Muslim: Pêngava diyalogê wê di demek nêz de dest pê bike

  • rojane
  • 11:01 1 Hezîran 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Konseya Hevserokatiya PYD'ê Salîh Muslim, diyar kir ku wan encamek erênî ji pêngava yekemîn a yekitiya neteweya kurd girtin û got: "Pêvajoya yekemîn a diyaloga Kurd-Kurd erênî bû û di demek nêz de dê pêvajoya duwemîn dest pê bike. Dê pêkhatina yekîtiyê bandorê li rewşa Sûriyê, Kurdistanê û Rojhilata Navîn bike.”

Piştî daxuyaniya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî yên derbarê  xebatên yekitiya neteweya kurd de, endamê Konseya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salîh Muslîm jî daxuyaniyek da. 
 
Muslin pirsên Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) bersivand û wiha got: "Mijarên danûstandinên pêvajoya yekemîn girêdayî mijarên siyasî yên hevbeş bûn, ew nîqaş jî erênî bûn. Dê hêz û partiyên nû tev li pêvajoya duyemîn bibin. Her lihevkirinek an jî avakirina lêvegerekê li Rojava dê ji parçeyên din ên Kurdistanê re bibe nimuneyek.”
 
PÊNGAVA YEKEMÎN DI NAVBERA PYD Û ENKS'Ê DE BÛ
 
Muslim, diyar kir ku mijara herî girîng di pêvajoya yekemîn a diyalogê de ew bû ku danûstandina di navbera aliyên siyasî yên li  Rojava de pêk hat û wiha axivî: " Di demên dawî de dûrketin di navbera partiyên siyasî de hebû. Nêrînên cuda, ne bawerî di navbera aliyan de û hinek aliyan rolek neyînî lîstin û bi zanabûn hewl dan Kurdan parçe bikin. Gava yekemîn a diyalogê, di navbera PYD û ENKS’ê de bû. Di vê pêvajoyê de, em gihaştin encaman ku gelek nuqteyên hevbeş di navbera me de hene. Mirov dikare li ser wan lihev bike û deriyê nîqaşan vebike. Niqaş jî bi awayekî erênî meşiyan. Tişta balkêş di danûstandinan de ew e ku cudahî di navbera nêrînên siyasî de tune bûn. Bi taybet mijarên sereke mîna têkiliyên bi rejîma Sûriyê û çi jê tê xwestin. Hêzên opozîsyona derve û têkiliyên derve. Di danûstandinên pêvajoya yekemîn de herî zêde û girîng, mijarên siyasî yên hevpar hatin nîqaşkirin û ew jî erênî bûn."
 
NÊRÎN ERÊNÎ BÛN
 
Muslim, da zanîn ku nêrînên kesên tevlî nîqaşên diyalogê bûn erênî bûn û wiha bi lêv kir: "Tenê PYD û ENKS’ê hinek çavdêrên ku tenê nêrînên xwe girêdayî mijarên gotubêjkirî dan, tev li diyalogê bûn. Nêrînên kesên tev li diyalogê bûne erênî bûn. Pêvajoya yekemîn li ser daxwazana ENKS`ê pêk hat. Wan got gelek mijar hene divê bi PYD`ê bêne nîqaşkirin. Wan dixwest nêrîna me nas bizanin. Beriya niha jî gelek diyalog lidar ketin, mîna Hewlêr 1 û 2 û Dihok di 2014`an de. Di nîqaşên dawîn de hate pêşniyarkirin diyalog li gorî peymana Dihokê 2014`an werin meşandin. Lê ji ber rewşa heyî, divê ew peyman hinekî were guhertin. Ji ber ku ew lihevkirin beriya 6 salan bû. Piştî wê gelek guhertin li herêmê çêbûn. Her wiha di wê demê de lihevkirin di navbera Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê, ENKS û partiyê de bû. Nîqaş dê di navbera hêz û partiyên ku dê lêvegereke Kurd ava bikin û herêmên li gorî peymana Dihokê were birêvebirin de be."
 
DAN Û STANDIN WÊ DEMEK NÊZ DE DEST PÊ BIKIN
 
Muslim, di dewama axaftina xwe de wiha got: "Nûnerên  25 partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd dê bi rêya avakirina komîteyekê tev li diyalogê bibin. Ew li benda bersîva ENKS`ê ne da ku tev lê bibin. Li gorî agahiyan, ENKS amadekariyên xwe di vî warî de temam kirine û ew amade ye. Li gorî texmînên min danûstandin dê di demek nêz de destpê bikin. Rewşa Rojava hesas e. Pêkhatina yekîtiyê li ser asta Kurdistanê pêwîstiyek bi lez e. Niha em hewl didin di vî warî de li Rojava gavan bavêjin. Lihevkirina di navbera partiyên siyasî de têrê nake. Lê dîsa jî gavek baş e. Di pêşerojê de dibe ku kongreyek an jî konferansek bi tevlibûna tevahiya çînên civakê lidar keve. Ji ber ku partiyên siyasî beşek ji civakê ne. Gava yekemîn; pêkhatine lihevkirinê di navbera partiyên siyasî de ye. Gava duyemîn jî avakirina lêvegerek niştîmanî bi tevlibûna tevahiya çînên civakê ye. Ger ev lêveger ava bû, dê li tevahiya Kurdistanê fireh bibe. Bi nêrîna min her lihevkirinek an jî avakirina lêvegerekê li Rojava dê ji tevahiya Kurdistanê re bibe nimune."
 
WÊ BANDORÊ LI HEMU PARÇEYAN BIKE 
 
Muslim bal kişan ser girîngiya yekitiyê û wiha pê de çû: "Pergala li herêmên me niha tê meşandin, Kurd herikbarê wê ye. Pergalek ku her kesî hemêz dike hate avakirin. Ger yekîtî pêk hat û pê hate îtîrafkirin, dê bi awayekî yekser bandorê li rewşa Sûriyê bike. Dê hemû hesabê Kurdan bikin. Her wiha dê bandorê li parçeyên din ên Kurdistanê û Rojhilata Navîn bike. Bi texmîna min ger Kurd bi awayekî rast û dirust li hev bikin, dê li Rojhilata Navîn bibin pêşengê projeya demokratîk. Gelê Kurd ji aliyên siyasî, ideolojî û fikrî ve xwedî karîn e ku vê yekê bike."
 
DIVÊ LIHEVKIRIN BÊ PARASTIN 
 
Salih Muslim, bibîr xist ku divê li hevkirin bê parastin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ger lihevkirinek Kurd pêk hat, wê demê têkilî bi, gelê Tirk, gelên din û hêzên herêmê re pêkan dibe. Lê divê ev têkilî ne li dijî lihevkirina Kurd be. Berovajî wê divê siyaseta Kurd a ku hêzên Kurd li ser lihevkirin e were meşandin û bê parastin."
 
 
 
 

Sernavên din

04/06/2020
11:21 ESÇEVDER: Talankirin û wêrankirinê bi zagonan rewa dikin
11:16 Deriyên sînor ên Iraq û Îranê vebûn
10:51 Lîsa Çalan: Navê her kesê di dosyeyê de derbas dibe divê were darizandin
10:16 Grup Yorum: Bi qedexeyan hûnê nekarin me bêdeng bikin
10:12 Binçavkirina 7 kesên li Dêrikê 4 rojên din zêde kirin
10:00 Parêzeran di 10 salan de 962 serlêdan kirin, lê tenê 5 caran hevdîtin kirin
09:58 Temellî: Tundiya aboriyê li Kurdistanê qat qat zêdetir bû
09:03 Tiryakî: Êdî em ê jî bêjin qaşo walî
09:03 'Îşkencekar êdî aşkere îşkenceyê dikin'
09:03 Karkerên çandiniyê: Şewb heye, lê mecbûr in bişixulin
09:03 Bi çandiniyê bêhna wan dertê
09:03 Surucu: Îqtidar ji bo pêkanînên DEDAŞ'ê xwe li kerîtî û korîtiyê datîne
09:03 Gora komî ji bo xizmên windayan bû cihê hêviyê
09:03 'Di 2015'an de jî mizgeft hilweşandibûn'
09:00 ROJEVA 04'Ê HEZÎRANA 2020'AN
07:35 Malbatan ji bo zeviyê şer kirin: 3 kes ji hev kuştin
03/06/2020
20:20 Daneyên dawî yên Covîd-19'ê: 24 mirî, 867 pêketî
17:18 Meclîsa Ciwanan: Hikûmeta desthilatdar polîtîkayên îmha û înkara Kurdî didomîne
16:38 Ji bo Bariş Çakan ‘Zimanê Kurdî’ strandin
15:50 Ji bo parêzerên di rojiya mirine de piştgiriya navneteweyî
15:49 Jinan ji Şirnexê bang kir: Ku zulum hebe berxwedan jî heye
15:22 Ji bo Kavala bang li KE’yê kirin: Peyamek zelal bidin Tirkiyê
15:11 Ewil îxbar kir û piştre xistin feqê: Kesekî jiyana xwe ji dest da
14:49 Beştaş: Di bûyera Çakan de gumanên me hene
14:45 Hêzên Rejîma Îranê kolberek din kuşt
14:25 Ji Walîtiyê daxuyaniya ‘îşkenceyê’: Kuçik refleks nîşan daye
13:26 'Karantîna êdî zilm e'
13:08 Tirkiye ava Firatê ji ser Rojava kêm kir
12:26 Zêdebûna şewba Covît-19 a li Amedê birin rojeva meclîsê
12:25 Çalakiyên li Amerîkayê qedexeyan guhdarî nakin
11:55 Rêwiyên M4 bi karwanî diçin û tên
11:21 Li warê windayan gora komî hat dîtin: Hestî aydê kê ne gelo?
10:04 Polîs tevî kuçikên xwe ketin hundir û îşkence kirin
09:50 Walîtiyê qedexeya derketina derve ya li Bedlîsê berfireh kir
09:34 Tenê beşek pêşmerge ji Zînî Wertê vekişandin
09:28 Li Gundê Gozelî 59 kes bi şewba Covît-19 ketin
09:27 OHD: Li Licê 250 gor hatine rûxandin
09:11 Êrîşa li goristanan: Armanc bîra civakiyî ye
09:10 Ç.B.: Min hêz ji piştgiriya jinan girt
09:07 Civaknas Sûstam: Li Tirkiyeyê nîjadperestî sûc nayê hesibandin
09:07 Îdiayên ku Bekir Kaya dan girtin pûç bûn
09:07 Şaredariya Giyadînê bênavber dixebite
09:07 Pereyê ku bankayê neda wî ji PTT’ê stend
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2020'AN
02/06/2020
20:44 M.E.C. û F.A. hatin girtin
20:34 22 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
18:38 Polîsan mudaxileyî Rêxistinên Ciwanan kir
16:46 DBP: Raperîna Amerîkayê hêrsa li dijî cudakariyê ye
16:43 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
16:33 1273 kesan bang li Tîmtîk û Unsal kirin
16:30 Polisan nehişt ku ji bo Bariş Çakan daxuyaniyê bidin
16:16 ÎHD: Raporan li ber ber çav bigirin û girtiyên nexweş berdin
16:06 48 rêxistin û şexsiyet: Gelê kurd êdî êrişên li dijî zimanê xwe qebûl nake
15:20 Li Agiriyê di mehekê de 3 mirinên bi guman: Mal bûnê cihê cinayetê
15:11 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Talûke didome
15:07 Dozgîn Temo nehat berdan
14:53 Siyasetmedarê Kurd Muhsîn Melîk bi bîr anîn
14:33 ‘Dev ji zimanê cudakariyê berdin’
14:17 Xwendekarên YYU'ê Bask-Der ava kirin
13:51 M.E.C. ê îşkence lê hat kirin derxistin edliyê
13:49 Hevseroka KESK'ê: Em nabin karmendên serî ditewîne
13:40 Ji bo Bariş bi kurdî gotin
13:36 Dolmişvanan li endamên komîsyona îhaleyê dan
13:33 Li Enqerê 391 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
13:13 Cendirmeyan meşa BTS'ê ya Enqereyê asteng kir
12:30 'Zêdebûna tundiya polîsan ji ber bêcezakirina polîsan e'
11:57 Walîtiyê destûr neda konsera Grûp Yorûm
11:50 ‘Divê ji bo girtiyên nexweş yasa were guhertin’
10:19 Nîhat Çakan: Lê belê muzîkek heye
09:33 Çiyayê Eregê qada debar û jiyanê ye
09:23 2 leşker mirin
09:09 Karkerên ku qeyûm wan mexdûr kiriye: Bila êdî ev îşkence bi dawî bibe
09:08 Hem bazar hem jî ber deriyê malê qedexe kirine
09:08 Der barê Dayika Aştiyê de 106 heb lêpirsîn
09:07 Prof. Tolûnay: Mudaxileya li xwezayê wekî bûmerangê ye
09:06 Pîrê: Hikûmeta Tirkiye li Sûriye şikest vegere dê perçe bibe
09:06 ROJEVA 2'Ê HEZÎRANA 2020'AN
01/06/2020
20:30 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 563
19:02 Her 3 kesên ku Bariş Çakan kuştin hatin girtin
17:38 Kal û pismamên Bariş Çakan: Ji ber muzîka kurdî hat kuştin
17:10 ÎHD: Destûr nayê dayîn ku gora komî were lêkolînkirin
16:47 Bariş Çakan spartin axê
15:49 Ji Colemêrgê berteke li dijî kuştina Bariş Çakan
15:20 HDP'ê helwesta xwe aşkere kir: Emê bi hev re têbikoşin
15:19 Dayika Karaman li ber dadgehê daxwaza edaletê kir
14:57 Partiyên Yekitiya Niştimaniya Kurd: Tirkiye ji bo çareseriyê asteng e
14:52 Li Wanê çayxane têje bûn
14:39 Malbata Kartal: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:20 Kesekê Nûrcan Polat kuşt hat girtin
14:19 Ji sedî 95'ê bereketa çotkaran weşiya
14:11 Rêxistinen pîşeyî: Tê xwestin muxalefet bê bêdengkirin
14:10 Di serdana gunde 56 kes bi vîrûsê ketin
14:08 Ji parêzeran vedişêrin, bi medya îqtîdarê re parve dikin
14:01 Li Amedê pêvajoya ‘asayîbûnê’ dest pê kir
13:16 Komeleya Rosa rapora xebatên xwe parve kir
13:14 Bi deh hezaran muzîsyen tevlî kampanya ji bo Ocalan bûn
13:11 Gelo bi copê tecawizî M.E.C. kirin?
13:01 Heman îşkence û heman wêne!
12:51 Ji bo gora komî Kerboranê daxwaza lêkolînê hat kirin
12:27 Ji bo cenazeyên li Kîlyosê bang li Meclîsê kir