'Ya wê îtîraz bikin an jî wê dawiya xwe bînin’

img

AMED – Parlamentera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku AKP dixwaze qeyûman mayînde bike ku xelkê birêve bibin û got: “Partiyên siyasî ya wê vê yekê qebûl nekin, yan jî wê dawiya xwe bînin.”  

Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr tayînkirina qeyûman nirxand. Taşdemîr bi bîr xist ku tayînkirina qeyûman berdewamiya plana “Têkbirinê” ya ku dewletê ji sala 2014’an ve xistiye meriyetê û vê plana xwe didomîne.
 
‘ÎQTÎDAREK ZORDESTIYÊ DIKE YE’
 
Taşdemîr da zanîn ku wan tevî hemû astengî û dijwariyan jî li dijî qeyûman di hilbijartinê de serkeftinê bi dest xistine û got: “Vê îqtîdara ku dizane bi siyaset û hilbijartinê wê tiştek li van deran bi dest nexe, niha jî bi zordestî û êrişkirinê şaredariyên me desteser dike.”
 
PEYAMA ‘KURD HENE LÊ VÎNA WAN NÎNE’ DIDIN 
 
Taşdemîr diyar kir ku îqtîdar ji kurdan re bi siyaseta qeyûm dibêje “siyasetê nekin, heke hûn bikin ez ê we nas nekim” û vê peyamê dide û wiha got: “Ewilî gotin kurd tune ne. Pişt re gotin kurd nikarin bikevin hilbijartinê. Ji bo astengî li pêşiya siyaseta kurd derxin her tiştî kirin. Lê tevî van hemû polîtîkayan jî kurdan xwe bi hişmendî û rêxistin kir. Lê êdî ew hêza wan têra kurdan nake. Îqtîdar peyama ‘hûn hene lê îradeya we nîne’ dide kurdan. Dibêje ‘ez mêtingerê we me, dema ez bixwazim dikarim qeyûm tayîn bikim.’ Qeyûm bi xwe mêtingerî û dagirkerî ye.”
 
‘JI BO DIZIYÊ BIKIN’
 
Taşdemîr bal kişand ser nelirêtiyên qeyûman û got: “Qeyûm talangerî, xapandin û dizekî ye. Qeyûm veguheriye pergalek wiha. Li Îdirê şaredariyek me mînak hebû. Her roj 24 saet xizmeta gel dikir. Lê vê tehamûl nakin. Qeyûm bişaftinê, înkarê, qirkirina çanda kurd, peyker şikandin, tabela daxistin û qedexekirina kurdî bi xwe re tîne. Ev pergal wê domdirêj dewam neke. AKP’ê bi vê siyasetê wê xwe winda bike.”
 
‘NEYARÊ JINAN IN’
 
Taşdemîr anî ziman ku AKP li dijî jinan dijminatiyê pêk tîne û xwe wisa li ser pêya digire û got: “Rejîma AKP’ê li her deverê xebat û hebûna jina azad û ramanê azad asteng dike. Muxalefetiya jinan wek gef ji xwe re dibîne. Loma dema qeyûman tayîn dike ewilî sazî û dezgehên jinan digirin. Xebatên jinan asteng dikin. Dixwazin jin bêparastin werin hiştin. Çimkî dixwazin bi feraseta yek zilamî birêve bibin.”
 
 
'PERGALA JI BAV DERBASÎ KÛR BIBE AVA DIKIN’
 
Taşdemîr destnîşan kir ku îqtîdar êdî dixwaze welat bi qeyûman bi rêve bibe û wiha got: “Qeyûman kiriye terzê birêvebirinê. Sindoqê tune dihesibîne. Hilbijartin û vîna sindoqê bêwate dihêle. Lê binêrin îqtîdarê li bajarên wek Enqere, Stenbol, Edene, Îzmîr, Mêrsîn û Eskîşehîrê qezenc nekir. Siberojê wê ji b ovan deveran jî sepanên qeyûman bixin dewrê. Li cihên ku bi sindoqan qezenc nekir, wê bi awayek birêve bibe û çavê xwe bera wan deran jî daye. Dixwazin mafê herî demokratîk ê hilbijratinê û hilbijêr ji holê rakin. Bi vê yekê re em bi rejîmek dîktator re hevrû mane. Bi van rêbaz û guhertinan dixwaze heta hetayê ew li ser îqtîdarê bin. Wê xelef û selefe xwe diyar bike. Dibe ku em bi pergalek ji bavê derbasî kur bibe re jî rûbirû bimînin.”
 
‘DIVÊ NERAZÎBÛN BILIND BIBIN’
 
Taşdemîr da zanîn ku pêwîste li dijî sepanên AKP’ê ku dixwaze bixe dewrê dengî nerazîbûnê zêde bibe û wiha got: “Divê ji vê kêliyê ve mudaxeleyî vê yekê were kirin û îtîraz bê kirin. Kurd, HDP bi salane li dijî vê rejîmê li ber xew dide. Jixwe bi salane em di hedefa van zextan û zordestiyê de ne. Bi awayekî be jî em li dijî vê nerazîbûnên xwe tînin ziman û têkoşîna xwe didomînin. Lê belê însanên baweriya wan bi demokrasiyê heye û ji bo siberoja welat jiyanek xweş dixwaze divê ew jî îtîrazên xwe bînin ziman. Neçarin li dijî vê yekê derkevin. Divê êdî muxalefet dest ji siyaseta ‘jixwe wa li dijî HDP’ê pêk tînin tiştek nabe, em li karê xwe binêrin’ berde. Êdî xelk jî ji vê yekê bawer nake. Ji ber vê yekê partiyên siyasî yên ku naxwazin hebûna wan têk here divê li dijî van sepanan ya wê îtîraz bikin an jî wê dawiya xwe bînin.”
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel

Sernavên din

20/05/2020
14:58 HDP li dijî qeyûman daket kolanan
14:50 Li dijî qanûna îstismarê çalakiya qurdeleya Xemrî li dar xistin
14:46 EMO bertek nîşanî Bendava Ilisûyê da: Ji xeletiyê vegerin
14:34 Wekîlên jin ên HDP’î xwestin îstîsmara zayendî bê lêkolînkirin
14:16 Hevşaredara Îdirê Çelîk sewqî edliyê kirin
13:55 Destê girtiyan li pişt wan kelemçekirin û ji kogûşan derxistin
13:45 BTS: Em ê li dijî sirgûnan li berxwe bidin
13:08 Serpîl Kemalbay: Bi taybetî gorên li ser navê Kurdî û tîpên ê-x-î heye dikin nedef
13:07 Ji Gola Sixkê 30 ton çop derxistin
12:29 Doza Pirsûsê cara 14’emîn taloq kirin
12:03 Gulum, 261 cenazeyên li ser hev li Kilyosê hatin defin ji meclîsê pirsî
11:35 30 karkerên bi koronayê ketine ne li nexweşxaneyê li konteyniran tên ragirtin
11:22 Paylan: Çima wezîr warên dîrokî û dêran naparêze?
10:59 Beşdariya bernameya xwarinê jî sûc hat dîtin
10:34 Elîaçik: AKP bi kapîtalîzmê dezmêjê dide girtin
10:03 'Ya wê îtîraz bikin an jî wê dawiya xwe bînin’
09:55 Danişîna doza Pirsusê dê bê parêzer bê dîtin
09:35 Tenduristiya siyasetmedarê kurd Demîr xirab e
09:30 Medya îqtîdarê Efûya Îstîsmarê nûjen dike û bingehê ava dike
09:29 Wê tazmînatê bidin girtiyên dest dane ser nameyên wan
09:28 Wexta zebeşên pêşwext dest pê kir
09:27 Alîgirên xwe tayin dikin, muxalifan jî sirgûn
09:26 Girtî test nekirin û xistin qarantînayê
09:26 Penaber bi şewbê û birçîbûnê re rû bi rû hatine hiştin
09:25 Sykes-Pîcot a nû di dewrê de ye: Divê hêzên Kurd bibin yek
09:24 Ji her kesî re qedexeye, lê ji AKP û qeyûman re serbest e
09:24 Bi xwezaya xwe mirov heyr dihêle
09:23 Nanê zuha jî bi mista wan nakeve
09:22 AVM'yan pêla şewbê zêde kir
09:21 'AKP-MHP bi çavê dijmin li girtiyan dinere'
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2020'AN
19/05/2020
22:57 Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd hate avakirin
19:33 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 199
17:04 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Bi ruhê gulanê ber bi serkeftinê
16:58 6 girtî bi xwarinê jehrî bûn
16:52 Cara duyemîn roviyên girtiyê nexweş Kaya xwîn bûn
16:23 194 welatan biryara lêpirsîna Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê dan
16:16 Surucu ji Meclîsê xwest têkildarî 261 cenazeyan lêkolînê bike
16:09 Polisên ku xiza xwe negirtin bi ser malên cîran de girtin!
14:58 Daketin kolanan û qeyûm şermezar kirin
14:55 Ji bo 15 bajaran sînordarkirina liv û tevgerê hat dirêjkirin
14:21 Konseya Ewropayê: Qeyûm heqaret e li hilbijêr û gefa li demokrasiyê ye
14:10 Îdîaya jinekê întîhar kir
13:56 HDP’ê ‘Wezareta Ciwanan’ pêşniyaz kir
13:52 Li Silîvriyê ku vîrûs lê belav bûye test nayên kirin
13:39 Hepsa malê dan Hevşaredarên Sêrtê
12:57 Veşartina 261 cenazeyên li peyarêyê hatine veşartin ji Oktay pirsî
12:36 Koordînasyona Qeyrana Covît-19: Şewba vîrûsê newekhevî zêde kir
12:18 Şaredariya AKP'î dest danî ser standa alîkariyê
11:49 Mizrakli: Li dijî zilmê dema werêkiyê ye
11:31 40 gundên Qoser û Dêrikê dîsa bê av û ceyran hiştin
11:30 Ciwanê di bin çavan de hat berdan
11:10 KCD: Li dijî qirkirina xwezayê helwest bigirin
10:52 Ji YE’yê berteka qeyûm
10:48 Li pişt perda Zînî Wertê soza ‘devletê’ derket
10:10 Partiya Paşerojê ya Çepgir: Desthilat demên xwe yên dawîn dijî
09:21 Dozger xwest hevşaredar bên girtin
09:20 Beştaş: Çavê me dê li ser qeyûman be
09:19 Pardon me sûc nedît!
09:19 Kaplan: Wê qeyûm wekî trawmayekê di bîra dewletê de bimînin
09:18 Hişyariya ji bo 'efûya îstismarê': Dê encamên wê giran bin
09:17 Pîvazên wan di destê wan de man
09:05 Qeyûm şertê 'bexşa mecbûrî' daniye ber muteahîdan
09:05 Ji bo bîranîna rojnamevanên jiyana xwe ji dest dane pirtûkxane ava kirin
09:05 'Qirkirina daran' a ji bo qaleqolan didome
09:03 Ji 284 parlamenteran re peyam şand, lê yek kesî/ê jî bersîv neda
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2020'AN
08:46 HDP’iyan bertek nîşanî van dîmenan dan
18/05/2020
20:15 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan 150 hezarî derbas kir
19:36 Hevşaredarê Îdirê Akkûş hat girtin
16:39 Berteka li djî qeyûm: Em qet di paş de gav navêjin
16:35 Ji girtiyên Efrînî re ‘maf’ nîne
15:52 Hêjmara zêde ya rêwiyan rîske zêde dike
15:35 Yuksekdag: Li Girtîgeha Kandirayê sansûra 'AKP'ê tê sepandin
14:57 Ciwanek li Sîlopiyê binçav kirin
14:53 Jin dê li dijî efûya îstîsmarê derkevin kolanan
14:36 13 partiyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan
14:24 Meclîsa Ciwanên HDK'ê: Em girêdayî doza Îbo, Heqqî û Çaran de ne
14:13 HDK: Têkoşîna bi rêxistin dikare îqtîdarê têk dibe
13:16 Hevşaredaran daxuyaniya ‘manîpulasyonên qeyûm’ da
13:04 Çend girtî enfekte bûne?
13:03 Şahidê çalakiya Agirê Çaran: Tirs kuştin
11:47 Hatîp Dîcle: Di çareserkirina Pirsgirêka Kurd de KCD muxatabeke demokratîk e
11:10 HDP'ê şoreşgerên meha gulanê bibîr anî
10:38 Rûmên Pontosê: 19'ê Gulanê ji bo me komkujî ye
10:29 22 meh in li ber xwe didin: Ne korona wê JES me bikuje
09:44 Gundê Zîlanê xistin qerantinayê
09:28 Hewldana 78'an a Amedê: Meha Gulanê meha bibîranîna şehîd û cangoriyan e
09:23 Di pîvajoya 'Asayîbûnê' de nexweşên vîrûsê zêde bûn
09:21 Derket holê ku 261 cenaze li ser peyarêyê hatine veşartin
09:20 Karkerên çandiniyê: Dibêjin ‘bila feqîr bimirin’
09:20 Tê gotin ji ber rantê xaniyên şêniyên Sûrê nadin wan
09:11 Karsaza jin: Piştî pandemiyê wê bêkarî zêde bibe
09:11 Derbarê endama Meclîsa HDP’ê Kûyûn de lêpirsîn hat destpêkirin
09:10 Qeyûm qaseyê vala kir û bajar derxist ber firotinê!
09:09 Li Şirnex û Mêrdînê 4 hezar û 500 malbat li benda ‘hevmalîbûnê’ ne
09:09 Huda Kaya peyama ‘fetloneka dîrokî’ da muxalefetê
09:01 Kuştina Çavgûn bû dîrok
09:00 ROJEVA 18'Ê GULANA 2020'AN
17/05/2020
20:31 Resmê Covîd-19’ê ya Tirkiyê: Îro 44 kesan jiyana xwe ji dest da