ÊLIH – Di avêtina ser avahiya HDP'a Êlihê de Hevserok Omer Kûtlû û Fatma Ablay hatin binçavkirin.
Polîsan avêt ser avahiya HDP'a Êlihê. Hat diyarkirin ku bi îdiaya posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li avahiya partiyê daliqandî ji ber ku ji derve xuya dike avêtine ser avahiya partiyê.
Di dema lêgerîna li avahiyê de parlementerên HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Mehmet Ruştu Tiryakî û Dr. Nejdet Îpekyuz û parêzer jî li avahiyê bûn. Di dema lêgerînê de polîsan avahiya partiyê û derdora wê dorpêç kiribû. Piştî polîsan avêt ser avahiyê rêveber û endamên partiyê jî hatin ber avahiya partiyê.
Di lêgerîna li avahiyê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Hakî Karaer, Sakîne Cansiz û materyalên dîjîtal ên li avahiyê hatin desteserkirin.
Piştî lêgerşn bi dawî bû Hevserokên Bajêr Omer Kûtlû û Fatma Ablay jî hatin binçakirin.