DYA li dijî Îranê amadekariya şer dike

  • rojane
  • 09:12 17 Gulan 2020
  • |
img
SILEMANIYE – Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku DYA li dijî Îranê amadekariya şerê eskerî dike. Hat îdeakirin ku DYA ji bo şerê ser Îranê planeka ji du qonaxan pêk tê amade kiriye. Çavkaniyên herêmê diyar dikin ku DYA baregehên xwe yên eskerî yên li Iraqê komî ser hev dike bi taybetî hêzên Ereb ên Sûnnî yên li Tirkiye û Urdunê perwerde kirine anine baregehên xwe yên Hewlêr, Misul û Anbarê.
 
Pêvajoya şerê cîhanê yê sêyemîn ku pergala Modernîteya Kapîtalîzm pêş dixe, nêzî 30 sal in didome. Herî dawî ji ber şewba (Covîd-19), şer hat rawestandin û pêvajoyek nû pêş ket. Ligel vê şewba vîrusê hêzên serdest ên navneteweyî dixwazin sêyemîn şerê parvekirina Rojhilata Navîn bidomîn in. Hêzên herêmê diyar dikin ku ev encax bi şerekî germ pêkan e. Çavkaniyên herêmê diyar dikin ku navneda şer Iraq hatiye hilbijartin û DYA amadekariyên şerê li dijî Îranê ku ji 2 planan pêk tê dike. Agahiyên ji qadê tên ên wekî ligel şewba vîrûsê DYA baregehên xwe yên leşkerî yên li Iraqê komî serhev dike van îdîayan piştrast dike. Bi taybetî hêzên Ereb ên Sûnnî yên hem li Tirkiye û hem jî li Urdunê perwerde dike kişandiye baregehên xwe yên li bajarên Hewlêr, Misûl û Anbarê ye.  
 
IRAQ NAVENDA ŞER E 
 
DYA, ji bo dewlet û hêzên heremî yên têkiliyên siyasî û aborî yên bi Îranê re hene ji Îranê dûr bixe, gefa cezakirina aborî, eskerî û siyasî li van hêzan dixwar. Piştî kûştina Kasim Suleymanî ji ber pêvajoya şewba vîrûsê şerekî pêkan hatibû rawestanin. Tê gotin ku DYA niha dîsa amadekariyên şerê germ dike. Çavkaniyên ragihandinên înternetê yên muxalifê desthiladaran ên ku navenda wan Bexda ye di weşanên xwe de îdea dikin ku navenda vê şerî Iraq û Başûrê Kurdistanê yên ku ev demek dirêje di nava tevlîheviyê de ne ye. Yên van îdeayan piştrast dikin jî agahiyên ji heremê tên ên wekî DYA ev demeke baregehên xwe yên leşkerî yên li Iraqê komî serhev dike ye. Tê diyarkirin ku hêza Erebên Sûnnî yên ji hezar û 500 kesî pêk tên ku perwerdehiya wan li Tirkiyê hatiye kirin kişandine baregeha leşkerî ya DYA ya Hewlerê. Hêza ku ji 3 hezar kesî pêk tê ya li Urdunê perwerde ditîn kişandin Baregeha Leşkerî ya Geyara ya Misûlê, dîsa heza Erebên Sûnnî ya ji 4 hezarî pêk tê li baregeha leşkerî ya DYA ya li Anbarê hatine bi cih kirin. Hat gotin ku ji bilî van dê DYA li Tirkiyê 30 hezar, li Urdunê jî 20 hezar kesî jî perwerde bike. 
 
PLANA JI DU QONAXAN PÊK TÊ 
 
Çavkaniyên herêmê diyar dikin ku DYA li dijî Îranê plana ji du qonaxan pêk tê amade kiriye. Hat îdeakirin ku qonaxa yekemîn bi ambargoya ser Îranê re ger di hûndir de teqînek civakî çêbibe armanc dike ku dê DYA êrîşekî bombardimana hewayî ya li ser Biryargeha Leşkerî ya Stratejîk ku aîdê Pastarên Îranê ne pêk bîne. Ji bo vê jî DYA  ji bilî komkirina ser hev a baregehên xwe yên li Iraqê ku belav in, di nîsanê de balafirên B-52 û hêzekî ji 2 hezar û 500 leşkerî ya ji tam tecîzatî pêk tê yên aîdê Hêzên Taybet ên DYA yê ne li stargehên taybetên di baregeha Leşkerî ya Hewlêrê de hatine bicihkirin û hazir hatine sekinandin.
 
Qonaxa duyemîn a plana DYA’yê bi rêxistinên Kurd ên Rojhilatî yên girêdayên PDK’ê û hin aliyên muxalif ên nava Îranê re li dijî rejîma Îranê di mijara şerekî germ a leşkerî de lihevkirin e. Hat diyarkirin ku ger qonaxa duyemîn pêk neyê dê rêxistinên Kurd ên girêdayên PDK û hin pêkateyên muxalif ên di nava welat de wekî qartekî cuda bixe dewreyê. Li gor vê dê di serî de rêxistinên Kurd li dijî Îranê têkoşîna gel a çekdarî bide destpêkirin, dê zemîna ku Îran li ser Rojhilatê Kurdistanê êrîşek giran pêk bîne were amade kirin, dê rê ji gel koçberê Başûrê Kurdistanê bike were vekirin, di vê rewşî de jî DYA wê vekirî bikeve dewreyê, dê destpêkê qada hewayî ya li ser Rojhilatê Kurdistanê asteng bike.  
 
Ji aliyekî ve amedekariyên şerê tê gotin berdewam dike, derbarê ev plan dê kengê bikeve meriyetê de jî tê pêşdîtin ku bi kêmbûna bandora vîrusa Corona ya heyî re piştî hilbijartinên Serokatiya DYA ya ku dê di mehên pêşiya me de pêk were, destpê bike. Hat zanîn ku derbarê van amadekariyên şer ên DYA’yê de agahiya dewleta Îranê heye û ji ber vê yekî jî kesê herî asta jor a rejîma Îranê Ayetullah Hamaneyî di rojên dawî de bi daxuyaniyên wekî DYA jî di nav de dikarin bi her kesî re muzakereyê bikin û bê şert û merc taqasa girtiyan bikin peyama nermbûnê daye. Serokwezîrê nû yê Iraqê Mustafa Kazimî hem ji bo DYA û hem jî Îranê noqteya her du teraf lihev dikin e ye û ji ber vê yekî jî Kazimî bûye wesîle ku Hamaneyî daxuyaniya muzakereyê bide. Dîsa hat nirxandin ku çend roj berê DYA hin hêzên xwe yên li baregehên Siûdî Erebîstan a ku ji bo Îranê wek tehdît dihat hesibandin jî vekişandiye û ev yek jî her du alî beranberê hev peyamên erênî dane. Li ser vê yekî hem pêşketinên dawî û hem jî hilbijartinên Serokatiyê ya DYA yê ku dê mehên pêş de pêk were, ligel van amadekariyan dibe ku ev şerê germ a li dijî Îranê taloqê demek dirêj jî bibe. 
 
LI ROJHILATA NAVÎN REWŞA DAWÎ ÇI YE?
 
Şerê hegemonyayê ya ku bi armanca jinûve dizaynkirina Rojhilata Navîn berdewam dike her hêz ji bo bibe serkeftiyên vê şerî gavan davêjin.Yê bi ser bikeve, dê hem serweriya Rojhilata Navîn a ku navenda bazirganiyek mezin bike hem jî di siyaseta cîhanê de bibe hêza diyarker. Sêyemîn Şerê Cîhanê ku weke navend Rojhilata Navîn hedef girtiye, berê dewletan wek wekîl dimeşand, piştre jî bi awayek fiîlî ketin dewrê û êdî ew bixwe meşandin. Gavên îro tên avêtin wê bibe şerê sedsala pêşiya me. Pergala nû dê çewa bê rûnişkandin hêj nehatiye diyarkirin. Di rewşa heyî de îtîfaqên taqtîkî tên kirin. Li hemû pêşketinên Rojhilata Navîn bi awayek yekpareyî nirxandin pir girîng e. Tenê pêşketinên di yek perçeyî de pêk tên nirxandin dê me bibe encamên kêm.  
 
SÛRIYE Û ROJAVA 
 
Li gor rastiya Sûriye û Rojava plansaziyên derbarê heremê de tên kirin nirxandin girîngtir e. Piştî DYA biryara xwe vekişandina ji heremê girt, ji ber xeletiya vê gavî û encamên dixwaze dê dernekeve hole dît bi paşde gav avêt. Yê vê gavî pê da avêtin jî berxwedana Rojava ye. Bi vê re Rûsya jî xwest ji vê rewşî sûd werbigire, êrîşa 9'ê’cotmehê ya Tirkiyeyê wek firsend dît û xwest ya Rojava teslîm bigire. Ev berxwedan hesabên hem ya Rûsya û hem jî ya rejîma Sûriyê jî vala derxist. Herî zêde jî Tirkiye ji ber negihişt encama ku dixwest û ya li bendê bû pir şaş ma. Hêj di roja yekemîn de diyar bû ku ne li benda vê berxwedana mezin û bertekên ewqas di asta cîhanê de mezin be. Lê ji nişka ve xwe bi neçarî ji bo lihevkirinê li ser maseya her du hêzên super ên cîhanê de dît. Ketibû Rojava lê tiştê dixwest nikaribû bigire. Ev ji bo dewleta Tirkiyê kolanek jênederketî bû, xitimî. Ne dikare pêşde here ne jî paşde vekişe. Dixwaze pêşde here lê hêza wê ewqas nîne, paşde jî vekişe dê mezin winda bike. Di vê rewşî de xitimî ye. Herî dawî bandora derbeya giran a di Idlibê de xwarî hewil da li beranberê dayîna tawîzên mezin a di Moskowa de vê rewşî derbas bike. Her çiqas navenda bajarê Idlibê di destê wê de mabe jî lê riyên wekî M-4 û M-5 ku ji bo rejîma Sûriyê pir stratejîk e winda kir. Niha jî dixwaze ji agirbesta ku bi Rûsyayê re kirî sûd werbigire û hejmarek mezin leşker sewqiyata Idlibê dike û hewi dide bikeve pêşiya êrîşên nû yên îhtîmal.  
DYA bi êrîşa 9’ê cotmehê re dê ji Sûriye derketibûya û Rojava radestê Tirkiyê kiribûya dê hem ji bo xwe gavek serkeftî avêtibûya hem jî hêzekî NATO ya wekî Tirkiyê bicihkirina di wir de wê bi yek kevirekî çend çûkan xistibûya. Lê Kurdan bi berxwedana xwe ya piralî ya hem di Rojava û hem jî di tevahî cîhanê de ev hesab hatin beravajîkirin. Yê di esas de vê şerî winda kir teqez bi DYA re Tirkiye ye. DYA bi hinceta petrolê hêj jî hebûna xwe ya li wir diparêze jî ji bo bi tevahî winda neke hin demek din jî di wir de mayîn ji bo berjewendiyên xwe guncav dibîne û ji bo niha maye. Lê ev rewş dembihorî ye. Di pêş de wê çi bibe nayê zanîn lê dê her kes li gor rastiya qadê hesabên xwe bikin.  
 
IRAQ 
 
Şerê heremê û şewba vîrûsê herî zêde bandor li Iraq û Îranê kir. Iraq di pêvajoya dawî de desthiladariya wê ketiye qeyranê. Ne Îran û ne jî DYA nehatine rewşa serkeftiyên vê şerî. Şerê di navbera her duyan û hêzên hûndirê Iraqê de kûrtir dibe. Ev şer bi xwe re rê li pirsgirêkên mezin ên civakî re jî vedike. Iraq hatiye rewşa êdî nayê jiyandin. Welatek wek Iraq jî dê çiqas karibe xwe li ber vê şerî bigire hêjayê nîqaşê ye.
 
ÎRAN 
 
Îran niha di nava kaosek hundirîn de ye. Gelek rayedarên dewletê ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dan. Ji ber DYA ambargo danî zer di qada aborî de ket tengasiyên mezin. Bi şewbê re qeyrana aborî hîn kûrtir bû. 
 
DYA ZORÊ LI HER KESÎ DIKE KU LI DIJÎ ÎRANÊ HELWESTÊ DIYAR BIKIN
 
Alozî û qeyrana di navbera DYA û Îranê de bandorê li ser hêzên herêmê jî dike. DYA ji bo li dijî Îran bi ser bikeve dixwaze hêzên herêmê bîne aliyê xwe û zo rê li wan dike. Ji hêzên herêmê dixwaze ku têkiliyên xwe ji Îranê qut bike, Yên qut nake jî zextên aborî, siyasî û eskerî li ser wan dimeşe. Ev şerê hegemon dê têkilayan ji nûve bi teşe bike.  DYA armanc dike ku Iraqê bike 3 perçe. Piştî Kurd ji Iraqê qut kirin, dixwaze Sunni û Şîîyan jî perçe bike. Dîsa dixwaze Kurdan jî di nava hevde perçe bike. Ji ber ku Sunnî di pêşeroja xwe de bê biryar in di talûkeyek mezin de ne. Di demên dawî de bi rêya PDK lîstikek tê meşandin. Dixwazin têkiliyên PDK'ê û Tirkiye xurt çikin û li hemberî PKK'ê şer bikin. Bi vê yekê dixwazin soza dewletbûnê bidin KDP’ê. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan herî dawî di hevdîtina telefonê ya bi Mehmet Ocalan re, bal kişand ser vê lîstika ku li ser Kurdan tê lîstin û xwest hemû Kurd hêz û partiyên xwe bikin yek û yekîtiya xwe xurt bikin. Êrîşa Zînê Wertê jî nîşan dide ku ev plana Tirkiye û PDK'ê ya hevpar e. 
 
Di vê pêvajoyê de hem di aliyê siyasî de û hem jî di aliyê erdnîgarî de hêza ku li qada stratejîk e, Tevgera Azadiya  Kurd e. Ger ku Kurd bibin yek û xeta sêyemîn pêş bixin dê xeta sêyemîn bi ser bikeve. Lê ger ku di nava xwe de perçe bibin dê hêza xwe winda bikin. Ji ber vê yekê DYA naxwaze Tevgera Azadiya Kurd bi ser bikeve û her tim dixwaze wê perçe bike. Ji ber vê yekê sekna Kurdan dê encama şerê pêşerojê diyar bike. 
 
MA/ Erdogan Altan
 
 

Sernavên din

17/05/2020
16:51 Jinek li Cizîrê hat kuştin
16:37 Li ser Onlinê kampanya kursên Kurdî dest pê kir
15:58 Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman dewam dikin
15:46 Vîrûs ji Stenbolê anî Wanê
15:20 Di 2 mehan de herî kêm 128 karker ji ber şewbê mirin
15:04 Rapora Girtîgehên Wanê: Talûkeya li ser jiyana girtiyan zêde dibe
14:52 Guven: Em bi xwe tedbîrên xwe bigirin
14:42 Biryara veşartinê ji bo lêpirsîna Hevşaredarên Îdirê dan
14:06 Bi guleyan gef li Ayhan Bîlgen xwarin
13:57 Agir bi dexl zadê Mexmûra Jêrîn ket
13:32 Komeleya Ekolojî ya Mêrdînê bertek nîşanî çêkirina RES’ê da
13:32 Şîrket zorê li karkerên bi şewbê ketine dike ku îstîfa bikin
13:00 KCD'ê Kurtay, Anyik, Oner û Zengîn bibîr anîn
12:37 Deriyê Navenda Vegerandina Kocberan li parêzeran girtin
11:34 Koçberiya masiyên Gola Wanê dest pê kir
11:27 Karkerê çandiyê yê bi ceyranê ve ma jiyana xwe ji dest da
11:27 ‘Îbrahîm nayê jibîrkirin’
10:41 Endamên OSO li Serêkaniyê 2 sivîl kuşt li Eyn îsa dexil şewitad
10:10 Hevşaredarê Vartînîsê hat girtin
09:46 Çend dîmenên xizaniyê
09:24 Prof. Kurul: Divê Tirkiye bi têgînên ‘terorê’ û ‘terorîst’ re rû bi rû were
09:21 Li Girtîgeha Xarpêtê li girtiyên jin dane
09:12 DYA li dijî Îranê amadekariya şer dike
09:03 Çinîna ceh li Şengalê dest pê kir
09:02 Behsa hevalên xwe yê qawîşê Kûrtay, Zengîn, Anyik û Oner kir
09:01 Êrîşa li ser goristana perçeyek ji feraseta 'bila kurd dayika xwe nebîne' ye
09:01 Kûrtalan: AKP'ê pandemî jî veguherandiye firsendê
09:00 Pîroglû: Em dikarin siyaseta dijminatiyê ya îqtidarê pûç bikin
09:00 Parêzvanên mafên mirovan: Şewb veguherandina tolhilgirtinê
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2020'AN
16/05/2020
20:17 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 96
16:50 TMMOB’ê bertek nîşanî HES’ên Geliyê Zîlan da
16:25 Delîla suc ku xistin stuyê Hevşaredar aydî eskerê TSK’ê derket
16:11 Li Wanê nexweşên Covît-19 zêde dibin
15:59 ‘Hemû girtiyên nexweş berdin'
15:32 Jinan li Ofîsê Zincîra Xemrî ava kir: Jin Jîyan Azadî
15:07 Bûldan: Em bêdeng bimînin dê dor bê Stenbol û Enqerê jî
14:47 Li Îdir û Amedê qeyûm şermezar kirin
14:38 YNK'ê meşa Zînî Wertê asteng kir
14:35 Ji xizmên windayan pêşniyara “komîsyona rûbirûbûnê”
14:20 DEDAŞ'ê dîsa ceyran qut kir û gelek gund bê av man
14:04 Dayikên Şemiyê: Bila gorên her kesî bên dîtin
13:50 Banga ‘bêdeng nemîne’ li Îmamoglû kirin
13:29 Ji bo Kaya daxwaza ‘berdana lezgîn’
13:28 'Êrîşa li djiî goristanan hişmendiya Yezîd e'
13:27 Rêya çareseriyê têkoşîna hevpar e
13:03 Zîlan li ber çavê me dipirpirt e!
12:31 Dayik: Sol perçe kirin û dan girtiyan
12:09 Esker li Licê derketin operasyonê
12:06 Tundiya li dijî jin û zarokan zêde bû
12:00 Ne destûr dan bên şûştin, ne jî wesayîta cenaze dan malbatan
11:32 Xwişka Ferhat Kurtay: Her yek ji wan welatek bûn
11:13 Ciwanan dest bi meşa Zînî Wertê kirin
11:03 Çîçek: Ocalan, siyaseta ku hevsengiya Rojhilata Navîn biguhere pêş dixe
09:44 Ozsoy: Dewlet dixwaze miriyên kurdan ji îmaja siyasî derbixe
09:23 KÎD: Xwedî derketina mafê ziman seknek olî, sincî û mirovî ye
09:02 Ji bo girtiyên nexweş daxwaza 'tedawiya li malê'
09:01 Ên tên perçekirin ne gor in, mirovahî ye
09:01 Nivîsandina weziyeta karkerên çandiniyê bi qasî karê wan zehmet e!
09:00 Ondeş: Bi gotina 'raza dewletê' ser şaşiyan tê girtin
09:00 Cerdevan li Cûdî daristanê talan û wêran dikin
09:00 Li ser navê 'asayîbûnê' piştgiriya ji bo sermayeyê
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2020'AN
15/05/2020
23:48 Celîlê Celîl: Divê kurd dibistana vekin bi navê Hawarê
19:37 Îro hezar û 708 kes bi şewbê ketine
17:16 Xebata Tifaqa Kurdistanê tayînkirina qeyûman şermezar kir
16:47 Bijîşkekî din bi Covît-19 jiyana xwe ji dest da
16:40 Qeyûm ewil wêneyê Soylu û Erdogan bi dîwarê şaredariyê dakir
16:23 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:15 Adiyaman: Wezareta Tenduristiyê destûrê nade lêkolînên zanistî
16:09 Li her deverê bertek nîşanî qeyûman dan: Roj ne roja bêdengiyê ye
15:58 SES dê li dijî giştînameya SGK'ê dozê veke
15:56 Egîtîm Sen: Bi zimanê xwe bijîn
15:03 Li Xarpêtê gardiyanan li jinên girtî da
15:02 Polîsan bi gaza îsotê êrîşî welatiyan kirin
15:00 TJA: Her netew li ser çand û zimanê xwe mezin dibe
14:24 Karê ewil ê qeyûm Merşa Îstîklalê bû
14:21 Li Geliyê Zîlanê dê carek din talankirin pêk were
14:01 ‘Dewlet li dijî zimanê kurdî darbeyê pêk tîne’
13:06 Li dijî qeyûman bertek zêdene: Asayîbûna Qesrê ev e
13:05 Sancar: Ev îqtîdar darbekar e
12:50 Li dijî vîna hilbijêran darbe: Ji 65 şaredariyan qeyûm tayînî 45 şaredariyan kirin
12:45 DBP: Şaredarî hatin dagirkirin
12:18 Girtiya nexweş Ozbay: Dixwazin em ji mirinan yekê hilbijêrin
12:09 Polîsan li Qelqeliyê 43 kes binçav kirin
11:33 Di fabrîqeyan de 118 karker bi vîrûsa koronayê ketin
11:22 Yekîtiya Jinên Kurd Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
11:03 'Guh bidin vê Hawarê'
10:46 DBP: Em hemû qad û jiyana xwe bikin bi kurdî
10:33 Derî û şibake şikandin
10:20 Parlementerên HDP’ê: Yên dibêjin darbe ew bixwe darbekar in
10:20 Ji ber ambargoyê dermankirina nexweşan tê astengkirin
10:16 Dr. Deger: Heta derman neyê dîtin mirov nikare qala asayîbûnê bike
09:57 Encama Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya 7'an diyar bû
09:42 Saleka xwe ya bi astengî derbas bû vegotin
09:30 HDP: Cejna Zimanê Kurdî li dijî zextan berxwedan e
09:30 Li Bedlîsê 356 malbatan hev dîtin
09:29 Kampanyaya xwendin, nivîsandin û pêşvebirina kurdî
09:29 AYM'ê serlêdana der barê girtiyê rewşa wî xedar Kaya de red kir
09:28 Fîlmekî nû yê Alî Kemal Çinar: Dilop