AMED - Li Navçeya Licê ya Amedê esker derketin operasyonê.
Li Gundên Banê Dêran, Hezmaz, Sisê û mezra Eloxuşo yên Navçeya Licê ya Amedê esker derketin operasyonê. Eskerên ku li gundan derketin operasyonê, li ser rêyan nokteyên kontrolê danîn. Operasyona eskerî ya li gundan û kontrola ser rêyan didome.