Dayikên Şemiyê astengiya polisan nas nekir û qurnefil danîn Galatasarayê

  • rojane
  • 14:21 27 Gulan 2020
  • |
img
STENBOL - Dayikên Şemiyê di 25'emîn salvegera têkoşîna xwe de, li gel astengî û qedexeya polîsan dîsa hatin Qada Galatasarayê û qurnefîl danîn qadê. Dayikan diyar kirin ku dê heta dawî li windayan bigerin û qet dest ji Qada Galatasarayê bernadin. 
 
Dayikên Şemiyê ku yekem car di 27'ê Gulana 1995’an de ji bo aqûbeta windayan bipirsin, bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li  Qada Galatasarayê dest bi çalakiyê kiribûn, di 25'emîn salvegera çalakiyan de qedexe û astengiya polîsan nas nekirin û dîsa çûn qadê û qurnefil danîn qadê. Dayikên Şemiyê 25 salin bê navber her hefte roja Şemiyê çalakiyan li dar dixin. Dayikan bê navber 700 hefteyan li ser hev li Qada Galatasarayê li edaletê geriyan. Piştî hefteya 700 wezaretê çalakî li wan qedexe kir û çûn li ber avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê çalakiyên xwe berdewam kir. Dayikên Şemiyê bi giştî 792 hefte ne çalakiyên xwe berdewam dikin. Dayikan bi minasebeta 25'emîn salvegera çalakiyên xwe xwestin dîsa li qadê daxuyaniyê bidin. Dayikan li gel Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî biçin qadê. Lê polîsan dîsa dayik û rêveberên ÎHD'ê asteng kir. Dayikan tevî hemû astengiyan qurnefilên di destê xwe de birin Qada Galatasarayê danîn. Dema dayikan Qurnefil danîn Qada Galatasaayê dirûşmeyên “Em dest ji qada Galatasarayê bernadin", “Em dest ji lêgerîna windayan bernadin" berz kirin. 
 
 
Li vir Xwişka Hasan Ocak ê di 21'ê Adara 1995'an de hat revandin û kuştin Maside Ocak, diyar kir ku 25 sal berê di 1995'an de cara yekem derketin Qada Galatasarayê û wiha got: “Me li qadan dayikên xwe û xwişk û birayên xwe winda kirin. Lê em  tu carî dest ji lêgerîna windayên xwe bernadin." 
 
Birayê Ridvan Karakoç Hasan Karakoç jî anî ziman ku wan ciwaniya xwe da vê qada Galatasarayê û dê dest ji vê qadê bernedin. Karakoç anî ziman ku 25 salin li vir e û hezar sal derbas bibe jî dê dîsa li vir bin. 
 
Birayê Hayrettin Eren Îkbal Eren jî anî ziman ku dayikan li vir aqûbeta zarokên xwe pirsîn û li zarokên xwe geriyan û wiha got: "Dayik li vir li cesedên zarokên xwe geriyan. Dayika min deynê xwe ji dewletê negirt û çû. Divê deynê dayikên me bidin wan. Binçavkirin û windakirin sûcê mirovahiyê ye. Teqez em ê hesabê vê yekê bipirsin. Heta ku faîl bên dîtin û darizandin em ê hesap ji we bipirsin." 
 
Dayikan piştî daxuyanî dan li Kolana Îstiklalê meşiyan û derbasî Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bûn. 
 
 
 

Sernavên din

30/05/2020
20:43 Qeyûmê pirtûkxaneya bi navê Celadet Alî Bedirxan xera kir!
18:41 Hevserokên HDP'î hatin berdan
17:02 Nivîskarê Ermenî Mihçi: Piştî Erdogan got 'Bermahiyên şûr' êrîş zêde bûn
16:20 Li Rezanê polîsek birîndar bû
16:11 Ji bo girtiyê nexweşê giran Ozkan ê 81 salî bang kirin
15:56 Pirsa faîlên bapîr û neviyê wî kirin
15:48 Platforma Jinan a Şahmaranê: Têkoşîna jinan nayê darizandin
15:20 Meclîsa Jinan: Bêdeng nemînin
14:53 Li Çadê pevçûna çekdarî: 5 kes mirin
14:46 Balafirên TSK'ê bombe kir: Kur û bav hat kuştin
14:44 25 sal in li dû edaletê ye: Hestiyên me bidin me
14:37 Jinan çalakiya rûniştinê li dar xistin
14:12 Rapora 77 girtîgehan: Hêj tedbîr nehatine girtin
14:05 Buldan piştgirî da Rakel Dink: Hûn ne bi tenê ne
14:05 Di gora komî ya Kerboranê de hestiyên 40 kesan hatin komkirin
13:34 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
13:26 Xizmên windayan: Bila kujerê Hasan Ocak bê dîtin
13:11 Kesê bi Qanûna Înfazê hat berdan Nûrcan Polat kuşt
12:51 Girtiyê nexweş 2 salin bi tenê tê girtin
11:34 HDP'ê piştgirî da şermezarkirinên li Mînnetapolîsê
11:21 Rêxistinên civakî piştgirî dan Vakfa Hrant Dînk
10:45 Ji polisê ku Floyd kuşt re 35 sal ceza hat xwestin
10:01 Prof. Dr. Mustafa Durmuş: Ev aboriyek xapînok e fêdeyê nade aramiya civakê
09:34 Li Cizîrê karantîna zêde dibe
09:27 Thomas Lovejoy: Qeyranên pêş dikevin qêrîna ji bo modela parastina xwezayê ye
09:11 Li Rezanê jinek hat kuştin
09:09 Hevseroka Meclîsa Mexmûrê: Em birçî jî bimînin em muhtac nabin
09:09 Ji ber DEDAŞ'ê nexweşên astimê nikarin tedawî bibin
09:09 Tevî çop û bermayiyên bi xwe re Gola Wanê qirêj dikin
09:09 Rêwîtiya ji bo rêvasan
09:09 Ji niha ve dest bi amadekariyên zivistanê kirine
09:09 Malbat 2 salin ketine şopa hestiyan
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2020'AN
08:12 Lêpirsîn li 19 jinên ji derveyê qawîşê hejmar nedan vekirin
29/05/2020
20:45 Polîsan avêt ser avahiya HDP'ê ya Êlihê: Hevserok hatin binçavkirin
19:51 28 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:14 Jin çûn cihê Kocabaş lê hat kuştin: Em ê bêdeng nemîn in
15:50 Di 4 mehan de li Egeyê 8 hezar û 283 maf binpe kirin
15:19 HDP'î çûn serdana Dilgeş: Pêdiviyên wî bi cih nayin in
15:19 Çalakiya Zeytinburnê 769 roj in didome
15:10 Bi roketê êrîşî înşeata kalekolê kirin
14:40 Rapora Girtîgeha Sîlîvriyê: Haletên koronayê zêde ne, tevdîr kêm in
14:39 MMO: HES'ên li Zilanê tên avakirin polîtîkaya bê bîr hiştinê ye
14:35 Li ber girtîgehê daxuyanî: Qada jiyana girtiyan teng kirin
14:31 Platforma Jinan a Enqereyê: Em ê bîat nekin
14:17 Hevdîtinên girtî yên li girtîgehan di 1’ê hezîranê de dest pê dike
14:16 Di çayfiroşê şaredariyê de Covît-19 derket
14:16 Di mudaxileya şermezarkirina sirgûnan de 8 kes hatin binçavkirin
13:52 Jinan li Mêrdînê bang kir: Jinên hatin girtin berdin
12:29 Lêpirsîna parastinê li Demîrtaş vekirin
12:04 Li Başakşehîrê di fabrîqeyekê de teqîn rû da
11:35 HDK: Komkujiya Çorûmê di avakirina pergala nû de peyamek bû
10:59 Dayika Gulîstan Dokû: Gulîstan li ku derê ye, kezeba min dişewite
10:59 Turkdogan: Bêyî dîtina pergalê axaftina tundiya polisan şaşî ye
10:17 Aydogan ê CHP’: Sedema tundiya polîsan zimanê siyasetê ye
10:16 Birayê Safîturk: Amîrê midûrê polîsan bombe bi cih kir
10:16 Elvan: Heta ku ev erk di destê polîsan de be wê zarok werin kuştin
09:14 Cenazeyên bi kes li goristana bêkesan defin kirin
09:13 Bi Rosa peyam dan hemû jinan
09:12 Keça Sabrî Kaya: Bavê min kuştin
09:12 ‘Heger hiqûq pêk bê wê daxwaza Tîmtîk û Unsal pêk bê'
09:10 Kurmên hevrîşimê ji pelên tuyan têr nabin!
09:09 JES mêşan dikujin
09:08 Qeyûm got 'em ê baştir çêbikin, lê ji a berê xirabtir kir
09:08 Ji ber ava lexemê nikarin erdên xwe bajon
09:07 Terezê li fisteqan xist, cotkaran ji bo piştgiriyê bang kir
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2020'AN
07:53 2 tax li Elbakê xistin qerantînayê
28/05/2020
20:49 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bû 160 hezar û 979
17:28 Polîsan kesên li pêş AKP'ê çalakî li dar xistin binçav kirin
17:03 Giliya êrîşên goristanan hat kirin
16:07 Seta ‘Stranên Arşîva Radyoya Êrîvanê’ çap bû
16:00 Duh bi apoletê darbe kirin îro bi qerewatê darbê dikin
15:46 101 meh derbas bû: Rêya edaletê di Roboskî de derbas dibe
15:38 BTS’ê bertek nîşanî sîrgûnan da
15:30 Armanca erîşên li dijî HDP’ê çiye?
15:07 HDP dê li dijî êrîşê li ser avahiya Cizîrê serlêdana sûc bike
14:59 Ji bo ‘Hefteya Dayikên Şemiyê’ pêşniyara qanûnê hat kirin
14:55 Qûrbaniyên Geziyê bi bîr anîn
14:47 ÎTO Dr. Ertugrul li pêş nexweşxaneyê bibîr anî
14:36 Grup Yorûm ji bo konser bide serlêdan kir
14:25 Tanrikûlû rapora windayan eşkere kir: Peymanê îmze bikin
13:32 Kesê bi ‘rûpoş’ hewl da avahiya HDP’ê bişewitîne
13:13 Girtiyan li Kirşehîrê dest bi greva birçîbûnê kirin
13:08 Ji 2 karkerên ji selika vînçê ketin 1 jê mir
12:53 Di Bendava Ilisû de zarokek xeniqî
12:33 'Êrîşa li dijî Rosa ne tenê li dijî jinên kurd, li dijî hemû jinên cîhanê ye
12:13 Li Qersê Xeta Mor vebû
12:13 Li gel qedexeyê jî li Gola Wanê 16 ton mesî hatin girtin
12:05 Şahidê nepen 'A53T61MCTS21SS92' dibe ku polîs be
11:42 Girtiyê nexweş Fîlîz: Ez terkî mirinê hatime kirin
11:06 Jinan li tevahiya cîhanê li dijî tundiyê dengên xwe bilind kirin
10:49 Komeleya Jinan a Rosa çima bû armanca operasyonê?
10:41 Dapîra Dilgeş ji bo Dilgeş bang kir
10:03 Nivîskar Temel: Yekitiya neteweyî bi qasî hewa û avê pêwîst e
10:02 Ji bo 3 girtiyên berasteng ên di heman qawîşê de dimîn in bang
09:57 Xwarina hewce nadin girtiyên di qerantînayê de
09:27 Fîncanci: Definkirina cenazeyan a li peyarêyê sûcê îşkenceyê ye
09:26 Tûrsûn: Sedama tundiya polîsan ne cezakirine
09:25 Wê giliyê kesên goran xera dikin bikin