Şewata li daristanê îxbar kir, cezayê muebetê lê hat birîn

  • rojane
  • 09:03 31 Gulan 2020
  • |
img
STENBOL - Bi îdiaya ku "agir bi Daristana Aydosê xistiye" cezayê muebetê li Yakûp Akman hatiye birîn. Lê belê di qeydan de kifş e bûye ku ê îxbara şewta kiriyeAkman bi xwe ye. 
 
Di 19'ê Îlona 2019'an de li Pendîk a Stenbolê agir bi Daristana Aydosê ketibû. Di dema agir de welatiyê bi navê Yakûp Akamn jî li texma daristanê bûye. Ji ber vê bi îdiaya "agir bi daristanê xistiye" hatibû binçavkirin. Akman, 4 rojan li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê di bin çavan d edimîne û paşê sewqî dadgehê tê kirin. Dadgeh jî biryara girtina wî dide û wî dişîne Girtîgeha Sîlîvriyê. Îdianameya me der barê Akman de hat amadekirin û di Dadgeha Cezayê Giran a 36'an a Stenbolê jî îdianame qebûl kir. Akman, di 7 mehan de 4 caran hatiye dadgehkirin û di dnaişîna dawîn de ku di 28'ê Nîsanê de hat lidarxistin, bi îdiaya "xirabkirina yekîtî û yekparebûna dewletê "û "di çarçoveya fealiyetên rêxistinê de şewitandina daristanê" de 25 sal cezayê girtîgehê û 20 hezart TL cezayê pereyî lê hat birîn. 
 
Lê belê di îdianameya Akman de tiştên ecêb hene. Di îdianameyê de beriya şewata li daristana navbirî bi mehekê hin nûçeyên di hin weşann çapemeniyê de derketine cih girtine. Di îdianameyê de hesabê twîtterê yê bi navê "Ofkelî Kurdistan Gençlîgi" û parvekirina wê ya di roja şewata daristanê de hatiye kirin jî heye ku di parvekirinê de gotiye: "Yekeyê me agir bi qada daristanî ya li Kûrtkoy a Pendîkê xistine." Di îdianameyê de ev yek wekî delîla sûc hatiye nîşandan, lê belê di îdianameyê de ji bo hesabê navbirî tu delîl nehatine nîşandan ku aydê Akman e. 
 
Piştî Akman hatiye binçavkirin heman hesab gotibû: "Tu eleqeya vî kesî bi me re tuneye. Gava dewleta faşîst a TC. nikare me bi bigire radibe kesekî ji rêzê digire, didarizîne û digire." Dadgehê ev parvekirin jî esas negirtiye. 
 
Di îdianameyê de kilama "Amara" û "Dilê min Zagros e" ên Seyda Perînçek ku di telefona Akman de bûne û wêneyên xwe yên ku dema wekî fîguran di rêzefîlmê Kûrtlar Vadîsî Pûsû de lîstiye û di dest wî de çekeke maketî heye û li ser hesabê xwe yê Facebookê parve kiriye jî sûc hatiye hesibandin. 
 
Akman, çendî ku di hemû danişînan de gotiye wî tiştekî wis anekiriye jî lê belê dadgehê ev yek esas negirtine. Akman, di îfadeya xwe de bilêv kiriye ku roja bûyerê bi motorsîkletekê çûye herêma Aydosê û gotiye: "Ji bo bêhnvedanê çûm wir. Gelek kes ji bo bêhnvedan û sohbetê tên vira. Çend carên din jî tevî hevalên xwe çûbûm. Vê carê gava çûm, du kesên din jî li wir bûn, lê bi qasî du metreyan dûrî min bûn. Lê di navbera me de hin tûm hebûn, ji ber vê nizanim kî bûn, çawa bûn. Piştî 20 deqeyan evan kesan agir pêxist. Lê di demek kurt de agir gur bû. Ji ber ku ez nêzî agir bûm, min xwest bitefînim. Gava min hewl dida agir bitefînim kes li wir tunebû. Lê belê agir tam gur bûbû, loma min bi tena serê xwe nikaribû bitefîne. Ji wir çûm, min berê xwe da jêrê. 100 metre şûnde li cihekî din jî agir bi daristanê ketibû. Ji bo bitefînim dîsa min mudaxile kir. Wê kêliyê ji jor dengê pîspîskê hat û hin kesan dikir carwar. Ez jî tirsiyam ku di stuyê min de bimîne loma reviyam. Min berê xwe da jêr." 
 
Akman, di berdewamiya îfadeya xwe de bilêv kiriye ku gava berê xwe daye jêr û gihaye kolanê agir gur bûye û ji ber vê telefonî 112'an kiriye û gotiye: "Min telefonî 112'an kir. Wan jî ji min re got telefonî 110'an bike. Hema demildest min telefonî 110'an kir û min cih tarîf kir. Dû re min telefonî 115'an jî kir. Gava îtfaiye û peywirdar hatin cihê şewtê ez jî çûm cem wan. Min ji polîsan re got, min bûyer bi çavê xwe dîtiye. Min hinek dan sekinandin û paşê ji bo îfadeyê ez birim emniyetê. Dû re ez binçavkirim û dam girtin." 
 
PARÊZER: TENÊ SEDEMEK HEYE EW JÎ NASNAMEYA MUWEKÎL E
 
Parêzerê Akman Nûrettîn Kûzû, anî ziman ku çend roj şûnde wê serî li Dadgeha Îstinafê ya Stenbolê bidin û îtiraz bikin. Kûzû, diyar kir ku tenê sedemeke girtina muwekîlê wî heye û got: "Ji ber nasnameya wî û ji ber ku wê rojê li wir bûye. Çimkî di lêpirsînê de her tişt gotiye. Di îfadeya xwe ya ewil de, di îfadeya xwe ya li dozgeriy de, di lêpirsîna xwe ya cezayê sulhê de û li dadgehê jî aniye ziman. Ji eynî vê tiştekî ku lêpirsîn li dosyeyê zêde kiribe tuneye. Muwekîlê min ji cihê bûyerê dûr ketiye, lê cardin hatiye û agahî parve kirine. Lê belê dadgehê ji ber twîteke li ser hesabekî ku nayê zanîn kî bi kar tîne biryar girtiye ku ev yek li ser navê rêxistinê hatiye kirin." 
 
Her wiha Parêzer Kûzû, bal kişand ser nûçeyên der barê muwekîlê xwe de û got: "Wê demê di çapemeniyê de gelek nûçe derdiketin ku CHP nêzî HDP'ê dibe. Di ser vê re êrîşî muxalefetê dikirin. Bi rojan der barê muwekîlê min de nûçe hatin çêkirin. Gava hê lêpirsîn dewam dikir telefonî dozger dikirin, dosye dişopandin. Çimkî ji ber kue ev yek hinekî medyatîk bû, her kes bi awayekî hesas nêz dibû. Ji ber ku em baş dizanin siyaseta li Tirkiyeyê bandorê li darazê dike, di vê dosyeyê de jî bandoreke wê ya mezin heye." 
 
MA / Ferhat Çelîk 

Sernavên din

01/06/2020
12:01 Di 82 rojan de tundî li 83 kesan hat kirin
11:50 Piştî emeliyata mejî paşve şandin girtîgehê
11:34 Îşkenceya li qereqolê li gorî midûriyeta polîsan 'Hêza bi kontrol e'
11:25 Xwepêşandanên li Amerîka gihîştan Qesra Spî
11:10 Di 2019'an de 50 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan
11:01 Muslim: Pêngava diyalogê wê di demek nêz de dest pê bike
10:35 Parlamenterê HDP’ê Koç: AKP welat ber bi tundiyê ve didefîne
10:34 Polîsan cenazeyê Kartal ê girtiyê nexweş revandin û definkirin
10:15 Serokê ATO Bulut: Dê nexweşên Covît-19 zêde bibin
09:43 Keskîn: Êrişkirina goristanan binpêkirina Peymana Cenevre ye
09:24 Li Şirnexê bikaranîna rûpoş bû mecbûrî
09:21 Psychology Kurdî bi hejmarek taybet derket
09:19 Bûn bêhna zaravayeke li ber xeterê
09:18 Şertên girtîgehê bandorekê çawan li zarokan dikin?
09:17 Kesê 2 meh berê emeliyata dil bûbû hat girtin
09:16 Amed bi rêjeya hejmara nexweşên xwe yên herî zêde ket pêvajoya asayîbûnê
09:15 Li Kanîreşê dem dema bihar û zozanan e
09:14 Li dijî Santralên Nukleerê seri li şûreya dewletê dan
09:13 ‘Şerê taybet li ser malbatan didin meşandin’
09:13 Li Edeneyê binçavkirina Qorsan
09:12 Kujerê siyasetmedarê Kurd Melik 26 salin hêj mechûl e
09:00 ROJEVA 01'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:08 Ciwane li muzîka Kurdî guhdar kir kuştin
31/05/2020
22:09 Kesê ku gef li Weqfa Hrant Dînk xwar hat girtin
21:13 Hejmara miriyên vîrûsa koronayê derket 4 hezaz û 540 kesî
19:33 Ji şêwirmendê parlamenterê MHP'ê wêneyên îşkenceya li emniyetê
16:35 37 kesên din li Êlihê bi şewba Covît-19 ketin
16:02 Osman: Kurd bi yekîtiya neteweyî dê bi ser bikevin
15:17 Polîsan bi lêdanê binçav kirin
14:48 Walî derketina derve li 19 gundên Bedlisê qedexe kir
14:42 Îdîaya polîs û zabiteyan tundî li firoşkarên seyyar kirin
13:59 Dê cenazeyê Kardal li Manîsayê defin bikin
13:41 Rêxistinên jinan xwest Tirkiye ji Efrînê derxin û bersûcan darizanînin
13:07 Di bûyera êrîşa li dijî polîsan de hejmara kesin hatin binçavkirin derket 3’yan
12:51 Welatiyên hatibûn îşkencekirin, cardin hatin binçavkirin
12:41 TEV-DEM: Ji bo Efrînê komîsyoneke lêpirsînê ava bikin
12:31 HDK: Berxwedana Gezî pir zimanî fêr kir
12:20 Hêzên Rejîma Îranê li Serdeşt û Pîranşarê 4 kolber birîndar kirin
11:12 Geliyê Bertul qedexe kirin
10:12 Akay 2 sal in di tecrîd û îzolasyonê de ye
09:55 Prz. Kûzû: Hêviyên winda bên dîtin cardin nû bû
09:03 Şewata li daristanê îxbar kir, cezayê muebetê lê hat birîn
09:02 Tûran: Pêdivî bi mudaxileyeke şoreşgerî heye
09:01 ‘Bila îthalkirina bermayiyên plastîkî yên dibin sedema belavbûna şewbê bê rawestandin'
09:01 Li gor giştînameya heywanên li kuçe û kolanan tev negeriyan
09:00 Ji bo yekîtiyê ne gotin, pratîk divê
09:00 Li vî gundî her tişt bê pere ye
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2020'AN
08:34 2 kes li Rezanê hatin binçavkirin
08:08 Girtiyê Nexweş Kartal jiyana xwe ji dest da
30/05/2020
21:07 26 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane, 983 kesên din jî bi şewbê ketine
20:43 Qeyûmê pirtûkxaneya bi navê Celadet Alî Bedirxan xera kir!
18:41 Hevserokên HDP'î hatin berdan
17:02 Nivîskarê Ermenî Mihçi: Piştî Erdogan got 'Bermahiyên şûr' êrîş zêde bûn
16:20 Li Rezanê polîsek birîndar bû
16:11 Ji bo girtiyê nexweşê giran Ozkan ê 81 salî bang kirin
15:56 Pirsa faîlên bapîr û neviyê wî kirin
15:48 Platforma Jinan a Şahmaranê: Têkoşîna jinan nayê darizandin
15:20 Meclîsa Jinan: Bêdeng nemînin
14:53 Li Çadê pevçûna çekdarî: 5 kes mirin
14:46 Balafirên TSK'ê bombe kir: Kur û bav hat kuştin
14:44 25 sal in li dû edaletê ye: Hestiyên me bidin me
14:37 Jinan çalakiya rûniştinê li dar xistin
14:12 Rapora 77 girtîgehan: Hêj tedbîr nehatine girtin
14:05 Buldan piştgirî da Rakel Dink: Hûn ne bi tenê ne
14:05 Di gora komî ya Kerboranê de hestiyên 40 kesan hatin komkirin
13:34 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
13:26 Xizmên windayan: Bila kujerê Hasan Ocak bê dîtin
13:11 Kesê bi Qanûna Înfazê hat berdan Nûrcan Polat kuşt
12:51 Girtiyê nexweş 2 salin bi tenê tê girtin
11:34 HDP'ê piştgirî da şermezarkirinên li Mînnetapolîsê
11:21 Rêxistinên civakî piştgirî dan Vakfa Hrant Dînk
10:45 Ji polisê ku Floyd kuşt re 35 sal ceza hat xwestin
10:01 Prof. Dr. Mustafa Durmuş: Ev aboriyek xapînok e fêdeyê nade aramiya civakê
09:34 Li Cizîrê karantîna zêde dibe
09:27 Thomas Lovejoy: Qeyranên pêş dikevin qêrîna ji bo modela parastina xwezayê ye
09:11 Li Rezanê jinek hat kuştin
09:09 Hevseroka Meclîsa Mexmûrê: Em birçî jî bimînin em muhtac nabin
09:09 Ji ber DEDAŞ'ê nexweşên astimê nikarin tedawî bibin
09:09 Tevî çop û bermayiyên bi xwe re Gola Wanê qirêj dikin
09:09 Rêwîtiya ji bo rêvasan
09:09 Ji niha ve dest bi amadekariyên zivistanê kirine
09:09 Malbat 2 salin ketine şopa hestiyan
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2020'AN
08:12 Lêpirsîn li 19 jinên ji derveyê qawîşê hejmar nedan vekirin
29/05/2020
20:45 Polîsan avêt ser avahiya HDP'ê ya Êlihê: Hevserok hatin binçavkirin
19:51 28 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:14 Jin çûn cihê Kocabaş lê hat kuştin: Em ê bêdeng nemîn in
15:50 Di 4 mehan de li Egeyê 8 hezar û 283 maf binpe kirin
15:19 HDP'î çûn serdana Dilgeş: Pêdiviyên wî bi cih nayin in
15:19 Çalakiya Zeytinburnê 769 roj in didome
15:10 Bi roketê êrîşî înşeata kalekolê kirin
14:40 Rapora Girtîgeha Sîlîvriyê: Haletên koronayê zêde ne, tevdîr kêm in
14:39 MMO: HES'ên li Zilanê tên avakirin polîtîkaya bê bîr hiştinê ye
14:35 Li ber girtîgehê daxuyanî: Qada jiyana girtiyan teng kirin
14:31 Platforma Jinan a Enqereyê: Em ê bîat nekin
14:17 Hevdîtinên girtî yên li girtîgehan di 1’ê hezîranê de dest pê dike
14:16 Di çayfiroşê şaredariyê de Covît-19 derket
14:16 Di mudaxileya şermezarkirina sirgûnan de 8 kes hatin binçavkirin
13:52 Jinan li Mêrdînê bang kir: Jinên hatin girtin berdin