Behsa hevalên xwe yê qawîşê Kûrtay, Zengîn, Anyik û Oner kir

  • rojane
  • 09:02 17 Gulan 2020
  • |
img
MÊRDÎN – Beşîr Dundar ku tevî Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner di heman qawîşê de maye, anî ziman ku tenê xwestekeke Çaran hebû ew jî yekîtiya kurdan bû. 
 
Di ser çalakiya "Çaran"; Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zenîn û Necmî Oner re 38 sal derbas bûn. Kûrtay, Anyik, Zengîn û Oner di 17'ê Gulana 1982'yan de li dijî îşkence, muameleya xirab, cinayet û darvekirinên dema Darbeya Eskerî ay 12'ê Îlonê li Girtîgeha Amedê li qawîşa 33'yan agir berdabûn bedena xwe.   
 
Hevalên wan ê qawîşê beşîr Dundar behsa wan kir. 
 
‘BERXWEDANEKE MEZIN HEBÛ' 
 
Dundar, ji bo îşkenceya li Girtîgeha Jimare 5'an a Amedê got: "Ji xwe îşkence paşnavê me kurdan bû." 
 
Dundar, ji bo tiştên li girtîgehê pêk dihatin jî got: "Li Zindana Amedê berxwedaneke mezin hebû. Li dijî vê jî îşkence, lêdan û her cure tahde hebû. Em kurd gava behsa wan rojan dikin, piranî beha lêdan û îşkenceyê dikin. Ez dibêm ev ji ber mexdûr bûnê ye. Yanî ne ji bo em xwe şîrîn bikin an jî dilê ên me temaşe dikin bişewitînin. Lê ev fatûreya me jî bedêlên me bûn. Heger tu bêjî ez kurd im û bêjî ez ji zimanê xwe hez dikim, tu yê fatûreya vê yekê jî bidî. Ji bo van daxwazên me ev fatûre li me birîn. Divê te negotana ez kurd im, gere te dîroka xwe înkar bikirana, te zimanê xwe înkar bikirana û gere te heqaret li van tiştan bikira. Fatûreya redkirina van tiştan dibirîn. Ji sedî 90'ê sedema girtina me ev bû." 
 
‘GOTINA DAWÎ YA FERHAT; XWEDÎ LI HEVALAN DERKEVIN' 
 
Dundar, behsa berî çalakiya Çaran û piştî çalakiya wan kir: "Piştî Newrozê bû. Hevalê ferhat got; 'Hevalê Mazlûm şehîd bûye.' Awayê şehîdbûna wî got. Got, êvara Newrozê bûye. Min Mazlûm nedît. Hema bêjê kesî jî wî nedîtibû. Lê her kesî pir hez jê dikirin. Loma me pir bêriya wî dikir. Me nizanibû wê çi bibe û em ê çi bikin. Meha Gulanê bû. Şeva 16'ê Gulanê saet 03.30 bû. Agir bi qawîşê ket. Heval bazdan çûn serşoyê av anîn. Serşoya me jî tunebû, lê qazana serşoyê hebû. Me nizanibû çi bûye. Me dît Ferhat her sê hevalên me yên din in. Ewilî me ew nas nekirin, lê hevalê Ferhat rûniştîbû. Serê her sê hevalan jî li ser çoka Ferhat bûn û dişewitîn. Ferhat, got 'Agir netefînin, ev çalakî ye. Ên agir bitefînin xiyanetê dikin.' Me ew rakirin. Atomosferek pir cuda bû." 
 
Dundar, anî ziman ku gava agir tefiyaye ji ferhat re gotiye "Ez dikarim çi bikim" û Ferhat jî jê balîf xwestiye. Dundar, got: "Çûm min balîf anî, xist bin serê wî. Gava min destê xwe xist bin serê wî destê min jî diheliya. Min pir hez jê dikirin. Ne tenê ez, her kesî. Dijminê wî jî jê hez dikir. Dijminê bavê wî jî. Min jê pirsî ka em dikarin çi bikin. Got, 'Xwedî li hevalaan derkevin.' Gotina herî dawî ji min re got, ev bû. Niha hûn bêjin wekî wî dixwest em xwedî derketin an na? Em derneketin. Çimkî heger ez jî fedekar bûma, gere niha li cem wî bûma. Ev nexweşîna xwe berdaye nava me, ev nexweşîna jiyana me teslîm girtiye nehişt em vê fedekariyê bikin. ferhat, fedekar bû, jîr bû. Di warê zimanê zikmakî xwe pêş xistibû. Ders dida me hemûyan. Di warê kurdî de gava kêmasiyek me hebûna me jê dipirsî." 
 
‘EŞREF XWEDÎ RUHEKÎ ANARŞÎST BÛ' 
 
Dundar ku ji bo Eşref Anyik got "xwedî ruhekî anarşît bû." Dundar, anî ziman ku carinan hin tişt nîqaş dikirin û Anyik dihat cem wî dipirsî û ka ew çi difikire. Dundar, behsa bîranînek xwe û Anyik jî kir û got: "Min ne bi Marks zanibû ne jî Lenîn. Ji xwe ez, eşref, Adnan, Necmî, Mahmût û çar hevalên din me tim lêdan dixwar. Ên din jî diçûn firaq dişûştin. Ên çaygerî dikirin jî hebûn. Loma herî zêde fatûre li me dihat birîn. Her roj îşkence dikirin. Lê em bêtir li ser xwe bûn. Her ku îşkence dikirin me bêtir li ber xwe dida. Lê hevalê Eşref pir baş bû. Heval hemû wisa bûn." 
 
Dundar, behsa bîranên xwe û Necmî Oner û Mahmût Zenîngîn jî kir û got: "Sibehê heya êvarî bi Ferhat re bûn. Bedew bûn. Em ne layiqî wan in." 
 
‘WÊ BAŞTIR BIBE' 
 
Dundar, anî ziman ku piştî Çaran agir berdaye bedana xwe Ferhat Kûrtay gotiye "Wê ji niha û şûnde baştir bibe" û got: "Piştî wê îşkence hinekî kêm bû. Hebû lê ne wekî berê. Ev çalakî ne ji bo zengînbûnê, ne ji bo berjwendiyeke şexsî bû. Ev çalakî tiştekî din bû." 
 
Dundar, anî ziman ku niha wekî berê îşkence tuneye lê rewşa niha xirabtir e û got: "Kapîtalîzm daxilî nav jiyana me bûye û rewş zehmetir bûye. Rewşa girtîgehan xirabtir bûye. Niha bê sûc jî mirov tên girtin. Belkî hinceta girtinê biçûk be lê zext û zorî zêde ne." 
 
Dundar, destnîşan kir ku ji bo girtina kurdan pêdivî bi hincetekê tuneye û ji bo dema 12'ê Îlonê got: "Gava hevalek bihata îşkencekirn, bertek nîşan dida digot 'Çima li min daye.' Ji gardiyanekî pirsî, gardiyan jî got 'lawo her derê te bahane ye.'" 
 
Dundar, destnîşan kir ku tenê daxwazek kurdan heye ew jî ziman û çanda wan û got: "Tenê ne kurdî ye. Erebî, tirkî hemû jî hêja ne. Lê zimanê me wekî şîrê dê ye. Gava nîvcomayî be ne zirara wê heye, ne jî fêdeya wê. Lê a girîng em baş bi zimanê xwe zanibin." 
 
YEKÎTÎ
 
Dundar, destnîşan kir ku şert û mercên niha jî pir giran in û got: "Îro, yekîtî û tifaq ji her tiştî girîngtir e. Ji hezkirina her tiştî baştir e. Hezkirina mezin bi tifaq û yekîtiyê pêkan e. Heger em bibin yek, wê êrîş bi kêr neyên. Heger em nebin yek, duh çi hatin serê me wê îro jî bên serê me. Daxwaza hevalên Ferhat wan ev bû. Yekîtî tenê ne ji bo kurdan, ji bo tirk, ereb û xirîstiyanan jî lazim e." 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

17/05/2020
16:51 Jinek li Cizîrê hat kuştin
16:37 Li ser Onlinê kampanya kursên Kurdî dest pê kir
15:58 Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman dewam dikin
15:46 Vîrûs ji Stenbolê anî Wanê
15:20 Di 2 mehan de herî kêm 128 karker ji ber şewbê mirin
15:04 Rapora Girtîgehên Wanê: Talûkeya li ser jiyana girtiyan zêde dibe
14:52 Guven: Em bi xwe tedbîrên xwe bigirin
14:42 Biryara veşartinê ji bo lêpirsîna Hevşaredarên Îdirê dan
14:06 Bi guleyan gef li Ayhan Bîlgen xwarin
13:57 Agir bi dexl zadê Mexmûra Jêrîn ket
13:32 Komeleya Ekolojî ya Mêrdînê bertek nîşanî çêkirina RES’ê da
13:32 Şîrket zorê li karkerên bi şewbê ketine dike ku îstîfa bikin
13:00 KCD'ê Kurtay, Anyik, Oner û Zengîn bibîr anîn
12:37 Deriyê Navenda Vegerandina Kocberan li parêzeran girtin
11:34 Koçberiya masiyên Gola Wanê dest pê kir
11:27 Karkerê çandiyê yê bi ceyranê ve ma jiyana xwe ji dest da
11:27 ‘Îbrahîm nayê jibîrkirin’
10:41 Endamên OSO li Serêkaniyê 2 sivîl kuşt li Eyn îsa dexil şewitad
10:10 Hevşaredarê Vartînîsê hat girtin
09:46 Çend dîmenên xizaniyê
09:24 Prof. Kurul: Divê Tirkiye bi têgînên ‘terorê’ û ‘terorîst’ re rû bi rû were
09:21 Li Girtîgeha Xarpêtê li girtiyên jin dane
09:12 DYA li dijî Îranê amadekariya şer dike
09:03 Çinîna ceh li Şengalê dest pê kir
09:02 Behsa hevalên xwe yê qawîşê Kûrtay, Zengîn, Anyik û Oner kir
09:01 Êrîşa li ser goristana perçeyek ji feraseta 'bila kurd dayika xwe nebîne' ye
09:01 Kûrtalan: AKP'ê pandemî jî veguherandiye firsendê
09:00 Pîroglû: Em dikarin siyaseta dijminatiyê ya îqtidarê pûç bikin
09:00 Parêzvanên mafên mirovan: Şewb veguherandina tolhilgirtinê
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2020'AN
16/05/2020
20:17 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 96
16:50 TMMOB’ê bertek nîşanî HES’ên Geliyê Zîlan da
16:25 Delîla suc ku xistin stuyê Hevşaredar aydî eskerê TSK’ê derket
16:11 Li Wanê nexweşên Covît-19 zêde dibin
15:59 ‘Hemû girtiyên nexweş berdin'
15:32 Jinan li Ofîsê Zincîra Xemrî ava kir: Jin Jîyan Azadî
15:07 Bûldan: Em bêdeng bimînin dê dor bê Stenbol û Enqerê jî
14:47 Li Îdir û Amedê qeyûm şermezar kirin
14:38 YNK'ê meşa Zînî Wertê asteng kir
14:35 Ji xizmên windayan pêşniyara “komîsyona rûbirûbûnê”
14:20 DEDAŞ'ê dîsa ceyran qut kir û gelek gund bê av man
14:04 Dayikên Şemiyê: Bila gorên her kesî bên dîtin
13:50 Banga ‘bêdeng nemîne’ li Îmamoglû kirin
13:29 Ji bo Kaya daxwaza ‘berdana lezgîn’
13:28 'Êrîşa li djiî goristanan hişmendiya Yezîd e'
13:27 Rêya çareseriyê têkoşîna hevpar e
13:03 Zîlan li ber çavê me dipirpirt e!
12:31 Dayik: Sol perçe kirin û dan girtiyan
12:09 Esker li Licê derketin operasyonê
12:06 Tundiya li dijî jin û zarokan zêde bû
12:00 Ne destûr dan bên şûştin, ne jî wesayîta cenaze dan malbatan
11:32 Xwişka Ferhat Kurtay: Her yek ji wan welatek bûn
11:13 Ciwanan dest bi meşa Zînî Wertê kirin
11:03 Çîçek: Ocalan, siyaseta ku hevsengiya Rojhilata Navîn biguhere pêş dixe
09:44 Ozsoy: Dewlet dixwaze miriyên kurdan ji îmaja siyasî derbixe
09:23 KÎD: Xwedî derketina mafê ziman seknek olî, sincî û mirovî ye
09:02 Ji bo girtiyên nexweş daxwaza 'tedawiya li malê'
09:01 Ên tên perçekirin ne gor in, mirovahî ye
09:01 Nivîsandina weziyeta karkerên çandiniyê bi qasî karê wan zehmet e!
09:00 Ondeş: Bi gotina 'raza dewletê' ser şaşiyan tê girtin
09:00 Cerdevan li Cûdî daristanê talan û wêran dikin
09:00 Li ser navê 'asayîbûnê' piştgiriya ji bo sermayeyê
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2020'AN
15/05/2020
23:48 Celîlê Celîl: Divê kurd dibistana vekin bi navê Hawarê
19:37 Îro hezar û 708 kes bi şewbê ketine
17:16 Xebata Tifaqa Kurdistanê tayînkirina qeyûman şermezar kir
16:47 Bijîşkekî din bi Covît-19 jiyana xwe ji dest da
16:40 Qeyûm ewil wêneyê Soylu û Erdogan bi dîwarê şaredariyê dakir
16:23 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:15 Adiyaman: Wezareta Tenduristiyê destûrê nade lêkolînên zanistî
16:09 Li her deverê bertek nîşanî qeyûman dan: Roj ne roja bêdengiyê ye
15:58 SES dê li dijî giştînameya SGK'ê dozê veke
15:56 Egîtîm Sen: Bi zimanê xwe bijîn
15:03 Li Xarpêtê gardiyanan li jinên girtî da
15:02 Polîsan bi gaza îsotê êrîşî welatiyan kirin
15:00 TJA: Her netew li ser çand û zimanê xwe mezin dibe
14:24 Karê ewil ê qeyûm Merşa Îstîklalê bû
14:21 Li Geliyê Zîlanê dê carek din talankirin pêk were
14:01 ‘Dewlet li dijî zimanê kurdî darbeyê pêk tîne’
13:06 Li dijî qeyûman bertek zêdene: Asayîbûna Qesrê ev e
13:05 Sancar: Ev îqtîdar darbekar e
12:50 Li dijî vîna hilbijêran darbe: Ji 65 şaredariyan qeyûm tayînî 45 şaredariyan kirin
12:45 DBP: Şaredarî hatin dagirkirin
12:18 Girtiya nexweş Ozbay: Dixwazin em ji mirinan yekê hilbijêrin
12:09 Polîsan li Qelqeliyê 43 kes binçav kirin
11:33 Di fabrîqeyan de 118 karker bi vîrûsa koronayê ketin
11:22 Yekîtiya Jinên Kurd Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
11:03 'Guh bidin vê Hawarê'
10:46 DBP: Em hemû qad û jiyana xwe bikin bi kurdî
10:33 Derî û şibake şikandin
10:20 Parlementerên HDP’ê: Yên dibêjin darbe ew bixwe darbekar in
10:20 Ji ber ambargoyê dermankirina nexweşan tê astengkirin
10:16 Dr. Deger: Heta derman neyê dîtin mirov nikare qala asayîbûnê bike
09:57 Encama Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya 7'an diyar bû
09:42 Saleka xwe ya bi astengî derbas bû vegotin
09:30 HDP: Cejna Zimanê Kurdî li dijî zextan berxwedan e
09:30 Li Bedlîsê 356 malbatan hev dîtin
09:29 Kampanyaya xwendin, nivîsandin û pêşvebirina kurdî
09:29 AYM'ê serlêdana der barê girtiyê rewşa wî xedar Kaya de red kir
09:28 Fîlmekî nû yê Alî Kemal Çinar: Dilop