Qedexeya Nisêbînê vegot: Me heta dawiyê li ber xwe da

  • rojane
  • 09:01 25 Gulan 2020
  • |
img
MÊRDÎN - Yek ji 70 kesên berî 4 salan di qedexeya derketina kolanan a navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê de ji bajêr hatibûn derxistin û girtin hunermend Erkan Benlî, ew roj vegotin û diyar kir ku wan heya dawiyê li ber xwe dan. Benlî, da zanîn di parastina kirin de bingeha parastina rastiya paradîgmayê hebû.
 
Beşek qedexeya derketina kolanan a di 14’ê Adara 2016’an de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hat îlankirin, di 25’ê Tîrmeha 2016’an de û temaniya qedexeyê jî di 21’ê Nîsana 2018’an de hatibû bi dawî kirin. Qedexeya weke “Sendroma Nisêbînê” derbasî dîrokê bû û pevçûnên pir dijwar lê navçeyê qewîmîn, Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) di 26’ê Gulana 2016’an de ragihand ku hêzên xwe ji bajar vedikişîne. Dûre sivîl ji bajêr hatibûn derxistin, 17 jê zarok 70 kesên ji bajêr hatin derxistin, heya demekê dibin çavan de mabûn û îşkeceyeke pir zêde li wan hatibû kirin. Dûre jî ev 70 kes hatibûn girtin. 
 
TESLÎMÎ MALBATÊN WAN NEHATIN KIRIN 
 
Di dosyayên dozên 17 jê zarok 70 kesên hatin girtin de, kuştina 69 polîs, leşker û cerdevanan û agahiya birîndarkirina 528 hêzên ewlekariyê cih digirt. YPS’ê, di daxuyaniyên dan de jî, diyar kiribû ku 51 endamên wan jiyana xwe ji dest dane û piştî bi salan nû cenazeyên hin YPS’iyan teslîmî malbatên wan hatibûn kirin. Hin cenaze jî, li goristanên bêkesan hatibûn definkirin û hîna jî hin malbat li bendenê ku cenazeyê zarokên wan teslîmî wan bên kirin. 
 
JI BO 44 KESAN CEZAYÊ GIRAN HATIN BIRÎN
 
4 sal bi ser kesên ji bajêr hatin derxistin û girtin re derbas bûn. Ji bo 44 kesên dihatin dariznadin cezayê herî giran hatin birîn. Di pêvajoya darizandinê de Medya Çinar û Sîraç Yuksek di dema çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li girtîgehên lê diman dawî li jiyana xwe anîn. Di nişeyên li paş xwe hiştin de behsa “Rêveberiya Xweser dikirin.” Girtiyan di hemû danişînan de jî her tim daxwazên xwe yên “Rêveberiya Xweser” anîn ziman. Helwest û nêzîkatiya wan a  hevpar a di danişînan de tim wiha bû; “Em dixwazin bi gelê xwe re di welatek azad û wekhev de bijîn. Xweseriya Demokratîk mafe, ne sûçe.” 
 
JI BO KU NAMEYÊN WAN DI KOMÎSYONÊ RE DERBAS BIBIN…
 
Yek ji 70 kesên berî 4 salan di qedexeya derketina kolanan a navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê de ji bajêr hatin derxistin û girtin, hunermend Erkan Benlî yê li Girtîgeha Tîpa T a Bafra Samsûnê girtiye. Benlî, bi wesîleya salvegera roja ji bajêr hatin derxistin, tiştên di qedexeyê de jiyan, bi nameyekê ji Ajansa Mezopotam (MA) re vegotin.
 
Benlî, di nameya ji girtîgehê şand de wiha got: “Ji ber nivîsandina nameyan gelek caran cezayê hucreyê li min birîn. Ji bo ku ev nameya min di Komîsyona Xwendina Nameyan a Girtîgehê re derbas bibe û bigihêjê cihê xwe hewl didim bi baldarî binivîsin. Ji ber vê min şêwazekê hîn asan tercîh kir.”
 
‘DAÎREYA HERBA TAYBET KET DEWRÊ’
 
Benlî, diyar kir ku piştî ewqas êşên hatin jiyîn çavê hemû kesan li Mutabakata Dolmabahçe ya sala 2013’an bû û wiha rêz kir: “Bi vê mûtabakatê re qanûn û çarçoveya çareseriyê hatibûn temamkirin. Li gorî vê yekê, di çarçoveya qanûnekê bingehîn a demokratik de, wê ji bo kurdan statuya xweser a demokratîk bihata dayîn. Lê daîreya herba taybet û mekanîzmaya lobiyê ku ji hikumeta AKP’ê bi hêztir bûn ev pêvajo xirab kirin. Bûyerên di navbera 14’ê Adarê û 26’ê Gulana 2016’an de rû dan, ji bo destkeftiyên hatibûn qezenckirin bûn sedama hilweşandinek mezin. Ligel ewqas ked û hewldanên ji bo aştiyê jî, hesreta mezin a gelên Kurd û Tirk a aştiyê dîsa bi cih nehatibû.” 
 
‘ME RÊBAZA XWE BI RÊVEBIRINÊ ESAS GIRT’
 
Benlî, da zanîn ku di muzakereyên heya niha hatin kirin de encamek derneket holê û wiha pê de çû: “Weke netew êdî me nedikarî em vê muameleyê û bêcîdiyetbûyînê qebûl bikin. Êdî dema avakirin û bi xwe rêveberinê hatibû. Di vê çarçoveyê de gel li hin bajaran rêveberiya xwe îlan kir. Dûre meclîsên gel, ragihandin ku ewê ji vir û şûn de dewletê nas nekin, bi rêveberiya xwe ya xweser a vakirine wê xwe bi xwe rêve bibin û ger mudaxileyê wan bê kirin jî, ew ê hêza xwe ya parastina çewherî bi kar bîn in. Bi zext û êrîşên mezin bersiv dan vê daxwaza demokratîk a gelê me. Rêxistina ciwanên şoreşger ku xwedî satuyek qanûnî bû li dijî van êrîşan ket nava liv û tevgerê. Di nava ciwanên şoreşger û hêzên leşkerî de pevçûn rû dan. Ev pevçûn dewam kirin. Dûre ciwanên şoreşger Yekîneya Parastina Sîvîl (YPS) ava kir. Me di vê çarçoveyê de têkoşîna demokrasiyê da û rêbaza xwe bi rêvebirinê esas girt.” 
 
‘ME HEYA DAWIYÊ LI BER XWE DA’
 
Benlî, di dewama nameya xwe de wiha got: “Berî pevçûna 73 rojan dewam kir, biryar hat dayîn ku em paşve vebikêşin. Li wêderê hem sîvîl û hem jî hevalên me yên birîndar ên di dorpêçê de mabûn hebûn. Em hemû birîndar bûn. Ji ber ku birînên me giran bûn me nekarî em paş ve vekişin. Tax hatibûn dorpêçkirin. Ji dûr ve çeken giran ketober li me dibarandin. Pîvana me ya parastina rewa; ger hêza me di asta cîhanê birêve bibe hebe jî, em ê tu carî êrîşî kesekê nekin, lê ji bo parastina mafê xwe cîhan hemû bi ser me de were jî, emê dîsa li ber xwe bidin û têkoşîna xwe dewam bikin bû. Me jî bi vî awayî kir û heya dawiyê me li ber xwe da. Dûre em hatin girtin. Heya heftiyekê em di lêpirsînê de hiştin. Îşkenceyên pir giran li me hemûyan kirin. Dest pê kê darizandinek giştî çêbû. Darizandinek adîlane ji bo me nehat kirin. Di darizandinên me de pirsgirêka egoya dozger, dadger û parêzaran pir bala me kişand. Dîsa di îdîanameyên hatin amedekirin de, hemû bûyer avêtin ser me. Ger gotin di cih de be bi derewan îdîanameyên me amedekirin. Parêzeran encex tenê karîn di çarçoveya qanûnan de parastina me bikin. Me jî li gorî paradîkmayê parastina xwe dikir. Di bingeha zanistan parastina me kir de, heqîqet hebû.”
 
‘JI BO ÇAND Û HERÊ AKADEMÎ GIRÎNGE’
 
Benlî, bal kişan avakirina hunera civakî û wiha domand: “Min tim xeyal dikir ku di qada çand û hunere de avakirinek civakî pêk were. Ez bi eşq û dildariyek mezin, ji qada pratîkê dur, hewl didim li gorî xwe hilberinekê bikim. Di nava 4 salên girtîgehê de, min hilberîna xwe dewam kir. Ji bo çand û hunerê, ez akademîbûyînê girîng dibinim. Agirgehên Zerdûştiyan, Bexçeyên Ronahiyê yên Manî, dibistanên felsefê yên Îyoniyan ên ber peravên Egeyê, keşîşxaneyên Xiristiyanan ên quntarên çiyayan, medreseyan, zanîngehên azad ên şoreşger, dîsa Dibistanên Frankfurt ên di roja me de modern ev mîrate bi cih anîn. Gelek tişt kirin. Bûn sedem ku hunermend di nava civakî de bibin mînak. Sazî û hevalên me yên vê xebata akademiyê bi rêve dibin hene. Ez ji li gorî vê tevdigerim. Heya niha min sê staran nivîsandin di girtîgehê de. Di demên dawî de jî ez li ser xebatên nivîsandinê lêhûr dibim.”
 
‘YEKITIYÊ FERZÎ ME DIKE’
 
Benlî, di dawiya nameya xwe de ev peyam da: Gotineke Eînsteîn a pir jê hes dikim heye. Wiha dibêje; Heta ku girse bi propagadeyan neyin hejrîkirin, ne alîgirên şeran e. Ji bo avakirina aştiyek civakî, rolê kevir ê quncikê civak bi cih tîne. Ev rojeva vîrûsê heta bêje piştevaniyê û yekitiyê ferzî me dike. Ew mafê hemû civakan heye ku ziman û çanda xwe bi hev re bijîn. Bi rastî jî, tebeqeyeke ku nezaniya gel bi kar tîne heye. Ji vê beşê re Olîgarşî tê gotin. Ev beş aştiya civakî ji bo sermayeya xwe tim asteng dike. Ligel van hemûyan jî li pêşiya me serdemek demokrasiyê heye. Wê demek wekhev û bê kedxwarî pêş bikeve. Ez hêvî dikim ku ev ji bo gelên Rojhilata Navîn bibe sedama jiyanek xweş û azad. Di heman demê de ji bo we jî, spasiyên xwe pêşkêş dikim û heskirinên xwe diyar dikim.”
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

26/05/2020
16:07 15 rêxistinên civakî yên Amedê xwestin girtiyan serbest berdin
15:36 Li Cîhanê Covid-19: WHO li dijî pêla duyemîn hişyar kir
14:46 Zrîngê cenazeyên di bin peyarêyê de hatin veşartin xêz kiriye
14:44 Xwendekarên Tipê bi vîrûsa koronayê ketin
14:05 Derya Aydin: Jenosîda hiş û bîra civakî
13:26 Orhan mirina bi guman leşker bir rojeva meclisê
12:50 Ocalan her tim di çareseriyê de israr kir
11:17 ‘Em ê dest ji têkoşîna mafên xwe bernedin’
10:51 Vê carê jî polis û notirvanan li Sûltanbeyliyê êrîş kirin
10:31 Li Wanê 18 hezar kes di karantînayê de ye
10:18 Beriya bê kuştin alîkarî ji polîsan xwest
10:06 Temaşevan dikarin belgefîlma Siya Avê di înternetê de temaşe bikin
09:46 Weke çavên xwe li çinara 800 salî dinêrin
09:22 ‘Divê dest ji polîtîkayên şaş ên çandiniyê berdin’
09:07 Çalakiya hezaran deriyê Îmraliyê vekir
09:07 'Zarokên me dîrok nivîsandin'
09:07 Îxrac bû dest bi çêkirina gubre kir
09:07 Neviyê Şêx Seîd: Em dagirkeran nas bikin û zilmê qebûl nekin
09:06 Di pêvajoya Covît-19 de lez dan avakirina HES’an
09:01 Dayika Gezen: Ji bo azadiya gel lawê min çalakî pêk anî
09:01 Bazara heywanan vebe jî firotin tuneye
09:01 Vegeriya gundê xwe dest bi xwedîkirina mirîşkan kir
09:01 Bertekên rêxistinên civakî: Em li dijî şerma Kilyosê bibin yek
09:01 Bulbul: Ku êdî zilm li cenaze û goristanan tê kirin wê demê îktîdar xelas bûye
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2020'AN
25/05/2020
22:30 Bekçî lêxist polîs kelepçe kir
21:02 Li Tirkiyeyê 4 hezar û 369 kes bi Covît-19 mirin
16:54 Dilgeş ê nexweşê gurçikê ye nikare dermanên xwe bigire
16:16 Ji girtiyê li Bunyanê re gotin: Hûnê hêza dewleta Tirk bibînin
16:08 40 gund 11 rojin bê av û bê ceyran in
15:52 Gundê Gendelovayê xistin qerantînayê
15:47 Ji bo parêzerên di rojiya mirinê de bang kirin
14:39 Wezaret dê mudaxîlbûyîna lêpirsîna Komeleya Rosa binirxîne
12:27 Berf heliya maşîneyên di bin aşûtê de man derketin derve
11:52 Li Wanê malek hat şewitandin
11:21 Tirb hilweşandin û ala tirk bi daran vekirin
10:26 Rojnameya Yenî Yaşamê dusalî ye
10:03 Apê Musa 100 salî ye!
09:45 Komkirina kîvarkên bejî dest pê kir
09:19 Hatîmogûllari: Îşkencê li civakê dikin
09:18 Çotkar deyn dike û diçîne
09:02 ‘Girtiyên nexweş terkî mirinê kirin
09:02 Jinan: Ji vê şaşiya xwe paşve vegerin
09:01 Qedexeya Nisêbînê vegot: Me heta dawiyê li ber xwe da
09:01 Hewl dan peykerê 6 hezar sal ji cihê wê bikin
09:01 Hilberînerên çayê bi derdin
09:00 ‘Asta zilmê ya herî jore’
09:00 ROJEVA 25’Ê GULANA 2020’AN
24/05/2020
17:58 100 endamên DAİŞ'ê vegeriyan Almanyayê
17:49 SOHR: Heta niha Tirkiye 10 Hezar û 100 eskerên bi pere ji Sûrî şandine Lîbyayê
17:31 OHD'ê rapora goristanan parve kir: Hem gorên wan şikandin û hem lêpirsîn vekirin
15:33 Li Wanê eskerek kuştî hat dîtin
14:31 Dilgeş ê 3 salî jî bi diya xwe re ket girtîgehê
14:12 Goristan îsal vala man
13:12 MED TUHAD-FED: Dawî li bê hiqûqiyê bînin
HDK: Em ê aştî û edaletê bi hevre pêk bînin
12:36 26 sal berê bira û birazê revandin, lê hêj kujer nehatine cezakirin
11:59 Gelê Rojava Cejna Remezanê li ser goristanan pîroz kir
11:24 Şaredariya AKP'î di cejnê de welatî bê av hişt
10:57 KÎD: Bila cejn bibe wesîleya vejîn û raperînê
10:15 Piştevaniya Mor, li dijî tundiyê xwe digînin hev
09:56 Aydenîz: Ji tora têkoşîna jinê ditirsin
09:30 KCD: Em dixwazin cejn li gorî wateya xwe bê pîrozkirin
09:13 HDP dest bi têkoşînek nû dike
09:03 'Me Komkujiya 1938’an anî rojevê
09:02 Mele Kaplan: Dest nedin nirxên me yên pîroz
09:01 Cerdevantiyê li zozanvana ferz dikin
09:00 'Dest nedin xwezaya me'
09:00 Işik: Bi hilbijartinê nikarin bi qeyûman xesp dikin
09:00 Zimanê zikmakî bi weşaneke hevpar diparêzin
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2020'AN
08:27 Dadgehê 12 siyasetmedarên kurd şandin girtîgehê
02:33 Kurd li korîdorên dadgehan cejnê pêşwazî dikin
23/05/2020
23:15 Endamê Meclîsa Şaredariya Rezanê Kûzû hat girtin
19:55 32 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
19:14 Rojnamevan Dogrû hat girtin
16:44 Cenazeyê Sabrî Kaya di bin dorpêça polîsan de defin kirin
16:30 Xizmên windayan vegotin: Ne hestî û ne gorên wan hene
16:01 Dozger bêyi îfadeyên wan bigire xwest bên girtin
15:54 Rojnameger Rojhat Dogrû di binçavan de ye
15:42 Keça min întîhar nekiriye, ez bi guman im
15:42 Çûyîna komeleya xwe ji sûc hesibandin
15:14 Ji bo girtiyê 70 salî bang kirin
15:07 'Operasyon li dijî hemû jinan e'
14:23 17 sal in hestiyên bav û apê wî nadin wan
14:22 Malbatê cenazeyê Kaya girt
14:04 ÎHD'a Îzmirê azadiya girtiyên nexweş xwest
13:50 Parêzvanên Jin ji 30 welatan bang kirin: Bêdeng nemînin
13:09 715 rojan girtî ma hêj nû îdeaname amade kirin
13:01 Bi wêneyan bêdengiya li Sûrê û Deriyê Çiyê
13:01 Notirvanan li ciwanê ku ji bo avêtina çopê derket derve xistin
12:51 OHD'ê rapora çavdêriya Kilyosê parve kir: Bila rayedar bên darizandin
12:04 Agir bi konteynerê ket: Karkerek mir
11:48 Keskîn: Bêdengiya mûxaletefê Kaya kuşt
11:46 Testa Kaya ya vîrûsê negatîf derket
11:40 Azadiyê binpê dikin
10:58 Fîlmê Dilop li ser youtube weşandin
10:58 Konseya Ewropa Tirkiye hişyar kir: Êrîşên li ser rojnamegeran rawestînin
10:20 Ji Rosa banga piştevaniyê
10:19 Tê payîn siyasetmedar û aktîvîstan îro sewqî dadgehê bikin
10:05 Nameya ji bo ‘goristanan'