Di pêvajoya pandemiyê de dîsa jin bûye dengê jinê

  • rojane
  • 09:13 27 Gulan 2020
  • |
img

ENQERE – Endamên Hiqûqa Civakiyiyê Îlyada Doga Karaman û Çîgdem Kolot, anîn ziman ku di dema şewbê de li dijî şideta li ser jinê baş tevdîr nehatine girtin û gotin: "Dîsa jin bi hawariya hev de çûne û bûne dengê hev." 

 
Hiqûqa Civakiyiyê ku piraniya wê ji parêzeran pêk tê, di pêvajoya Covîd-19'ê de ji bo bal bikişîne ser şideta li ser jinê bi beşdarîbûna gelek jinên ji 30 welatên cuda kampanyaya bi navê "Di mal de bimîne lê bêdeng nemîne, têkoşîna jinê jiyan e" da destpêkirin. 
 
Parêzer Îlyada Doga Karaman û Çîgdem Kolot jî di nav Hiqûqa Civakiyiyê de cih digirin. Her du parêzeran pirsên me yên der barê kampanyaya hatiye destpêkirin û sedemên şideta li ser jinê û polîtîkayên têkildarî jina yên di pêvajoya pandemiyê de bersivandin. 
 
DI DEMA PANDEMIYÊ DE ŞIDETA LI SER JINÊ
 
Karaman, diyar kir ku di dema pandemiyê de şideta li ser jinê zêde bûye û sedemên wê jî bi vî awayî bilêv kirin: "Bi şewbê re jin hepsî malan bûn û di van malan de tevî kiryarên şidetê dijîn. Berê gava jin bi şidetê re rû bi rû diman, alternatîfek wan hebû. Mesela gava alîkarî bixwestana cihekî ku biçiyana hebû, lê belê di dema pandemiyê de dewletê bi awayekî lez û bez tevdîr negirtin an jî polîtîkayek pêş nexist. Ji ber vê pergala ku baş nedişixulî di pêvajoya pandemiyê de jî niakribû bibe bersiv, lewma şideta li ser jinê zêde bû." 
 
Kolot jî ji bo şideta li ser jinê ya ku di dema pandemiyê de zêde bûye got: "Beriya pandemiyê jî pirsgirêk hebûn. Jinên bi şidetê re rû bi rû diman gava diçûn qereqolan bi awayekî dîsa berê wan didan malê. Niha jî jinên serî li qereqolan didin bi hinceta pandemiyê dîsa berê wan didin malê." Her wiha Kolot, bal kişand ser xeta "Alo 183" ya Wezareta Polîtîkayên Malbat, Xebat û Civakê jî û got, ji ber ku ev xet ji bo bûyerên şidetê nehatiye çêkirin jin bi vê nî nikaribûn xwe bigihînin tiştekî. Kolot, ji bo darazê jî destnîşan kir ku HSK'ê giştînameyeke ku pêkanîna qanûna jimare 6284'an girantir kiriye daye ber wan û got: "Daraza baviksalarî, beriya pandemiyê jî wekî astengekê derdiket pêşiya me, niha jî bi hinceta şewbê biryarên dûrxistinê nagire." 
 
BERTEK NÎŞANÎ GOTINÊN SOYLÛ DAN
 
Her du parêzeran bal kişandin ser îdiayên Wezareta Karên Navxweyî ku gotibû di dema pandemiyê de şideta li ser jinê kêm bûye. 
 
Ewilî Karamanê ji bo vê îdiayê axivî û got: "A rast daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî ji bo me nîşaneya felaketekê bû. Çimkî ev yek jî nîşan dide ku şideta li ser jinê kêm nebûye, lê jin nikarin şideta ku pê re rû bi rû dimînin bilêv bikin." 
 
Kolotê jî ji bo vê îdiaya navbirî pêşî pirsî, "Li seranserê cîhanê şideta li ser jinê zêde bûye, lê çawa li Tirkiyeyê kêm dibe?" Kolot, got: "Li gor kîjan daneyan kêm bûye? Hûn ayîna li maleke ku kiryarê şidetê lê ye li jinê ferz dikin, hûn biryara dûrxistina ji malê nadin, jin nizanin wê karibin biçin qereqolê ya na... Jina ku nikare dakeve kuçeyê û nizane wê serî li ku bide îjar wê çawa telefon bike û bêje 'tehde li min tê kirin.'" 
 
'JIN BÛN DENGÊ JINA'
 
Parêzeran behsa kampanyaya ku dane destpêkirin û daxwazên jinan ên ji 30 welatên cuda daxilî nav kampanyayê bûne jî kirin. 
 
Karaman, anî ziman ku wexta ewilî dest bi vê kampanyayê kirine zanibûne wê mirov bertek nîşan bidin, lê belê nizanibûn wê ev qasî belav bibe û bê bihîstin û got: "Hevaleke me daxwaz kir me ev kir bangawaziyeke navneteweyî ya li dijî şidetê. Bangawaziya me pir belav bû û ji 30 qelatî xwişkên me xwe gihandin me. Ji kesên xwe gihandin me, me hinan nas dikir; hevalên me yên ku me berê pev re xebatn hevpar kiribûn. Lê qismek jê jî me qet wan nas nedikir. Heya niha me tim behsa tiştên neyînî kir, lê li vira tiştekî ku jin behsa wê dikin û daxwaza dikin hebû. 'Belê em jî ji şidetê re dibêjin êdî bes e, em jî dibêjin divê jin mil bidin milê hev du û em dibêjin piştevaniya jina jiyan e lê di heman demê de em dibêjin ku hezkirin ji şidetê bilindtir e, piştevaniya jinê jiyaneke pev re, êdî wext hatiye ku hûn jî bertek nîşan bidin, hûn jî pirsgirêkên li derdora xwe bibînin û parve bikin.' Du encamên girîng derketin; 'mêr ji vîrûsa coronayê bêtir dikujin' û 'êdî em tehemûl nakin kesek din jî ji me biçe.' Di dawiyê de em ê der barê kampanyayê de raporekê amade bikin." 
 
Kolot jî diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de çendî ku jinan li ser hev bang kir û hişyar kir jî dewletê ji bo şidetê xwe li nedîtinê daniye û ji bo vê tiştek nekiriye û got: "Ji ber vê jinan dîsa ligel jina li çareyekê geriyan, xwegihandin rêxistinên jinan an jî parêzerên jin. Dîsa jin bi hawariya jinan ve çûn û bûn dengê hev. Careke din derket holê ku ka dirûşmeya 'piştevaniya jinê jiyan e' çi qas girîng e." 
 
MA / Zemo Aggoz 
 

Sernavên din

30/05/2020
21:07 26 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane, 983 kesên din jî bi şewbê ketine
20:43 Qeyûmê pirtûkxaneya bi navê Celadet Alî Bedirxan xera kir!
18:41 Hevserokên HDP'î hatin berdan
17:02 Nivîskarê Ermenî Mihçi: Piştî Erdogan got 'Bermahiyên şûr' êrîş zêde bûn
16:20 Li Rezanê polîsek birîndar bû
16:11 Ji bo girtiyê nexweşê giran Ozkan ê 81 salî bang kirin
15:56 Pirsa faîlên bapîr û neviyê wî kirin
15:48 Platforma Jinan a Şahmaranê: Têkoşîna jinan nayê darizandin
15:20 Meclîsa Jinan: Bêdeng nemînin
14:53 Li Çadê pevçûna çekdarî: 5 kes mirin
14:46 Balafirên TSK'ê bombe kir: Kur û bav hat kuştin
14:44 25 sal in li dû edaletê ye: Hestiyên me bidin me
14:37 Jinan çalakiya rûniştinê li dar xistin
14:12 Rapora 77 girtîgehan: Hêj tedbîr nehatine girtin
14:05 Buldan piştgirî da Rakel Dink: Hûn ne bi tenê ne
14:05 Di gora komî ya Kerboranê de hestiyên 40 kesan hatin komkirin
13:34 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
13:26 Xizmên windayan: Bila kujerê Hasan Ocak bê dîtin
13:11 Kesê bi Qanûna Înfazê hat berdan Nûrcan Polat kuşt
12:51 Girtiyê nexweş 2 salin bi tenê tê girtin
11:34 HDP'ê piştgirî da şermezarkirinên li Mînnetapolîsê
11:21 Rêxistinên civakî piştgirî dan Vakfa Hrant Dînk
10:45 Ji polisê ku Floyd kuşt re 35 sal ceza hat xwestin
10:01 Prof. Dr. Mustafa Durmuş: Ev aboriyek xapînok e fêdeyê nade aramiya civakê
09:34 Li Cizîrê karantîna zêde dibe
09:27 Thomas Lovejoy: Qeyranên pêş dikevin qêrîna ji bo modela parastina xwezayê ye
09:11 Li Rezanê jinek hat kuştin
09:09 Hevseroka Meclîsa Mexmûrê: Em birçî jî bimînin em muhtac nabin
09:09 Ji ber DEDAŞ'ê nexweşên astimê nikarin tedawî bibin
09:09 Tevî çop û bermayiyên bi xwe re Gola Wanê qirêj dikin
09:09 Rêwîtiya ji bo rêvasan
09:09 Ji niha ve dest bi amadekariyên zivistanê kirine
09:09 Malbat 2 salin ketine şopa hestiyan
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2020'AN
08:12 Lêpirsîn li 19 jinên ji derveyê qawîşê hejmar nedan vekirin
29/05/2020
20:45 Polîsan avêt ser avahiya HDP'ê ya Êlihê: Hevserok hatin binçavkirin
19:51 28 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:14 Jin çûn cihê Kocabaş lê hat kuştin: Em ê bêdeng nemîn in
15:50 Di 4 mehan de li Egeyê 8 hezar û 283 maf binpe kirin
15:19 HDP'î çûn serdana Dilgeş: Pêdiviyên wî bi cih nayin in
15:19 Çalakiya Zeytinburnê 769 roj in didome
15:10 Bi roketê êrîşî înşeata kalekolê kirin
14:40 Rapora Girtîgeha Sîlîvriyê: Haletên koronayê zêde ne, tevdîr kêm in
14:39 MMO: HES'ên li Zilanê tên avakirin polîtîkaya bê bîr hiştinê ye
14:35 Li ber girtîgehê daxuyanî: Qada jiyana girtiyan teng kirin
14:31 Platforma Jinan a Enqereyê: Em ê bîat nekin
14:17 Hevdîtinên girtî yên li girtîgehan di 1’ê hezîranê de dest pê dike
14:16 Di çayfiroşê şaredariyê de Covît-19 derket
14:16 Di mudaxileya şermezarkirina sirgûnan de 8 kes hatin binçavkirin
13:52 Jinan li Mêrdînê bang kir: Jinên hatin girtin berdin
12:29 Lêpirsîna parastinê li Demîrtaş vekirin
12:04 Li Başakşehîrê di fabrîqeyekê de teqîn rû da
11:35 HDK: Komkujiya Çorûmê di avakirina pergala nû de peyamek bû
10:59 Dayika Gulîstan Dokû: Gulîstan li ku derê ye, kezeba min dişewite
10:59 Turkdogan: Bêyî dîtina pergalê axaftina tundiya polisan şaşî ye
10:17 Aydogan ê CHP’: Sedema tundiya polîsan zimanê siyasetê ye
10:16 Birayê Safîturk: Amîrê midûrê polîsan bombe bi cih kir
10:16 Elvan: Heta ku ev erk di destê polîsan de be wê zarok werin kuştin
09:14 Cenazeyên bi kes li goristana bêkesan defin kirin
09:13 Bi Rosa peyam dan hemû jinan
09:12 Keça Sabrî Kaya: Bavê min kuştin
09:12 ‘Heger hiqûq pêk bê wê daxwaza Tîmtîk û Unsal pêk bê'
09:10 Kurmên hevrîşimê ji pelên tuyan têr nabin!
09:09 JES mêşan dikujin
09:08 Qeyûm got 'em ê baştir çêbikin, lê ji a berê xirabtir kir
09:08 Ji ber ava lexemê nikarin erdên xwe bajon
09:07 Terezê li fisteqan xist, cotkaran ji bo piştgiriyê bang kir
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2020'AN
07:53 2 tax li Elbakê xistin qerantînayê
28/05/2020
20:49 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bû 160 hezar û 979
17:28 Polîsan kesên li pêş AKP'ê çalakî li dar xistin binçav kirin
17:03 Giliya êrîşên goristanan hat kirin
16:07 Seta ‘Stranên Arşîva Radyoya Êrîvanê’ çap bû
16:00 Duh bi apoletê darbe kirin îro bi qerewatê darbê dikin
15:46 101 meh derbas bû: Rêya edaletê di Roboskî de derbas dibe
15:38 BTS’ê bertek nîşanî sîrgûnan da
15:30 Armanca erîşên li dijî HDP’ê çiye?
15:07 HDP dê li dijî êrîşê li ser avahiya Cizîrê serlêdana sûc bike
14:59 Ji bo ‘Hefteya Dayikên Şemiyê’ pêşniyara qanûnê hat kirin
14:55 Qûrbaniyên Geziyê bi bîr anîn
14:47 ÎTO Dr. Ertugrul li pêş nexweşxaneyê bibîr anî
14:36 Grup Yorûm ji bo konser bide serlêdan kir
14:25 Tanrikûlû rapora windayan eşkere kir: Peymanê îmze bikin
13:32 Kesê bi ‘rûpoş’ hewl da avahiya HDP’ê bişewitîne
13:13 Girtiyan li Kirşehîrê dest bi greva birçîbûnê kirin
13:08 Ji 2 karkerên ji selika vînçê ketin 1 jê mir
12:53 Di Bendava Ilisû de zarokek xeniqî
12:33 'Êrîşa li dijî Rosa ne tenê li dijî jinên kurd, li dijî hemû jinên cîhanê ye
12:13 Li Qersê Xeta Mor vebû
12:13 Li gel qedexeyê jî li Gola Wanê 16 ton mesî hatin girtin
12:05 Şahidê nepen 'A53T61MCTS21SS92' dibe ku polîs be
11:42 Girtiyê nexweş Fîlîz: Ez terkî mirinê hatime kirin
11:06 Jinan li tevahiya cîhanê li dijî tundiyê dengên xwe bilind kirin
10:49 Komeleya Jinan a Rosa çima bû armanca operasyonê?
10:41 Dapîra Dilgeş ji bo Dilgeş bang kir
10:03 Nivîskar Temel: Yekitiya neteweyî bi qasî hewa û avê pêwîst e
10:02 Ji bo 3 girtiyên berasteng ên di heman qawîşê de dimîn in bang
09:57 Xwarina hewce nadin girtiyên di qerantînayê de
09:27 Fîncanci: Definkirina cenazeyan a li peyarêyê sûcê îşkenceyê ye
09:26 Tûrsûn: Sedama tundiya polîsan ne cezakirine