RIHA - Li 3 navçeyên Rihayê 7 avahî û firinek xistin qerantînayê.
Li gelek bajaran piştî daxuyaniya Serokomar Erdogan a dê ber bi asayîbûnê ve biçin hêjmara nexweşên vîrûsa corona zêde bûn. Li 3 navçeyên Rihayê 7 avahî û firinek xistin qerantînayê. Li gorî daxuyaniya Walîtiya Rihayê li Navçeyên Sîwereg, Halîliye û Eyûbiyê yên Rihayê li 5 taxan bi tevahî 7 avahîe û firinek xistin qerantînayê. Qerantîna dê 14 rojan bidome. Li 8 taxên girêdayî 4 navçeyên Rihayê bi giştî 9 avahî, û fîrmaya li Pîşesaziyê ya Organize xistibûn qerantinayê.