Encama Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya 7'an diyar bû

  • rojane
  • 09:57 15 Gulan 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya 7'an de dosyeya Sûat Baran a bi navê "Kitêba Elbakof" hêjayî xelatê hat dîtin. 
 
Encama Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya 7'an diyar bû. Malbata Arjen Arî û Weşanên Sor, îsal ji ber pandemiya Covîd-19'ê ne bi civandina kedkarên çapemeniyê, lê bi awayekî nivîskî encama pêşbirkê bi wêjehezan û raya giştî re parve kirin. Di pêşbirka îsal de dosyeya Sûat Baran a bi navê "Kitêba Elbakof" hêjayî xelatê hatiye dîtin.
 
Daxuyaniya nivîskî ya ji hêla malbata Arjen Arî û Weşanên Sorê ve hat parvekirin wiha ye:
 
"Ewila ewil me divê em bibêjin ku em îsal encamnameya pêşbirkê, ji ber pandemiya COVID-19ê, ne bi civandina kedkarên çapemeniyê, bi awayeke nivîskî eşkere dikin.
 
Wekî tê zanîn îsal cara 7. li ser navê şairê gewre Arjen Arî pêşbirka helbestan tê lidarxistin. Me di Mijdara 2019an de îlana îsalîn ragihandibû. 
Îro cejna zimanê kurdî ye. Em li ser navê pêşbirkê û Weşanên Sor pîroz dikin û hêvî dikin ku ev pêşbirk hê gelek ciwanên qelemxurt bigihîne edebiyata kurdî û bi qelemên wan û gelek ciwanên dî edebiyata kurdî her bi pêş ve biçe.
 
Îsal 5 dosyeyan serî li pêşbirkê dan. Juriya îsalîn ji Fewzî Bîlge, Yeqîn h., Bêrîvan Zînzal, Berken Bereh û Necla Arî pêk dihat. Pênc endamên juriyê dosyeyan nirxandin û nîqaşên xwe kirin. Bi qineta hevpar a her pênc endamên juriyê, bi boneya ku xwediyê dosyeyê edebiyata kurdî û ya cîhanê baş dizane û hêviya pêşketinê dide, dosyeya Suat Baran a bi navê Kitêba Elbakof hêjayî dîtin. 
 
SUAT BARAN KÎ YE? 
 
Danasîna ku bo pêşbirkê şandibû bêyî ku em jê qut bikin an lê zêde bikin wiha ye:
 
'Sala 1986an li Wanê hate dinyayê û zaroktî û balixiya xwe li Trabzonê derbas kir. Li Zanîngeha Stembolê Ziman û Wêjeya Yûnaniya Nûjen (2008) û li Zanîngeha Yıldız Teknikê Mamostetiya Îngilîzî (2015) kuta kir, dûre li Zanîngeha Bilgiyê di beşa Cultural Studies de mastera xwe wergirt (2014) û niha jî li Zanîngeha Boğaziçiyê di beşa Edebiyata Tirkî de doktoraya xwe dike. Di teza xwe ya masterê de li ser trawmaya zimên û bêdengiyê xebitî di roman û çîrokên Suzan Samanciyê de.
 
Ev deh sal zêdetir e bi karê wergera edebî re jî mijûldar e hem ji yûnanî hem jî îngilîzî. Ji yûnanî bo tirkî 5 wergerên wî wek kitêb çap bûne di navbera 2007-2010an de. Lê dûre dev ji wergera tirkî berda û bala xwe bêtir da kurdî. Heta niha gelek wergerên wî yên bi kurdî yên gotar, çîrok û helbestan di kovarên mîna Yazınca, Tabularasa, Wêje û Rexne, Zarema, Jehr, Asîva, Derwaze û bloga wî (wergeraedebi.blogspot.com) de derketine. Di ekîba derxistina kovara nîv-akademîk ya Zaremayê de rolek girtiye. Ji bilî karê wergerê, bi sê zimanan xebatên xwe yên akademik didomîne. Ji xeynî wergerê çîrok jî nivîsandine lê tu carî ji çîrokên xwe razî nebûye. Têkiliya wî ya bi helbestê jî, herçiqas ji nivîsandinê bêtir dixwend jî, ji demên wî yên lîseyê vir de tu carî qut nebûye. Lê piştî çendin ristên wî yên bi tirkî, bi yûnanî û bi îngilîzî ku li Yûnanistan û Letonyayê di kitêb û salnameyan derketine, meyl û keda xwe da û dide helbesta kurdî. Ji ber ku kurdî ji bo wî zimanê yekane ye ku xwe tê de azad û dûrî zehmetiyên dinyayê dihese.'
 
Em weke amadekarên vê pêşbirkê wî pîroz dikin û me hêvî heye ku bi vê xelatê, vê afirînerî û çalakvaniya xwe di qada helbesta kurdî de hê bi pêştir bixe.
Ligel vê xelatê weke tê zanîn em her sal xelata rûmetê jî didin. Îsal Prof. Dr. Şebnem Korur Fincancı hêjayî xelata rûmetê hate dîtin. Salên dûdirêj in ku Şebnem Korur Fincancı weke seroka giştî ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê li hemberî îşkence û zordestiya hêzên dewletê xebatên zanistî dimeşîne, bi tedawî û koordînasyona kesên îşkencedîtî ve mijûl dibe, her parastina mafên gelê kurd dike û ji bo dostaniya gelên rojhilatanavîn û dinyayê têdikoşe. 
Me merasîma xelatdanê ev çend salên dawîn di Fûara Pirtûkan a Amedê de li dar dixist. Lê em ji niha ve nizanin bê ka dê fûar li dar bikeve yan na. Ji ber hindê em ê tarîx û ciyê merasîma xelatdanê, li gor seyra pandemiya COVID-19ê, di rojên bê de ragihînin raya giştî.
 
Weke her sal, em dîsa bang li canik û camêrên ciwan dikin da ku sala bê helbestên xwe bo pêşbirka helbestana a Arjen Arî bişînin û em bang li sazî û dezge û medyaya kurdan dikin da ku bêhtir danasîna pêşbirkê bikin."
 

Sernavên din

17/05/2020
16:51 Jinek li Cizîrê hat kuştin
16:37 Li ser Onlinê kampanya kursên Kurdî dest pê kir
15:58 Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman dewam dikin
15:46 Vîrûs ji Stenbolê anî Wanê
15:20 Di 2 mehan de herî kêm 128 karker ji ber şewbê mirin
15:04 Rapora Girtîgehên Wanê: Talûkeya li ser jiyana girtiyan zêde dibe
14:52 Guven: Em bi xwe tedbîrên xwe bigirin
14:42 Biryara veşartinê ji bo lêpirsîna Hevşaredarên Îdirê dan
14:06 Bi guleyan gef li Ayhan Bîlgen xwarin
13:57 Agir bi dexl zadê Mexmûra Jêrîn ket
13:32 Komeleya Ekolojî ya Mêrdînê bertek nîşanî çêkirina RES’ê da
13:32 Şîrket zorê li karkerên bi şewbê ketine dike ku îstîfa bikin
13:00 KCD'ê Kurtay, Anyik, Oner û Zengîn bibîr anîn
12:37 Deriyê Navenda Vegerandina Kocberan li parêzeran girtin
11:34 Koçberiya masiyên Gola Wanê dest pê kir
11:27 Karkerê çandiyê yê bi ceyranê ve ma jiyana xwe ji dest da
11:27 ‘Îbrahîm nayê jibîrkirin’
10:41 Endamên OSO li Serêkaniyê 2 sivîl kuşt li Eyn îsa dexil şewitad
10:10 Hevşaredarê Vartînîsê hat girtin
09:46 Çend dîmenên xizaniyê
09:24 Prof. Kurul: Divê Tirkiye bi têgînên ‘terorê’ û ‘terorîst’ re rû bi rû were
09:21 Li Girtîgeha Xarpêtê li girtiyên jin dane
09:12 DYA li dijî Îranê amadekariya şer dike
09:03 Çinîna ceh li Şengalê dest pê kir
09:02 Behsa hevalên xwe yê qawîşê Kûrtay, Zengîn, Anyik û Oner kir
09:01 Êrîşa li ser goristana perçeyek ji feraseta 'bila kurd dayika xwe nebîne' ye
09:01 Kûrtalan: AKP'ê pandemî jî veguherandiye firsendê
09:00 Pîroglû: Em dikarin siyaseta dijminatiyê ya îqtidarê pûç bikin
09:00 Parêzvanên mafên mirovan: Şewb veguherandina tolhilgirtinê
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2020'AN
16/05/2020
20:17 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 96
16:50 TMMOB’ê bertek nîşanî HES’ên Geliyê Zîlan da
16:25 Delîla suc ku xistin stuyê Hevşaredar aydî eskerê TSK’ê derket
16:11 Li Wanê nexweşên Covît-19 zêde dibin
15:59 ‘Hemû girtiyên nexweş berdin'
15:32 Jinan li Ofîsê Zincîra Xemrî ava kir: Jin Jîyan Azadî
15:07 Bûldan: Em bêdeng bimînin dê dor bê Stenbol û Enqerê jî
14:47 Li Îdir û Amedê qeyûm şermezar kirin
14:38 YNK'ê meşa Zînî Wertê asteng kir
14:35 Ji xizmên windayan pêşniyara “komîsyona rûbirûbûnê”
14:20 DEDAŞ'ê dîsa ceyran qut kir û gelek gund bê av man
14:04 Dayikên Şemiyê: Bila gorên her kesî bên dîtin
13:50 Banga ‘bêdeng nemîne’ li Îmamoglû kirin
13:29 Ji bo Kaya daxwaza ‘berdana lezgîn’
13:28 'Êrîşa li djiî goristanan hişmendiya Yezîd e'
13:27 Rêya çareseriyê têkoşîna hevpar e
13:03 Zîlan li ber çavê me dipirpirt e!
12:31 Dayik: Sol perçe kirin û dan girtiyan
12:09 Esker li Licê derketin operasyonê
12:06 Tundiya li dijî jin û zarokan zêde bû
12:00 Ne destûr dan bên şûştin, ne jî wesayîta cenaze dan malbatan
11:32 Xwişka Ferhat Kurtay: Her yek ji wan welatek bûn
11:13 Ciwanan dest bi meşa Zînî Wertê kirin
11:03 Çîçek: Ocalan, siyaseta ku hevsengiya Rojhilata Navîn biguhere pêş dixe
09:44 Ozsoy: Dewlet dixwaze miriyên kurdan ji îmaja siyasî derbixe
09:23 KÎD: Xwedî derketina mafê ziman seknek olî, sincî û mirovî ye
09:02 Ji bo girtiyên nexweş daxwaza 'tedawiya li malê'
09:01 Ên tên perçekirin ne gor in, mirovahî ye
09:01 Nivîsandina weziyeta karkerên çandiniyê bi qasî karê wan zehmet e!
09:00 Ondeş: Bi gotina 'raza dewletê' ser şaşiyan tê girtin
09:00 Cerdevan li Cûdî daristanê talan û wêran dikin
09:00 Li ser navê 'asayîbûnê' piştgiriya ji bo sermayeyê
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2020'AN
15/05/2020
23:48 Celîlê Celîl: Divê kurd dibistana vekin bi navê Hawarê
19:37 Îro hezar û 708 kes bi şewbê ketine
17:16 Xebata Tifaqa Kurdistanê tayînkirina qeyûman şermezar kir
16:47 Bijîşkekî din bi Covît-19 jiyana xwe ji dest da
16:40 Qeyûm ewil wêneyê Soylu û Erdogan bi dîwarê şaredariyê dakir
16:23 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:15 Adiyaman: Wezareta Tenduristiyê destûrê nade lêkolînên zanistî
16:09 Li her deverê bertek nîşanî qeyûman dan: Roj ne roja bêdengiyê ye
15:58 SES dê li dijî giştînameya SGK'ê dozê veke
15:56 Egîtîm Sen: Bi zimanê xwe bijîn
15:03 Li Xarpêtê gardiyanan li jinên girtî da
15:02 Polîsan bi gaza îsotê êrîşî welatiyan kirin
15:00 TJA: Her netew li ser çand û zimanê xwe mezin dibe
14:24 Karê ewil ê qeyûm Merşa Îstîklalê bû
14:21 Li Geliyê Zîlanê dê carek din talankirin pêk were
14:01 ‘Dewlet li dijî zimanê kurdî darbeyê pêk tîne’
13:06 Li dijî qeyûman bertek zêdene: Asayîbûna Qesrê ev e
13:05 Sancar: Ev îqtîdar darbekar e
12:50 Li dijî vîna hilbijêran darbe: Ji 65 şaredariyan qeyûm tayînî 45 şaredariyan kirin
12:45 DBP: Şaredarî hatin dagirkirin
12:18 Girtiya nexweş Ozbay: Dixwazin em ji mirinan yekê hilbijêrin
12:09 Polîsan li Qelqeliyê 43 kes binçav kirin
11:33 Di fabrîqeyan de 118 karker bi vîrûsa koronayê ketin
11:22 Yekîtiya Jinên Kurd Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
11:03 'Guh bidin vê Hawarê'
10:46 DBP: Em hemû qad û jiyana xwe bikin bi kurdî
10:33 Derî û şibake şikandin
10:20 Parlementerên HDP’ê: Yên dibêjin darbe ew bixwe darbekar in
10:20 Ji ber ambargoyê dermankirina nexweşan tê astengkirin
10:16 Dr. Deger: Heta derman neyê dîtin mirov nikare qala asayîbûnê bike
09:57 Encama Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya 7'an diyar bû
09:42 Saleka xwe ya bi astengî derbas bû vegotin
09:30 HDP: Cejna Zimanê Kurdî li dijî zextan berxwedan e
09:30 Li Bedlîsê 356 malbatan hev dîtin
09:29 Kampanyaya xwendin, nivîsandin û pêşvebirina kurdî
09:29 AYM'ê serlêdana der barê girtiyê rewşa wî xedar Kaya de red kir
09:28 Fîlmekî nû yê Alî Kemal Çinar: Dilop