QERS - Şaredariya Qersê, ji bo çanda piştevaniyê bi hêz û daîmî bibe Mexazeya Piştevaniya Civakî vekir.
Şaredariya Qersê, bi armanca alîkariyê bide welatiyên pêdiviyên wan hene, Mexazeya Piştevaniya Civakî vekir. Mexaze dibin navê Miduriyeta Xizmeta Jin û Malbatê ya Şaredariyê hat vekirin. Hevşaredarên Qersê Şevîn Alaca, Ayhan Bîlgen û endamên Meclîsê beşdarî vekirina mexazeyê bûn. Hevşaredara Alaca di vekirina mexazeyê de axivî û wiha got: "Em dixwazin piştevaniya li bajêr daîmî bikin. Girîngiya piştevaniyê di yekitiyê re derbas dibe."