AYM'ê serlêdana der barê girtiyê rewşa wî xedar Kaya de red kir

  • rojane
  • 09:29 15 Gulan 2020
  • |
img

EDENE - AYM'ê ji bo serlêdana girtiyê nexweş Sabrî Kaya got, "Îdareya girtîgehê wî dibe nexweşxaneyê û tîne, li girtîgehê ambulans heye" û serlêdan red kir. 

Sabrî Kaya ku di Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa T a Osmaniyeyê de ye, ji ber ku nexweş e tim û tim nerihet dibe û tim wî radikin nexweşxaneyê. Ji bo vê parêzerê wî serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dabû ku înfaza Kaya bê taloqkirin. Lê belê AYM'ê serlêdan red kir. 
 
Parêzerê Kaya û Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ÎLhan Ongor, ji bo înfaza Kaya bê taloqkirin û bê tedawîkirin bi daxwaza kontrola bitedbîr serî li AYM'ê dabû. 
 
Ongor, anî ziman ku her î dawî rêviyên Kaya xwînî bûne û ji ber vî wî xistine beşa awarte û got, li girtîgehê du caran qalpaxa dilê wî hatiye guherandin û carekê ameliyat bûye û bi dehan caran jî di beşa awarte de hatiye sekinandin. 
 
BERPIRSIYAR RAYEDAR IN 
 
Ongor, anî ziman ku rewşa Kaya cidî ye, lê belê îdareya girtîgehê, dozgerî û rayedarên nexweşxaneyê carinan tenê bi awayekî sûkî bi dermanan tedawî dikin û di ser guhê xwe re davêjin. Ongor, got: "Sedema ku rewşa Sabrî Kaya wisa xedar bûye bi temamî ji ber îdare, dozgeriyê û bijîşkên Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyeyê ye." 
 
Parêzer Ongor, anî ziman ku ji bo taloqkirina înfaza Kaya bi daxwaza kontrola bitedbîr serî li AYM'ê dabûn, lê belê AYM'ê ji wan re gotiye, "Îdareya girtîgehê wî dibe nexweşxaneyê û tîne, li girtîgehê ambulans heye. Loma hewceyî daxwaza tedbîrê nake" û serlêdan red kir. Ongur, destnîşan kir ku li girtîgehê hebûna ambulansê nayê wateya ku berpirsiyariya kesên îhmalkarî kirine ji holê radike û got: "Heger AYM'ê belge û agahiyên 6 mehên dawî yên der barê Kaya de bixwestana wê asta îhmalkariyê derketana holê." 
 
Her wiha Ongor, diyar kir ku mehek e desteya tenduristiyê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyeyê li hev kom nabe û got: "Sabrî Kaya di hevdîtina xwe ya telefonê ya dawî de ragihandibû ku êdî tu hêviya wî ya ji bo jiyanê nemaye. Ên bûne sedema vê bêhêvîtiyê berpirsiyar in." 
 
Herî dawî bijîşkê Nexweşxaneya Bajêr a Edeneyê ji bo Kaya gotibû: "Talûkeya wî didome. Nikare di girtîgehê de bimîne, lê ez nikarim wî li nexweşxaneyê bidim razandin, corona heye" û wî şandibû girtîgehê. 
 
Ongur, anî ziman ku a rast ji berê heya niha tim wisa bûye  û ji ber vê Sabrî Kaya bi mirinê re rû bi rû maye û xwest dozgerên girtîgehan di şexsê Sabrî Kaya de girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyan bikin û li gor raporên wan ên tenduristiyê înfaza wan taloq bikin. 
 
MA / Hamdûllah Kesen

Sernavên din

17/05/2020
16:51 Jinek li Cizîrê hat kuştin
16:37 Li ser Onlinê kampanya kursên Kurdî dest pê kir
15:58 Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman dewam dikin
15:46 Vîrûs ji Stenbolê anî Wanê
15:20 Di 2 mehan de herî kêm 128 karker ji ber şewbê mirin
15:04 Rapora Girtîgehên Wanê: Talûkeya li ser jiyana girtiyan zêde dibe
14:52 Guven: Em bi xwe tedbîrên xwe bigirin
14:42 Biryara veşartinê ji bo lêpirsîna Hevşaredarên Îdirê dan
14:06 Bi guleyan gef li Ayhan Bîlgen xwarin
13:57 Agir bi dexl zadê Mexmûra Jêrîn ket
13:32 Komeleya Ekolojî ya Mêrdînê bertek nîşanî çêkirina RES’ê da
13:32 Şîrket zorê li karkerên bi şewbê ketine dike ku îstîfa bikin
13:00 KCD'ê Kurtay, Anyik, Oner û Zengîn bibîr anîn
12:37 Deriyê Navenda Vegerandina Kocberan li parêzeran girtin
11:34 Koçberiya masiyên Gola Wanê dest pê kir
11:27 Karkerê çandiyê yê bi ceyranê ve ma jiyana xwe ji dest da
11:27 ‘Îbrahîm nayê jibîrkirin’
10:41 Endamên OSO li Serêkaniyê 2 sivîl kuşt li Eyn îsa dexil şewitad
10:10 Hevşaredarê Vartînîsê hat girtin
09:46 Çend dîmenên xizaniyê
09:24 Prof. Kurul: Divê Tirkiye bi têgînên ‘terorê’ û ‘terorîst’ re rû bi rû were
09:21 Li Girtîgeha Xarpêtê li girtiyên jin dane
09:12 DYA li dijî Îranê amadekariya şer dike
09:03 Çinîna ceh li Şengalê dest pê kir
09:02 Behsa hevalên xwe yê qawîşê Kûrtay, Zengîn, Anyik û Oner kir
09:01 Êrîşa li ser goristana perçeyek ji feraseta 'bila kurd dayika xwe nebîne' ye
09:01 Kûrtalan: AKP'ê pandemî jî veguherandiye firsendê
09:00 Pîroglû: Em dikarin siyaseta dijminatiyê ya îqtidarê pûç bikin
09:00 Parêzvanên mafên mirovan: Şewb veguherandina tolhilgirtinê
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2020'AN
16/05/2020
20:17 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 96
16:50 TMMOB’ê bertek nîşanî HES’ên Geliyê Zîlan da
16:25 Delîla suc ku xistin stuyê Hevşaredar aydî eskerê TSK’ê derket
16:11 Li Wanê nexweşên Covît-19 zêde dibin
15:59 ‘Hemû girtiyên nexweş berdin'
15:32 Jinan li Ofîsê Zincîra Xemrî ava kir: Jin Jîyan Azadî
15:07 Bûldan: Em bêdeng bimînin dê dor bê Stenbol û Enqerê jî
14:47 Li Îdir û Amedê qeyûm şermezar kirin
14:38 YNK'ê meşa Zînî Wertê asteng kir
14:35 Ji xizmên windayan pêşniyara “komîsyona rûbirûbûnê”
14:20 DEDAŞ'ê dîsa ceyran qut kir û gelek gund bê av man
14:04 Dayikên Şemiyê: Bila gorên her kesî bên dîtin
13:50 Banga ‘bêdeng nemîne’ li Îmamoglû kirin
13:29 Ji bo Kaya daxwaza ‘berdana lezgîn’
13:28 'Êrîşa li djiî goristanan hişmendiya Yezîd e'
13:27 Rêya çareseriyê têkoşîna hevpar e
13:03 Zîlan li ber çavê me dipirpirt e!
12:31 Dayik: Sol perçe kirin û dan girtiyan
12:09 Esker li Licê derketin operasyonê
12:06 Tundiya li dijî jin û zarokan zêde bû
12:00 Ne destûr dan bên şûştin, ne jî wesayîta cenaze dan malbatan
11:32 Xwişka Ferhat Kurtay: Her yek ji wan welatek bûn
11:13 Ciwanan dest bi meşa Zînî Wertê kirin
11:03 Çîçek: Ocalan, siyaseta ku hevsengiya Rojhilata Navîn biguhere pêş dixe
09:44 Ozsoy: Dewlet dixwaze miriyên kurdan ji îmaja siyasî derbixe
09:23 KÎD: Xwedî derketina mafê ziman seknek olî, sincî û mirovî ye
09:02 Ji bo girtiyên nexweş daxwaza 'tedawiya li malê'
09:01 Ên tên perçekirin ne gor in, mirovahî ye
09:01 Nivîsandina weziyeta karkerên çandiniyê bi qasî karê wan zehmet e!
09:00 Ondeş: Bi gotina 'raza dewletê' ser şaşiyan tê girtin
09:00 Cerdevan li Cûdî daristanê talan û wêran dikin
09:00 Li ser navê 'asayîbûnê' piştgiriya ji bo sermayeyê
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2020'AN
15/05/2020
23:48 Celîlê Celîl: Divê kurd dibistana vekin bi navê Hawarê
19:37 Îro hezar û 708 kes bi şewbê ketine
17:16 Xebata Tifaqa Kurdistanê tayînkirina qeyûman şermezar kir
16:47 Bijîşkekî din bi Covît-19 jiyana xwe ji dest da
16:40 Qeyûm ewil wêneyê Soylu û Erdogan bi dîwarê şaredariyê dakir
16:23 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:15 Adiyaman: Wezareta Tenduristiyê destûrê nade lêkolînên zanistî
16:09 Li her deverê bertek nîşanî qeyûman dan: Roj ne roja bêdengiyê ye
15:58 SES dê li dijî giştînameya SGK'ê dozê veke
15:56 Egîtîm Sen: Bi zimanê xwe bijîn
15:03 Li Xarpêtê gardiyanan li jinên girtî da
15:02 Polîsan bi gaza îsotê êrîşî welatiyan kirin
15:00 TJA: Her netew li ser çand û zimanê xwe mezin dibe
14:24 Karê ewil ê qeyûm Merşa Îstîklalê bû
14:21 Li Geliyê Zîlanê dê carek din talankirin pêk were
14:01 ‘Dewlet li dijî zimanê kurdî darbeyê pêk tîne’
13:06 Li dijî qeyûman bertek zêdene: Asayîbûna Qesrê ev e
13:05 Sancar: Ev îqtîdar darbekar e
12:50 Li dijî vîna hilbijêran darbe: Ji 65 şaredariyan qeyûm tayînî 45 şaredariyan kirin
12:45 DBP: Şaredarî hatin dagirkirin
12:18 Girtiya nexweş Ozbay: Dixwazin em ji mirinan yekê hilbijêrin
12:09 Polîsan li Qelqeliyê 43 kes binçav kirin
11:33 Di fabrîqeyan de 118 karker bi vîrûsa koronayê ketin
11:22 Yekîtiya Jinên Kurd Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
11:03 'Guh bidin vê Hawarê'
10:46 DBP: Em hemû qad û jiyana xwe bikin bi kurdî
10:33 Derî û şibake şikandin
10:20 Parlementerên HDP’ê: Yên dibêjin darbe ew bixwe darbekar in
10:20 Ji ber ambargoyê dermankirina nexweşan tê astengkirin
10:16 Dr. Deger: Heta derman neyê dîtin mirov nikare qala asayîbûnê bike
09:57 Encama Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya 7'an diyar bû
09:42 Saleka xwe ya bi astengî derbas bû vegotin
09:30 HDP: Cejna Zimanê Kurdî li dijî zextan berxwedan e
09:30 Li Bedlîsê 356 malbatan hev dîtin
09:29 Kampanyaya xwendin, nivîsandin û pêşvebirina kurdî
09:29 AYM'ê serlêdana der barê girtiyê rewşa wî xedar Kaya de red kir
09:28 Fîlmekî nû yê Alî Kemal Çinar: Dilop