SÊRT - Qeyûmê tayînî Şaredariya Sêrtê hat kirin, ewil wêneyê Wezîr Suleyman Soylu û Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan bi diwarê odeyê dakir.
Wezareta Karên Hundir, qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê yên Îdîr, Sêrt û navçeyên Misirc û Hawêlê û Bajaroka Vartinîsê kirin. Waliyê Sêrtê Ali Fuat Atik, ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Sêrtê hat kirin, ewil wêneyê Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bi dîwarê odeya Şaredariyê ve daliqand.
Dîsa weşana malpera şaredariya Sêrtê rawesdand û dest bi nûkirinê kir.