ENQERE – Wezareta Karên Hundir, ji walîtiyên 81 bajaran re giştînameya zêdek şand û ragihand ku sînordarkirina liv û tevgerê ya ji bo 15 bajaran hatiye dirêjkirin.
Wezareta Karên Hundir, ji walîtiyên 81 bajaran re giştînameya zêdek şand û ragihand ku sînordarkirina liv û tevgerê ya ji bo têketin û derketina 15 bajaran hatiye dirêjkirin. Bajarên ku sÎnordarkirin li wan didome wiha ne: Enqere, Balikesîr, Bûrsa, Eskîşehîr, Dîlok, Stenbol, Îzmîr, Kayserî, Kocaelî, Konya, Manîsa, Sakarya, Samsûn, Wan û Zongûldak