STENBOL - Rêxistinên civakî piştgirî dan Vakfa Hrant Dink û gefên li Vakfê hatin xwarin şermezar kirin. Nûnerên rêxistinên civakî bang li rayedaran kirin û xwest dawî li van provokasyonan binin û rê li pêş nifrînê venekin.
Foruma Anitpark, Hewldana Azadiya Fikrê ya Enqereyê, Ji bo Demokrasiyê Yekîtî, (DÎB), Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD), Koma Diyalogê, Platforma Komeleyên Rojhilata û Başûrê Rojhilat (DGD), Platforma Maf û Azadî, Rojnameya Solfasol, Hewldana Hemwelatibûnê, êrîş û gefa li dijî Vakfa Hrant Dink şermezar kirin û bang li rayedaran kirin ku dawî li van êrîşan bînin. Piştî bi e-mailê gefa li vakfê hat xwarin, Rêxistinên civakî daxuyaniyek hevpar dan. Nûnerên rêxistinên civakî bang li rayedaran kirin û xwest dawî li van provokasyonan binin û rê li pêş nifrînê venekin.