hin girtîgehan tenê dervê girtîgehê tê îlackirin. Qadên hevpar ên girtî lê dimînin nayê îlackirin.
* li gelek girtîgehan bi rêk û pêk haqijî nayê kirin. Girtî bi derfetên xwe qadên hevpar ên girtîgehê paqij dike. Girtî tenê qawixên xwe paqij dikin.
* Li gel ku hinek qawîş nayên dezenfektekirin jî wekî ku qawîş hatibin dezenfektekirin bi girtiyan kaxizan didin îmzekirin.
* Li hin girtîgehan gardiyan li gorî sînorî fîzîkî tev nagerîn û nêzî girtiyan dibin.
* Li hin girtîgehên vekirî, xwaringeh paqiş nayê amadekirin û gelek girtî li xwaringehê xwarin dixwin.
* Rêveberiyên hin girtîgehan dema sabûn û ava cilan belav dike, li hin girtîgehan bi pereyan belav dike.
* Li hin girtîgehan pereyên rûpoşan ji girtiyan dixwazin.
* Malzemeyên paqijiyê bi pereyan difiroşin girtiyan.
* Dem bi dem avê ji ser girtiyan qut dikin. Avê bi sînor didin girtiyan.
* Piştî girtîgehên vekirî bi sedema destûran hatin valakirin, di xwarinê de pirsgirêk derdikevin. Xwarin kêm, bê qalîte û ne paqij tê amadekirin.
* Li hin girtîgehan bi hinceta vîrûsê sebze û fêkî nadin girtiyan.
* Bi meha remezanê re ji xeynî xwarina fitar û paşîvan nadin girtiyên bê rojî.
* Girtiyên nexweş ji ber ku dema diçin nexweşxaneyê di vegerê de 14 rojan qerantînayê de digirin, êdî naxwazin biçin nexweşxaneyê.
* Li hin girtîgehan girtî rastî tundiya derûnî û muameleya xerab tên.
* Li hin girtîgehan şandina name û daxwaznameyan tên astengkirin. Rojname û nameyan nadin girtîyan."