Li vî gundî her tişt bê pere ye

  • rojane
  • 09:00 31 Gulan 2020
  • |
img
AMED - Mînte Bayram piştî di 1993’an de gundê wan hat valakirin koç kiribûn, di sala 2013’an de dîsa vegeriya gund û dest bi karê çandiniyê kir. Niha hemû pêdiviyên xwe ji baxçeyên xwe û sewalên xwe temîn dike. Li gundê wan her tişt bê pere ye. 
 
Gundê Herta yê Pasûrê di sala 1993'an de bi zorê hat valakirin. Welatî hinek jê li Amedê, Bûrsa û hinek jê li Pasûsê bi cih bûn. Yek ji malbatên koç kirin malbata Bayram e. Malbata Bayram piştî gundê wan vala bû, di sala 2013'an de dîsa li gundê xwe vegeriyan û dest bi çandiniyê kirin. Mintê Bayram a 65 salî û hevjînê xwe dîsa vegeriyan gund û li ser 8 donim ax bax û bostan diçînin. Li aliyekî rezê tirî û darê hejîran çandine, li aliyê din jî baxçe çandine. Di baxçe de jî bacan, pîvaz, xiyar, fireng, gundor, zebeş, îsot, çîlek, sîr, fasûlî, kundir û gelek cureyên din diçînin û debara xwe dikin. Ji tirî dims, benî û bastêq û sicuqan çêdikin. Li gund fêkiyên xwe nafiroşin. Bi rêbaz û filsefeya taqas a Ser bi ser tev digerin. Beriya gundê wan bê valakirin di sala 1993’an de çandiniya genim, sewalkarî dikir û bi xwedîkirina kurmên hevrişîmê, gulokên qumaşê hevrişîm hildiberandin. Di sala 1993'an eskeran gundê wan vala kirin û koçî bajarê Bûrsayê kirin. Piştî 14 salan li Bûrsayê man dîsa vegeriyan Amedê. Li Bûrsayê fêrî karê tekstîlê bûn û li Amedê berdewam kirin. Bayram û hevjînê xwe jî di sala 2013’an de hatin li gund bi cih bûn û dest bi çandiniyê kirin. 
 
ESKERAN PIŞTÎ GUND VALA KIR KOÇÎ BÛRSAYÊ KIRIN
 
Piştî eskeran gund vala kir, malbata Bayram ji neçarî koçî Bûrsayê kirin. Ji bo debarê karên cur be cûr kirin. Mezin û zarok bi hevre xebitîn û debara malê kirin. Li Bûrsayê xizm, nas û kesên wan tune bûn. Her tim bi hesreta welat û gundê xwe li xeribiyê jiyan. Xwe tu carî aydî wê axê hîs nekirin û piştre dîsa li Amedê vegeriyan.' 
 
'VEGERA WELAT VEGERA BIHIŞTÊ YE'
 
Minte Bayram, piştî vegeriya Amedê li gund dest bi çandiniyê kirin. Minte li ser karê xwe û serpêhatiyên xwe wiha got: “Dema em vegerîn welatê xwe gelek kêfxweş bûn. Vegera welat, vegera bihiştê ye. Em ji gund hez dikin. Zarokên me li navenda Amedê dijîn em li gund in. Li her bihosta gund şopên zarokatiya min hene. Goren dê û bavê min li vir in. Tim dixwazim biçim cem wan. Piştî ku ez zewicîm dê û bavê min jiyana xwe ji dest dan. Dema ez diçim baxçeyê bavê xwe hemû dinya dibe ya min. Em bi xwe mast û penêrê xwe çêdikin."  
 
HER TIŞT BÊ PERE YE
 
Bayram, anî ziman ku demsala havîn û zivistanê çandiniya fêkî û sebze dikin û wiha axivî: “Em çandiniya fêkî û sebzeyî ji bo firotinê nakin. Dema zêde be em li cîranan belav dikin. Li gund herkes hertiştê xwe parve dike. Em heval û hogirên xwe ji fêkî û sebzeyên xwe mehrûm nahêlin. Li vir fêkî, sebze, nîvişk, dew, penîr, hêk û hwd. bê pere ye.  Serbiser jî nadin temamî alîkarî ye. Dema ez ji cîrana xwe re sebze dibim, ne mecbûre ku tiştekê bide min. Armanc alîkarî û piştevanî ye. Niha rezên me zêde tirî girti ne. Heke zirarê nebine dê têra hemû gundî bike. Em ji tirî dims, bastêq û sicûqên bi gûz çedikin.”
 
BI ROJÊ RE HIŞYAR DIBIN
 
Bayram, dest nîşan kir ku saet di 06.00’an de hişyar dibin û dest bi karê baxçe dikin û wiha bi dawî kir: ”Serê sibê radibim dora çîlekên xwe paqij dikim. Pişt re diçim nav baxçe û rezên xwe giyayê biyanî diçinim. Diçim sebzeyan kontrol dikim. Min dara guzê ji Amedê anî di baxçeyê xwe de çand. Min darên hejîr, sêv, bahîvan çand. Ku dem hebe ezê dîsa çandiniya genim û hilberîna hevrîşim çêkim. Hilberîn hebûn e." 
 
MA / Fahrettîn Kiliç - Ayşe Surme  
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

01/06/2020
12:01 Di 82 rojan de tundî li 83 kesan hat kirin
11:50 Piştî emeliyata mejî paşve şandin girtîgehê
11:34 Îşkenceya li qereqolê li gorî midûriyeta polîsan 'Hêza bi kontrol e'
11:25 Xwepêşandanên li Amerîka gihîştan Qesra Spî
11:10 Di 2019'an de 50 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan
11:01 Muslim: Pêngava diyalogê wê di demek nêz de dest pê bike
10:35 Parlamenterê HDP’ê Koç: AKP welat ber bi tundiyê ve didefîne
10:34 Polîsan cenazeyê Kartal ê girtiyê nexweş revandin û definkirin
10:15 Serokê ATO Bulut: Dê nexweşên Covît-19 zêde bibin
09:43 Keskîn: Êrişkirina goristanan binpêkirina Peymana Cenevre ye
09:24 Li Şirnexê bikaranîna rûpoş bû mecbûrî
09:21 Psychology Kurdî bi hejmarek taybet derket
09:19 Bûn bêhna zaravayeke li ber xeterê
09:18 Şertên girtîgehê bandorekê çawan li zarokan dikin?
09:17 Kesê 2 meh berê emeliyata dil bûbû hat girtin
09:16 Amed bi rêjeya hejmara nexweşên xwe yên herî zêde ket pêvajoya asayîbûnê
09:15 Li Kanîreşê dem dema bihar û zozanan e
09:14 Li dijî Santralên Nukleerê seri li şûreya dewletê dan
09:13 ‘Şerê taybet li ser malbatan didin meşandin’
09:13 Li Edeneyê binçavkirina Qorsan
09:12 Kujerê siyasetmedarê Kurd Melik 26 salin hêj mechûl e
09:00 ROJEVA 01'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:08 Ciwane li muzîka Kurdî guhdar kir kuştin
31/05/2020
22:09 Kesê ku gef li Weqfa Hrant Dînk xwar hat girtin
21:13 Hejmara miriyên vîrûsa koronayê derket 4 hezaz û 540 kesî
19:33 Ji şêwirmendê parlamenterê MHP'ê wêneyên îşkenceya li emniyetê
16:35 37 kesên din li Êlihê bi şewba Covît-19 ketin
16:02 Osman: Kurd bi yekîtiya neteweyî dê bi ser bikevin
15:17 Polîsan bi lêdanê binçav kirin
14:48 Walî derketina derve li 19 gundên Bedlisê qedexe kir
14:42 Îdîaya polîs û zabiteyan tundî li firoşkarên seyyar kirin
13:59 Dê cenazeyê Kardal li Manîsayê defin bikin
13:41 Rêxistinên jinan xwest Tirkiye ji Efrînê derxin û bersûcan darizanînin
13:07 Di bûyera êrîşa li dijî polîsan de hejmara kesin hatin binçavkirin derket 3’yan
12:51 Welatiyên hatibûn îşkencekirin, cardin hatin binçavkirin
12:41 TEV-DEM: Ji bo Efrînê komîsyoneke lêpirsînê ava bikin
12:31 HDK: Berxwedana Gezî pir zimanî fêr kir
12:20 Hêzên Rejîma Îranê li Serdeşt û Pîranşarê 4 kolber birîndar kirin
11:12 Geliyê Bertul qedexe kirin
10:12 Akay 2 sal in di tecrîd û îzolasyonê de ye
09:55 Prz. Kûzû: Hêviyên winda bên dîtin cardin nû bû
09:03 Şewata li daristanê îxbar kir, cezayê muebetê lê hat birîn
09:02 Tûran: Pêdivî bi mudaxileyeke şoreşgerî heye
09:01 ‘Bila îthalkirina bermayiyên plastîkî yên dibin sedema belavbûna şewbê bê rawestandin'
09:01 Li gor giştînameya heywanên li kuçe û kolanan tev negeriyan
09:00 Ji bo yekîtiyê ne gotin, pratîk divê
09:00 Li vî gundî her tişt bê pere ye
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2020'AN
08:34 2 kes li Rezanê hatin binçavkirin
08:08 Girtiyê Nexweş Kartal jiyana xwe ji dest da
30/05/2020
21:07 26 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane, 983 kesên din jî bi şewbê ketine
20:43 Qeyûmê pirtûkxaneya bi navê Celadet Alî Bedirxan xera kir!
18:41 Hevserokên HDP'î hatin berdan
17:02 Nivîskarê Ermenî Mihçi: Piştî Erdogan got 'Bermahiyên şûr' êrîş zêde bûn
16:20 Li Rezanê polîsek birîndar bû
16:11 Ji bo girtiyê nexweşê giran Ozkan ê 81 salî bang kirin
15:56 Pirsa faîlên bapîr û neviyê wî kirin
15:48 Platforma Jinan a Şahmaranê: Têkoşîna jinan nayê darizandin
15:20 Meclîsa Jinan: Bêdeng nemînin
14:53 Li Çadê pevçûna çekdarî: 5 kes mirin
14:46 Balafirên TSK'ê bombe kir: Kur û bav hat kuştin
14:44 25 sal in li dû edaletê ye: Hestiyên me bidin me
14:37 Jinan çalakiya rûniştinê li dar xistin
14:12 Rapora 77 girtîgehan: Hêj tedbîr nehatine girtin
14:05 Buldan piştgirî da Rakel Dink: Hûn ne bi tenê ne
14:05 Di gora komî ya Kerboranê de hestiyên 40 kesan hatin komkirin
13:34 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
13:26 Xizmên windayan: Bila kujerê Hasan Ocak bê dîtin
13:11 Kesê bi Qanûna Înfazê hat berdan Nûrcan Polat kuşt
12:51 Girtiyê nexweş 2 salin bi tenê tê girtin
11:34 HDP'ê piştgirî da şermezarkirinên li Mînnetapolîsê
11:21 Rêxistinên civakî piştgirî dan Vakfa Hrant Dînk
10:45 Ji polisê ku Floyd kuşt re 35 sal ceza hat xwestin
10:01 Prof. Dr. Mustafa Durmuş: Ev aboriyek xapînok e fêdeyê nade aramiya civakê
09:34 Li Cizîrê karantîna zêde dibe
09:27 Thomas Lovejoy: Qeyranên pêş dikevin qêrîna ji bo modela parastina xwezayê ye
09:11 Li Rezanê jinek hat kuştin
09:09 Hevseroka Meclîsa Mexmûrê: Em birçî jî bimînin em muhtac nabin
09:09 Ji ber DEDAŞ'ê nexweşên astimê nikarin tedawî bibin
09:09 Tevî çop û bermayiyên bi xwe re Gola Wanê qirêj dikin
09:09 Rêwîtiya ji bo rêvasan
09:09 Ji niha ve dest bi amadekariyên zivistanê kirine
09:09 Malbat 2 salin ketine şopa hestiyan
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2020'AN
08:12 Lêpirsîn li 19 jinên ji derveyê qawîşê hejmar nedan vekirin
29/05/2020
20:45 Polîsan avêt ser avahiya HDP'ê ya Êlihê: Hevserok hatin binçavkirin
19:51 28 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:14 Jin çûn cihê Kocabaş lê hat kuştin: Em ê bêdeng nemîn in
15:50 Di 4 mehan de li Egeyê 8 hezar û 283 maf binpe kirin
15:19 HDP'î çûn serdana Dilgeş: Pêdiviyên wî bi cih nayin in
15:19 Çalakiya Zeytinburnê 769 roj in didome
15:10 Bi roketê êrîşî înşeata kalekolê kirin
14:40 Rapora Girtîgeha Sîlîvriyê: Haletên koronayê zêde ne, tevdîr kêm in
14:39 MMO: HES'ên li Zilanê tên avakirin polîtîkaya bê bîr hiştinê ye
14:35 Li ber girtîgehê daxuyanî: Qada jiyana girtiyan teng kirin
14:31 Platforma Jinan a Enqereyê: Em ê bîat nekin
14:17 Hevdîtinên girtî yên li girtîgehan di 1’ê hezîranê de dest pê dike
14:16 Di çayfiroşê şaredariyê de Covît-19 derket
14:16 Di mudaxileya şermezarkirina sirgûnan de 8 kes hatin binçavkirin
13:52 Jinan li Mêrdînê bang kir: Jinên hatin girtin berdin