'AKP-MHP bi çavê dijmin li girtiyan dinere'

  • rojane
  • 09:21 20 Gulan 2020
  • |
img

AMED - Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Elîf Haran bal kişand ser îhlalên girtîgehan û diyar kir ku hikumeta AKP’ê û MHP’ê bi hişmendiya dijmin li girtiyan dinere û got: “Hikumet bi hişmendiya tolhildanê nêzî nêzîkî girtiyan dibe." 

Hevseroka  Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) Elîf Haran îhlalên mafan ên li girtîgehan pêş dikeve nirxand. Haran, diyar kir ku di pevajoya coronayê ye li girtîgehan tu tedbîr nehatin girtin û wiha got: “Piştî zextên MED TUHAD-FED, saziyên din û malbatên girtiyan Wezareta Dadê mehekê şunde mecbûr ma ku daxuyaniyê bide. Wezaretê tenê tedbîrek girt. Ew jî hevdîtina malbat û parêzeran astengkir û bi vê yekê tecrîd giran kir. Mixabin zêdeyî kapasiteya girtîgehan girtîgeh tijî ne. Rayedar ji bo derve dibêjin 'Divê mesafeya civakî hebe' lê li girtîgehan girtî di nava hev de ne." 
 
‘GIRTÎ NAYÊN TEDAWÎ KIRIN’
 
Haran, bibîrxist ku îhlalên mafan li girtîgehan zêdetirbûne û wiha axivî: “Piştî vîrusa coronayê jî îhlalên mafan gelek zêdebûn û hîn jî didomin. Girtî bi derfetên xwe tedbîrên xwe digirin. Gardiyan bi derve re têkiliyê de ne. Wezareta Dadê daxuyanî da ku di girtîgehan de jî vîrus belavbûye. Girtiyên ku bi vîrusê ketî jî nayên tedavî kirin û hin ji wan di hucreya de tên girtin. Heta vêgavê tu daxuyaniyên ku ‘ev girtiyê nexweş baş bû, an jî di nexweşxaneyê de tedavî dibînin’ me ji Wezareta Dadê ne bihîst. Girtiya na derxînin revîrê, testa şewba vîrusa coronayê nayê girtin, daxwaznameyên ku tên dayîn li berçav nayên girtin û bersiv nayên dayîn.”
 
‘GIRTIYÊN NEXWEŞ SEWQÎ NEXWEŞXANEYÊ NAYÊN KIRIN’
 
Haran, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha berdewam kir: “Girtiyên ku demekî dirêje di girtîgehê de hemû di statuya girtiyên nexweş de ne. Di girtîgehan de nêzî 400 girtiyên nexweş hene. Beriya nexweşiya şewbê jî tedawiya wan nedihat kirin di vê pêvajoyê de jî bi tu awayî tedawiya wan nayê kirin û sewqî nexweşxaneyan nakin. Gelek girtiyên nexweş ên giran hene. Mînak Fatma Ozbay nexweşa penceşêrê ye û gelek nexweşiyên wê yên din jî hene. Divê tedawiya kemoterapiye bibîne lê nabîne. Rapora wê ya ku ‘bi tena serê xwe nikare di girtîgehê de bimîne’ heye lê dîsa jî nayê berdan. Girtî ji mafê xwe yê tenduristiyê nikarin sûdê bigirin.” Haran, anî ziman ku li hemû girtîgehan pirsgirêka malzemeyê paqijiyê jî heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di girtîgehan de pirsgirêka ava gerim ji xwe hebû di vê pêvajoyê de pirsgirêka avê mezintir bûye.”
 
‘HIKUMETÊ GUHÊ XWE JI DAXWAZÊN MALBATAN RE GIRTINE’
 
Haran, dest nîşan kir ku ji ber îhlalên mafan yên girtîgehan malbat gelek zêde serî li saziya wan didin û wiha lê zêde kir: “Hikumeta AKP’ê û MHP’ê guhê xwe ji daxwazên malbatan re jî girtin. Di vê pêvajoya şewbê de jî nêzîkatiya xwe ya li hemberî girtiyên siyasî ya dijminane dubare kirin. Parêzerên me alîkariya hiquqî li girtiyan dikin. Dîsa li gor serlêdanên malbatan alîkarî tê kirin. Me jî wek Federasyon ji Neteweyên Yekbûyî (NY), Wezareta Dadê û partiyên ku di meclîsê de cih digirin daxwazname şandin. Wekî din îhlalên mafan her hefteyê em dikin rojev û bi daxuyaniyên nivîskî ji raya giştî re parve dikin.”
 
‘TECRÎDA Lİ ÎMRALIYÊ BI AWAYEKÎ SÎSTEMATÎK LI HEMÛ GIRTIGEHAN TÊ MEŞANDIN’
 
Haran, bilêvkir ku di kawişên ku 7 girtî têde bimînin de 42 girtî tê de dimînin û wiha pê de çû: “Girtiyên ku bi nexweşiya şewbê ketî hemû li cem hev digirin. Girtî dibên ‘wek webayiyan li me dinêrin û dermanan deynin li ber derî û diçin’ wekî  din tedawiyek tune ye. Weke ku ji girtiyan tolê hilînin nêzîk dibin. Tecrîda ku li Îmraliyê tê meşandin bi awayekî sîstematîk li hemû girtîgehan tê meşandin.”
 
‘RÊGEZA WEKHEVIYÊ TUNE HESIBANDIN’
 
Haran, şirove kir ku nêzîkatiya hikumeta AKP’ê û MHP’ê ya li dijî girtiyên muxalîf dijminane ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo ku dengê girtiyan neyê bihîstin tişta ji destê wan tê dikin. Di vê pêvajoya şewbê de jî nêzîkatiya xwe ya dijminane eşkere kirin. Rêxistina Navnetewî ya Efûyê jî di daxuyaniyên xwe de diyar kirin ku cihê ji bo şewba vîrusa coronayê herî bi rîsk girtîgehin. Gelek welatan girtî serbest berdan lê hikumeta AKP’ê û MHP’ê qanûnên xwe binpê kirin û rêgeza wekheviyê tune hesibandin. Dema mesele dibin kurd û girtiyên siyasî nêzîkatiya wan dibe ev mixabin.”
 
MA / Fahrettin Kiliç - Ayşe Surme
 

Sernavên din

20/05/2020
14:58 HDP li dijî qeyûman daket kolanan
14:50 Li dijî qanûna îstismarê çalakiya qurdeleya Xemrî li dar xistin
14:46 EMO bertek nîşanî Bendava Ilisûyê da: Ji xeletiyê vegerin
14:34 Wekîlên jin ên HDP’î xwestin îstîsmara zayendî bê lêkolînkirin
14:16 Hevşaredara Îdirê Çelîk sewqî edliyê kirin
13:55 Destê girtiyan li pişt wan kelemçekirin û ji kogûşan derxistin
13:45 BTS: Em ê li dijî sirgûnan li berxwe bidin
13:08 Serpîl Kemalbay: Bi taybetî gorên li ser navê Kurdî û tîpên ê-x-î heye dikin nedef
13:07 Ji Gola Sixkê 30 ton çop derxistin
12:29 Doza Pirsûsê cara 14’emîn taloq kirin
12:03 Gulum, 261 cenazeyên li ser hev li Kilyosê hatin defin ji meclîsê pirsî
11:35 30 karkerên bi koronayê ketine ne li nexweşxaneyê li konteyniran tên ragirtin
11:22 Paylan: Çima wezîr warên dîrokî û dêran naparêze?
10:59 Beşdariya bernameya xwarinê jî sûc hat dîtin
10:34 Elîaçik: AKP bi kapîtalîzmê dezmêjê dide girtin
10:03 'Ya wê îtîraz bikin an jî wê dawiya xwe bînin’
09:55 Danişîna doza Pirsusê dê bê parêzer bê dîtin
09:35 Tenduristiya siyasetmedarê kurd Demîr xirab e
09:30 Medya îqtîdarê Efûya Îstîsmarê nûjen dike û bingehê ava dike
09:29 Wê tazmînatê bidin girtiyên dest dane ser nameyên wan
09:28 Wexta zebeşên pêşwext dest pê kir
09:27 Alîgirên xwe tayin dikin, muxalifan jî sirgûn
09:26 Girtî test nekirin û xistin qarantînayê
09:26 Penaber bi şewbê û birçîbûnê re rû bi rû hatine hiştin
09:25 Sykes-Pîcot a nû di dewrê de ye: Divê hêzên Kurd bibin yek
09:24 Ji her kesî re qedexeye, lê ji AKP û qeyûman re serbest e
09:24 Bi xwezaya xwe mirov heyr dihêle
09:23 Nanê zuha jî bi mista wan nakeve
09:22 AVM'yan pêla şewbê zêde kir
09:21 'AKP-MHP bi çavê dijmin li girtiyan dinere'
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2020'AN
19/05/2020
22:57 Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd hate avakirin
19:33 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 199
17:04 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Bi ruhê gulanê ber bi serkeftinê
16:58 6 girtî bi xwarinê jehrî bûn
16:52 Cara duyemîn roviyên girtiyê nexweş Kaya xwîn bûn
16:23 194 welatan biryara lêpirsîna Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê dan
16:16 Surucu ji Meclîsê xwest têkildarî 261 cenazeyan lêkolînê bike
16:09 Polisên ku xiza xwe negirtin bi ser malên cîran de girtin!
14:58 Daketin kolanan û qeyûm şermezar kirin
14:55 Ji bo 15 bajaran sînordarkirina liv û tevgerê hat dirêjkirin
14:21 Konseya Ewropayê: Qeyûm heqaret e li hilbijêr û gefa li demokrasiyê ye
14:10 Îdîaya jinekê întîhar kir
13:56 HDP’ê ‘Wezareta Ciwanan’ pêşniyaz kir
13:52 Li Silîvriyê ku vîrûs lê belav bûye test nayên kirin
13:39 Hepsa malê dan Hevşaredarên Sêrtê
12:57 Veşartina 261 cenazeyên li peyarêyê hatine veşartin ji Oktay pirsî
12:36 Koordînasyona Qeyrana Covît-19: Şewba vîrûsê newekhevî zêde kir
12:18 Şaredariya AKP'î dest danî ser standa alîkariyê
11:49 Mizrakli: Li dijî zilmê dema werêkiyê ye
11:31 40 gundên Qoser û Dêrikê dîsa bê av û ceyran hiştin
11:30 Ciwanê di bin çavan de hat berdan
11:10 KCD: Li dijî qirkirina xwezayê helwest bigirin
10:52 Ji YE’yê berteka qeyûm
10:48 Li pişt perda Zînî Wertê soza ‘devletê’ derket
10:10 Partiya Paşerojê ya Çepgir: Desthilat demên xwe yên dawîn dijî
09:21 Dozger xwest hevşaredar bên girtin
09:20 Beştaş: Çavê me dê li ser qeyûman be
09:19 Pardon me sûc nedît!
09:19 Kaplan: Wê qeyûm wekî trawmayekê di bîra dewletê de bimînin
09:18 Hişyariya ji bo 'efûya îstismarê': Dê encamên wê giran bin
09:17 Pîvazên wan di destê wan de man
09:05 Qeyûm şertê 'bexşa mecbûrî' daniye ber muteahîdan
09:05 Ji bo bîranîna rojnamevanên jiyana xwe ji dest dane pirtûkxane ava kirin
09:05 'Qirkirina daran' a ji bo qaleqolan didome
09:03 Ji 284 parlamenteran re peyam şand, lê yek kesî/ê jî bersîv neda
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2020'AN
08:46 HDP’iyan bertek nîşanî van dîmenan dan
18/05/2020
20:15 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan 150 hezarî derbas kir
19:36 Hevşaredarê Îdirê Akkûş hat girtin
16:39 Berteka li djî qeyûm: Em qet di paş de gav navêjin
16:35 Ji girtiyên Efrînî re ‘maf’ nîne
15:52 Hêjmara zêde ya rêwiyan rîske zêde dike
15:35 Yuksekdag: Li Girtîgeha Kandirayê sansûra 'AKP'ê tê sepandin
14:57 Ciwanek li Sîlopiyê binçav kirin
14:53 Jin dê li dijî efûya îstîsmarê derkevin kolanan
14:36 13 partiyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan
14:24 Meclîsa Ciwanên HDK'ê: Em girêdayî doza Îbo, Heqqî û Çaran de ne
14:13 HDK: Têkoşîna bi rêxistin dikare îqtîdarê têk dibe
13:16 Hevşaredaran daxuyaniya ‘manîpulasyonên qeyûm’ da
13:04 Çend girtî enfekte bûne?
13:03 Şahidê çalakiya Agirê Çaran: Tirs kuştin
11:47 Hatîp Dîcle: Di çareserkirina Pirsgirêka Kurd de KCD muxatabeke demokratîk e
11:10 HDP'ê şoreşgerên meha gulanê bibîr anî
10:38 Rûmên Pontosê: 19'ê Gulanê ji bo me komkujî ye
10:29 22 meh in li ber xwe didin: Ne korona wê JES me bikuje
09:44 Gundê Zîlanê xistin qerantinayê
09:28 Hewldana 78'an a Amedê: Meha Gulanê meha bibîranîna şehîd û cangoriyan e
09:23 Di pîvajoya 'Asayîbûnê' de nexweşên vîrûsê zêde bûn
09:21 Derket holê ku 261 cenaze li ser peyarêyê hatine veşartin
09:20 Karkerên çandiniyê: Dibêjin ‘bila feqîr bimirin’
09:20 Tê gotin ji ber rantê xaniyên şêniyên Sûrê nadin wan
09:11 Karsaza jin: Piştî pandemiyê wê bêkarî zêde bibe
09:11 Derbarê endama Meclîsa HDP’ê Kûyûn de lêpirsîn hat destpêkirin
09:10 Qeyûm qaseyê vala kir û bajar derxist ber firotinê!
09:09 Li Şirnex û Mêrdînê 4 hezar û 500 malbat li benda ‘hevmalîbûnê’ ne
09:09 Huda Kaya peyama ‘fetloneka dîrokî’ da muxalefetê
09:01 Kuştina Çavgûn bû dîrok
09:00 ROJEVA 18'Ê GULANA 2020'AN
17/05/2020
20:31 Resmê Covîd-19’ê ya Tirkiyê: Îro 44 kesan jiyana xwe ji dest da