Daketin kolanan û qeyûm şermezar kirin

  • rojane
  • 14:58 19 Gulan 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina HDP'ê û rêxistinên civakî li dijî tayînkirina qeyûman ên Şaredariyên HDP’ê li gelek navendan daketin qadan û çalaki li dar xistin. Rêxistinan di çalakiyan de gotin “Ev wisa nameşe" û bertekên xwe anîn ziman. 

Piştî Wezîrê Karên Hundir, qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê yên Îdîr, Sêrt û navçeyên Misirc û Hawêlê û Bajaroka Vartînis a Mûşê kir bertek û nerazîbûn zêde dibin. Nûnerên rêxsitinên civakî û HDP'ê li gelek navendan daket qadan û çalakî li dar xistin. Di çalakiyên şermezarkirinê de hat destnîşankirin ku tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên Sêrt, Îdir, Misirc, Xana Hawêl û Vartînîsê yên HDP’ê “darbeya AKP’ê” ye. 
 
AMED 
 
Li pêş avahiya HDP'ê ya Navçeya Sûrê nûnerên rêxistinên Demokratîk û Rêvberên HDP'ê kom bûn û daxuyanî dan. Li pêş avahiyê pankarta “Qeyûm xezpa vînê ye. Em tu carî qebûl nakin" vekirin. Parlamenterên HDP'ê û gelek kesên din amade bûn. Hevseroka HDP'ê ya Sûrê Hatun Yildiz, diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman dixwazin gelê kurd bê vîn bihêlin û qeyû di nava gel de qet ne rewa ye. 
 
Çalakî bi dirûşmeya “Berxwedan jiyan e" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin û bi dawî kirin. 
 
ŞIRNEX 
 
Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê jî endam û rêveberên HDP'ê û nûnerên rêxistinên demokratîk li pêş avahiya HDP'ê ya Sîlopiyê kom bûn û tayînkirina qeyûman şermezar kirin. Parlamenterên HDP'ê, hevşaredar û rêveberên HDP’ê amade bûn. Di çalakiyê de pankarta “Qeyûm darbeya li dijî vîna hilbijêr e" vekirin û daxuyanî dan. Parlamenterê HDP'ê Hasan Ozgüneş, diyar kir ku AKP her ku diçe bêtir biçûk dibe û ji ber vê yekê êrîşî derdorê dike û qeyûm tayînî şaredariyan dike Ozgneş anî ziman ku ew dê şaredariyan dîsa qezenç bikin, demokrasî, aştî û edaletê bînin Tirkiyeyê.
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.
 
RIHA
 
Rêxistina HDP’ê ya Rihayê têkildarî tayÎnkirina qeyûman daxuyanî da çapemeniyê. Hevseroka Rêxistina HDP’a Rihayê Emîne Çetîner di daxuyaniyê de axivî û got: “Vîna gel bi qeyûman ji holê radikin û dixwazin rejîma qeyûman ava bikin. Îqtîdar dixwaze vê mayînde bike. Ji me û şaredariyên me ditirsin. Şewb, vîn, maf û hiqûqê nas nakin û qeyûman tayîn dikin.”
 
Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan jî destnîşan kir ku mafê bijartinê ji destê gelê kurd digirin û got: “Yên ku behsa demokrasiyê û mafê mirovan dikin qeyûman tayîn dikin û vîna gel nas nakin. Zilmek wiha li tu devera dinyayê nîne. Darbekar li dijî gelê kurd darbeyê dikin. Her roj zilmê li gelê kurd dikin. Lê wê gelê kurd netirse û têkoşîna bidomîne. Şaredariyên we nikaribû bi hilbijartinê bi dest bixin, lê hûn bi zordestiya qeyûm desteser dikin.” Daxuyanî bi berzkirina dirûşm û çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
SEMSÛR
 
Rêxistina HDP’ê ya Semsûrê jî tayînkirina qeyûman bi daxuyaniyek çapemeniyê şermezar kir. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Navendî Hasarî Ogûz daxuyanî da û destnîşan kir ku ew ê li dijî qeyûman têkoşîna xwe bidomînin.
 
EDENE
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edeneyê jî tayînkirina qeyûman û binçavkirin û girtina hevşaredaran şermezar kirin. Daxuyanî li Parka Heykel hat dayîn û Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatimogûllari û rêveveberên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl beşdar bûn. Bi vekirina pankartê gotin ew qeyûman naxwazin û dirûşm berz kirin.
 
Li ser navê platformê Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Edeneyê Îlhan Ongur axivî û got: “Dewlet êdî ne hiqûqî ye, êdî bi dewletek artêşa trolan re rûbirû maye. Qeyûm kirinên partiyek îqtîdarê ye û li dijî demokrasî û gel e. Bi qeyûman îradeya gel hat dizîkirin û desteserkirin, em ê jî bêdeng nemînin. Tayînkirina qeyûman dewama înkarkirin û tunekirina gelê kurd a polîtîkaya sed salî ye. Divê hemû hevşaredar vegerin ser wezîfeya xwe û polîtîkaya qeyûman ji holê were rakirin.”
 
Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogûllari jî axivî û destnîşan kir ku ew ê li dijî zîhniyeta qeyûman têbkoşin.
 
ÊLIH 
 
Li Êlihê jî, tayinkirina qeyûman hat şermezar kirin. Rêxistina HDP'ê ya Êlihê li ber avahiya partiyê daxuyanî da  çapemeniyê. Hevşaredarên Êlihê yên ji peywirê hatin girtin Songul Korkmaz û Mehmet Demîr, parlamenterên HDP'ê yên bajêr Feleknas Uca û Necdet Îpekyuz û endamên partiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Parlamenter Necdet Îpekyuz di daxuyaniyê de axivî û wiha got: "Em di pêvajoyek zor û zehmet re derbas dibin. Aboriyê li binî xistiye. Mirov bi pandemiyê re têdikoşin. Tevahiya cîhanê li ser pergala jiyaneke civakî nîqaş dike. Hemû kes hewl didin pereyên heya niha ji bo şer bi kar anîne êdî ji bo aştiyê bi kar bînin. Lê li Tirkiyeyê mafê gelê kurd ê hilbijartinê ji dest tê girtin. Yên hatine dayînkirin her yek ji wan karmendeke. Dibe ku karmend biçin û werin. Lê em li vê derêne. Êlih jî Sêrtê ya me ye."
 
Daxuyanî bi dirûşmeya "Qeyûm darbeye" bi dawî bû.
 
Li Agirî, Bedlîs û Colemergê jî bi heman armancê daxuyanî hatin dayîn û di daxuyaniyan de wiha hat gotin: "Em tayînkirina qeyûman şermezar dikin. Emê li dijî polîtîkayên zextê li ser qadê têbikoşin. Tayinkirin qeyûman dij demokrasiyê ye. Bi zextan wê nekarin gelê kurd teslîm bigirin.
 
 

Sernavên din

20/05/2020
14:58 HDP li dijî qeyûman daket kolanan
14:50 Li dijî qanûna îstismarê çalakiya qurdeleya Xemrî li dar xistin
14:46 EMO bertek nîşanî Bendava Ilisûyê da: Ji xeletiyê vegerin
14:34 Wekîlên jin ên HDP’î xwestin îstîsmara zayendî bê lêkolînkirin
14:16 Hevşaredara Îdirê Çelîk sewqî edliyê kirin
13:55 Destê girtiyan li pişt wan kelemçekirin û ji kogûşan derxistin
13:45 BTS: Em ê li dijî sirgûnan li berxwe bidin
13:08 Serpîl Kemalbay: Bi taybetî gorên li ser navê Kurdî û tîpên ê-x-î heye dikin nedef
13:07 Ji Gola Sixkê 30 ton çop derxistin
12:29 Doza Pirsûsê cara 14’emîn taloq kirin
12:03 Gulum, 261 cenazeyên li ser hev li Kilyosê hatin defin ji meclîsê pirsî
11:35 30 karkerên bi koronayê ketine ne li nexweşxaneyê li konteyniran tên ragirtin
11:22 Paylan: Çima wezîr warên dîrokî û dêran naparêze?
10:59 Beşdariya bernameya xwarinê jî sûc hat dîtin
10:34 Elîaçik: AKP bi kapîtalîzmê dezmêjê dide girtin
10:03 'Ya wê îtîraz bikin an jî wê dawiya xwe bînin’
09:55 Danişîna doza Pirsusê dê bê parêzer bê dîtin
09:35 Tenduristiya siyasetmedarê kurd Demîr xirab e
09:30 Medya îqtîdarê Efûya Îstîsmarê nûjen dike û bingehê ava dike
09:29 Wê tazmînatê bidin girtiyên dest dane ser nameyên wan
09:28 Wexta zebeşên pêşwext dest pê kir
09:27 Alîgirên xwe tayin dikin, muxalifan jî sirgûn
09:26 Girtî test nekirin û xistin qarantînayê
09:26 Penaber bi şewbê û birçîbûnê re rû bi rû hatine hiştin
09:25 Sykes-Pîcot a nû di dewrê de ye: Divê hêzên Kurd bibin yek
09:24 Ji her kesî re qedexeye, lê ji AKP û qeyûman re serbest e
09:24 Bi xwezaya xwe mirov heyr dihêle
09:23 Nanê zuha jî bi mista wan nakeve
09:22 AVM'yan pêla şewbê zêde kir
09:21 'AKP-MHP bi çavê dijmin li girtiyan dinere'
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2020'AN
19/05/2020
22:57 Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd hate avakirin
19:33 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 199
17:04 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Bi ruhê gulanê ber bi serkeftinê
16:58 6 girtî bi xwarinê jehrî bûn
16:52 Cara duyemîn roviyên girtiyê nexweş Kaya xwîn bûn
16:23 194 welatan biryara lêpirsîna Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê dan
16:16 Surucu ji Meclîsê xwest têkildarî 261 cenazeyan lêkolînê bike
16:09 Polisên ku xiza xwe negirtin bi ser malên cîran de girtin!
14:58 Daketin kolanan û qeyûm şermezar kirin
14:55 Ji bo 15 bajaran sînordarkirina liv û tevgerê hat dirêjkirin
14:21 Konseya Ewropayê: Qeyûm heqaret e li hilbijêr û gefa li demokrasiyê ye
14:10 Îdîaya jinekê întîhar kir
13:56 HDP’ê ‘Wezareta Ciwanan’ pêşniyaz kir
13:52 Li Silîvriyê ku vîrûs lê belav bûye test nayên kirin
13:39 Hepsa malê dan Hevşaredarên Sêrtê
12:57 Veşartina 261 cenazeyên li peyarêyê hatine veşartin ji Oktay pirsî
12:36 Koordînasyona Qeyrana Covît-19: Şewba vîrûsê newekhevî zêde kir
12:18 Şaredariya AKP'î dest danî ser standa alîkariyê
11:49 Mizrakli: Li dijî zilmê dema werêkiyê ye
11:31 40 gundên Qoser û Dêrikê dîsa bê av û ceyran hiştin
11:30 Ciwanê di bin çavan de hat berdan
11:10 KCD: Li dijî qirkirina xwezayê helwest bigirin
10:52 Ji YE’yê berteka qeyûm
10:48 Li pişt perda Zînî Wertê soza ‘devletê’ derket
10:10 Partiya Paşerojê ya Çepgir: Desthilat demên xwe yên dawîn dijî
09:21 Dozger xwest hevşaredar bên girtin
09:20 Beştaş: Çavê me dê li ser qeyûman be
09:19 Pardon me sûc nedît!
09:19 Kaplan: Wê qeyûm wekî trawmayekê di bîra dewletê de bimînin
09:18 Hişyariya ji bo 'efûya îstismarê': Dê encamên wê giran bin
09:17 Pîvazên wan di destê wan de man
09:05 Qeyûm şertê 'bexşa mecbûrî' daniye ber muteahîdan
09:05 Ji bo bîranîna rojnamevanên jiyana xwe ji dest dane pirtûkxane ava kirin
09:05 'Qirkirina daran' a ji bo qaleqolan didome
09:03 Ji 284 parlamenteran re peyam şand, lê yek kesî/ê jî bersîv neda
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2020'AN
08:46 HDP’iyan bertek nîşanî van dîmenan dan
18/05/2020
20:15 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan 150 hezarî derbas kir
19:36 Hevşaredarê Îdirê Akkûş hat girtin
16:39 Berteka li djî qeyûm: Em qet di paş de gav navêjin
16:35 Ji girtiyên Efrînî re ‘maf’ nîne
15:52 Hêjmara zêde ya rêwiyan rîske zêde dike
15:35 Yuksekdag: Li Girtîgeha Kandirayê sansûra 'AKP'ê tê sepandin
14:57 Ciwanek li Sîlopiyê binçav kirin
14:53 Jin dê li dijî efûya îstîsmarê derkevin kolanan
14:36 13 partiyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan
14:24 Meclîsa Ciwanên HDK'ê: Em girêdayî doza Îbo, Heqqî û Çaran de ne
14:13 HDK: Têkoşîna bi rêxistin dikare îqtîdarê têk dibe
13:16 Hevşaredaran daxuyaniya ‘manîpulasyonên qeyûm’ da
13:04 Çend girtî enfekte bûne?
13:03 Şahidê çalakiya Agirê Çaran: Tirs kuştin
11:47 Hatîp Dîcle: Di çareserkirina Pirsgirêka Kurd de KCD muxatabeke demokratîk e
11:10 HDP'ê şoreşgerên meha gulanê bibîr anî
10:38 Rûmên Pontosê: 19'ê Gulanê ji bo me komkujî ye
10:29 22 meh in li ber xwe didin: Ne korona wê JES me bikuje
09:44 Gundê Zîlanê xistin qerantinayê
09:28 Hewldana 78'an a Amedê: Meha Gulanê meha bibîranîna şehîd û cangoriyan e
09:23 Di pîvajoya 'Asayîbûnê' de nexweşên vîrûsê zêde bûn
09:21 Derket holê ku 261 cenaze li ser peyarêyê hatine veşartin
09:20 Karkerên çandiniyê: Dibêjin ‘bila feqîr bimirin’
09:20 Tê gotin ji ber rantê xaniyên şêniyên Sûrê nadin wan
09:11 Karsaza jin: Piştî pandemiyê wê bêkarî zêde bibe
09:11 Derbarê endama Meclîsa HDP’ê Kûyûn de lêpirsîn hat destpêkirin
09:10 Qeyûm qaseyê vala kir û bajar derxist ber firotinê!
09:09 Li Şirnex û Mêrdînê 4 hezar û 500 malbat li benda ‘hevmalîbûnê’ ne
09:09 Huda Kaya peyama ‘fetloneka dîrokî’ da muxalefetê
09:01 Kuştina Çavgûn bû dîrok
09:00 ROJEVA 18'Ê GULANA 2020'AN
17/05/2020
20:31 Resmê Covîd-19’ê ya Tirkiyê: Îro 44 kesan jiyana xwe ji dest da