Ji bo cenazeyên ku li peyarêyê hatin veşartin dê li NY û DMME'yê gilî bikin

  • rojane
  • 09:12 27 Gulan 2020
  • |
img

STENBOL – Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê, ji bo cenazeyên ku li Goristana KÎlyosê li peyarêyê hatin veşartin, wê serî li NY û DMME’yê bide. Parêzer Serhat Çakmak, diyar kir ku armanca êrîşan li ser goristanan “bê bîr hiştine”.

Di sala 2018’an de 281 cenaze, ji Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor ê navçeya Tetwanê ya Bedlîsê hatibûn derxistin û ji bo lêkolînkirina tipa edlî biribûn Stenbolê. Beriya çend rojan derketibû holê ku ji van cenazeyan 261 jê li peyarêya Goristana Kîlyosê ya Bêkasan hatibû veşartin. Cenaze, di pakêtên plastîk de li gorên ku ji 1’ê heta 18’an nimre li ser wan hatibûn danîn, li ser hev hatibûn bicihkirin. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), li goristanê lêkolîn kir û têkildarî mijarê raporek amade kir. Komeleyê, di raporê de xwestibû ku cenazeyan bidin xwediyên wan û derbarê kesên berpirsyar de lêpirsîn bê destpêkirin. OHD, xebatên xwe yên hiqûqê yên tekildarî miajrê didomîne û amadekarî dike ku veşartina cenazeyan a li peyarêyê bi be Neteweyên Yekbûyî (NY) û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME).
 
CIVAK BÊ BÎR TÊ HIŞTIN
 
Endamê OHD’ê Parêzer Serhat Çakmak, pêvajoya ji revandin heta veşartina li pêyarêyê ya cenazeyan weke “Rêza bêhiqûqiyan” pênase kir û wiha got: “Bi dawîbûa pêvajoya çareseriyê re dewletê dest bi êrîşên li ser goristanan kir. Beriya Xerzanê li Licê jî li dijî goristanan êrîş pêk hatin. Veşartina cenazeyan a li ser hev a li pêyarêyê, bêhiqûqiyê aşkera radixe ber çavan. Binpêkirineke giran a mafan li holê ye. Di şeran de armanca tekbirin û kuştinê ya aliyan li hemberî hev heye lê dema ku kes dimire têkiliya wî bi dinyayê re tê birîn û kes nikare mudaxaleyî veşartin û rîtûelên olî yên ji bo wî bibe. Ev feraset bi demê re di nav civakan de bûye edet û di hiqûqê de jî bûye qanûn. Tişta wijdanê mirov dêşîne binpêkirina nirxên civakê ye. Bi vê re civak jî tê bêbîrhiştin.”
 
ARMANCA KÊMKIRINA ÊŞAN E
 
Parêzer Çakmak, destnîşan kir ku armanca malbata dîsa veşartina cenazeyan û kêmkirina êşên wan e û ev tişt got: “Ne xerakirina goran, xesar dayîna axa goran jî di hêla menewî de mirov birîndar dike. Di mijareke wiha hesas de veşartina cenazeyan a li pêyarêyê nayê qebûlkirin. Veşartina cenazeyan a li peyarêyê ne li gorî qanûnan e. Usûla veşartina cenazeyan ji bo herkesî derbasdar e. Cenaze li ser hev nayên veşartin û cihê ku lê tên veşartin divê guncav be. Kesên ku bi ferman dane cenaze bi vî rengî bên veşartin berpirsyariya wan a hiqûqî heye. Binpêkirina mafê veşartinê ji bo xizmên cenazeyan dibe eziyet. Ev pêkanîn binpêkirina peymanên navneteweyî ye.”
 
WÊ SERLÊDANÊN HIQÛQÊ BÊN KIRIN
 
Di berdewamê de Çakmak, bi lêv kir ku bi êrîşên ser goristanan re birînên vebûne tên xwînkirin û axaftina xwe bi van gıotinan bi dawî kir: “Her pêkanîna li hemberî cenazeyan bi xwe re binpêkirina mafan tîne. Me heta niha pêvajoya radestkirina cenazeyan şopandiye. Me giliya pêkanînan jî kiriye. Di geşedanên dawîn de berî ku rêyên hiqûqî yên hundirên bên bidawîkirin, em ê serî li hiqûqa navneteweyî jî bidin. Xebatên me yên ji bo yekê didomin. Em amadekarî dikin ku destpêkê serî li NY û DMME’yê bidin. Di hêla hiqûqî de em gelk pirsgirêkan dijîn û xwe nagihînin rayedaran. Di vê mijarê de em muxataban nabînin.”
 
MA / Erdogan Alayûmat

Sernavên din

31/05/2020
08:08 Girtiyê Nexweş Kartal jiyana xwe ji dest da
30/05/2020
21:07 26 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane, 983 kesên din jî bi şewbê ketine
20:43 Qeyûmê pirtûkxaneya bi navê Celadet Alî Bedirxan xera kir!
18:41 Hevserokên HDP'î hatin berdan
17:02 Nivîskarê Ermenî Mihçi: Piştî Erdogan got 'Bermahiyên şûr' êrîş zêde bûn
16:20 Li Rezanê polîsek birîndar bû
16:11 Ji bo girtiyê nexweşê giran Ozkan ê 81 salî bang kirin
15:56 Pirsa faîlên bapîr û neviyê wî kirin
15:48 Platforma Jinan a Şahmaranê: Têkoşîna jinan nayê darizandin
15:20 Meclîsa Jinan: Bêdeng nemînin
14:53 Li Çadê pevçûna çekdarî: 5 kes mirin
14:46 Balafirên TSK'ê bombe kir: Kur û bav hat kuştin
14:44 25 sal in li dû edaletê ye: Hestiyên me bidin me
14:37 Jinan çalakiya rûniştinê li dar xistin
14:12 Rapora 77 girtîgehan: Hêj tedbîr nehatine girtin
14:05 Buldan piştgirî da Rakel Dink: Hûn ne bi tenê ne
14:05 Di gora komî ya Kerboranê de hestiyên 40 kesan hatin komkirin
13:34 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
13:26 Xizmên windayan: Bila kujerê Hasan Ocak bê dîtin
13:11 Kesê bi Qanûna Înfazê hat berdan Nûrcan Polat kuşt
12:51 Girtiyê nexweş 2 salin bi tenê tê girtin
11:34 HDP'ê piştgirî da şermezarkirinên li Mînnetapolîsê
11:21 Rêxistinên civakî piştgirî dan Vakfa Hrant Dînk
10:45 Ji polisê ku Floyd kuşt re 35 sal ceza hat xwestin
10:01 Prof. Dr. Mustafa Durmuş: Ev aboriyek xapînok e fêdeyê nade aramiya civakê
09:34 Li Cizîrê karantîna zêde dibe
09:27 Thomas Lovejoy: Qeyranên pêş dikevin qêrîna ji bo modela parastina xwezayê ye
09:11 Li Rezanê jinek hat kuştin
09:09 Hevseroka Meclîsa Mexmûrê: Em birçî jî bimînin em muhtac nabin
09:09 Ji ber DEDAŞ'ê nexweşên astimê nikarin tedawî bibin
09:09 Tevî çop û bermayiyên bi xwe re Gola Wanê qirêj dikin
09:09 Rêwîtiya ji bo rêvasan
09:09 Ji niha ve dest bi amadekariyên zivistanê kirine
09:09 Malbat 2 salin ketine şopa hestiyan
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2020'AN
08:12 Lêpirsîn li 19 jinên ji derveyê qawîşê hejmar nedan vekirin
29/05/2020
20:45 Polîsan avêt ser avahiya HDP'ê ya Êlihê: Hevserok hatin binçavkirin
19:51 28 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:14 Jin çûn cihê Kocabaş lê hat kuştin: Em ê bêdeng nemîn in
15:50 Di 4 mehan de li Egeyê 8 hezar û 283 maf binpe kirin
15:19 HDP'î çûn serdana Dilgeş: Pêdiviyên wî bi cih nayin in
15:19 Çalakiya Zeytinburnê 769 roj in didome
15:10 Bi roketê êrîşî înşeata kalekolê kirin
14:40 Rapora Girtîgeha Sîlîvriyê: Haletên koronayê zêde ne, tevdîr kêm in
14:39 MMO: HES'ên li Zilanê tên avakirin polîtîkaya bê bîr hiştinê ye
14:35 Li ber girtîgehê daxuyanî: Qada jiyana girtiyan teng kirin
14:31 Platforma Jinan a Enqereyê: Em ê bîat nekin
14:17 Hevdîtinên girtî yên li girtîgehan di 1’ê hezîranê de dest pê dike
14:16 Di çayfiroşê şaredariyê de Covît-19 derket
14:16 Di mudaxileya şermezarkirina sirgûnan de 8 kes hatin binçavkirin
13:52 Jinan li Mêrdînê bang kir: Jinên hatin girtin berdin
12:29 Lêpirsîna parastinê li Demîrtaş vekirin
12:04 Li Başakşehîrê di fabrîqeyekê de teqîn rû da
11:35 HDK: Komkujiya Çorûmê di avakirina pergala nû de peyamek bû
10:59 Dayika Gulîstan Dokû: Gulîstan li ku derê ye, kezeba min dişewite
10:59 Turkdogan: Bêyî dîtina pergalê axaftina tundiya polisan şaşî ye
10:17 Aydogan ê CHP’: Sedema tundiya polîsan zimanê siyasetê ye
10:16 Birayê Safîturk: Amîrê midûrê polîsan bombe bi cih kir
10:16 Elvan: Heta ku ev erk di destê polîsan de be wê zarok werin kuştin
09:14 Cenazeyên bi kes li goristana bêkesan defin kirin
09:13 Bi Rosa peyam dan hemû jinan
09:12 Keça Sabrî Kaya: Bavê min kuştin
09:12 ‘Heger hiqûq pêk bê wê daxwaza Tîmtîk û Unsal pêk bê'
09:10 Kurmên hevrîşimê ji pelên tuyan têr nabin!
09:09 JES mêşan dikujin
09:08 Qeyûm got 'em ê baştir çêbikin, lê ji a berê xirabtir kir
09:08 Ji ber ava lexemê nikarin erdên xwe bajon
09:07 Terezê li fisteqan xist, cotkaran ji bo piştgiriyê bang kir
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2020'AN
07:53 2 tax li Elbakê xistin qerantînayê
28/05/2020
20:49 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bû 160 hezar û 979
17:28 Polîsan kesên li pêş AKP'ê çalakî li dar xistin binçav kirin
17:03 Giliya êrîşên goristanan hat kirin
16:07 Seta ‘Stranên Arşîva Radyoya Êrîvanê’ çap bû
16:00 Duh bi apoletê darbe kirin îro bi qerewatê darbê dikin
15:46 101 meh derbas bû: Rêya edaletê di Roboskî de derbas dibe
15:38 BTS’ê bertek nîşanî sîrgûnan da
15:30 Armanca erîşên li dijî HDP’ê çiye?
15:07 HDP dê li dijî êrîşê li ser avahiya Cizîrê serlêdana sûc bike
14:59 Ji bo ‘Hefteya Dayikên Şemiyê’ pêşniyara qanûnê hat kirin
14:55 Qûrbaniyên Geziyê bi bîr anîn
14:47 ÎTO Dr. Ertugrul li pêş nexweşxaneyê bibîr anî
14:36 Grup Yorûm ji bo konser bide serlêdan kir
14:25 Tanrikûlû rapora windayan eşkere kir: Peymanê îmze bikin
13:32 Kesê bi ‘rûpoş’ hewl da avahiya HDP’ê bişewitîne
13:13 Girtiyan li Kirşehîrê dest bi greva birçîbûnê kirin
13:08 Ji 2 karkerên ji selika vînçê ketin 1 jê mir
12:53 Di Bendava Ilisû de zarokek xeniqî
12:33 'Êrîşa li dijî Rosa ne tenê li dijî jinên kurd, li dijî hemû jinên cîhanê ye
12:13 Li Qersê Xeta Mor vebû
12:13 Li gel qedexeyê jî li Gola Wanê 16 ton mesî hatin girtin
12:05 Şahidê nepen 'A53T61MCTS21SS92' dibe ku polîs be
11:42 Girtiyê nexweş Fîlîz: Ez terkî mirinê hatime kirin
11:06 Jinan li tevahiya cîhanê li dijî tundiyê dengên xwe bilind kirin
10:49 Komeleya Jinan a Rosa çima bû armanca operasyonê?
10:41 Dapîra Dilgeş ji bo Dilgeş bang kir
10:03 Nivîskar Temel: Yekitiya neteweyî bi qasî hewa û avê pêwîst e
10:02 Ji bo 3 girtiyên berasteng ên di heman qawîşê de dimîn in bang
09:57 Xwarina hewce nadin girtiyên di qerantînayê de
09:27 Fîncanci: Definkirina cenazeyan a li peyarêyê sûcê îşkenceyê ye