Pîrê: Hikûmeta Tirkiye li Sûriye şikest vegere dê perçe bibe

  • rojane
  • 09:06 2 Hezîran 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Revebirê Saziya Kurdên Bê Sînor a Parîsê Kadar Pîrê, anî ziman ku Hikûmeta AKP'ê siyaseta ku li Sûriye pêş xist û têk çû, niha li Libyayê dixe meriyetê. Pîrê, da zanîn ku piştî Hikûmeta Tirkiye li Serêkaniyê, Efrînê û Grê Spî li dijî YPJ-YPG'ê têk çû êdî nikare paşve vegere û eger vegera dê perçe bibe û wiha got: "Tirkiye, hem ji bo berjewendiyên aborî û hem jî ên siyasî çeteyan dişîne Lîbyayê."  

 
Lîbya, li gel aliyê stratejîk, bi çavkaniyên bin erdê jî welatekî pir pir li pêş e.  Lîbya ku di navenda erdnîgariya Afrikaya Bakur de cih digire,  navê xwe ji peyva Lebû, ya îro wekî "Berberî" tê nasîn û niştecihê herêma Misiriyên Antîk in digire.  Lîbya hem ji ber ku erdnîgariya rêboriya ji Rojhilat ber bi Rojava ye, hem jî ji ber li tenişta Derya Spî cih digire, malovaniya şaristaniyên herî kevn a cîhanê kiriye. Erdnîgariya Lîbyayê heta niha di bin mêtîngeriya Fenike, Kartaca, Împaratoriya Îskenderê Mezin, Roma, Bizans û herî dawî di bin mêtîngeriya Osmaniyan de maye. Lîbya herî dawî ji aliyê Îtalyayê ve di sala 1911’an de hat dagirkirin. Gelê herî qedîm ê Libyayê, carekê di salên 1800’an de, du caran jî di serdema Osmaniyan de serî hilda. Du caran jî bi Şerê Mezin ê Berberiyan serî hilda. Di serê sedsala 20’emîn de jî li dijî mêtîngeriya Îtalyayan li ber xwe da. Yek ji pêşengê van berxwedanan Omer Muhtar, ji aliyê rêveberiya mêtînger ve di sala 1931’an de hat darvekirin. Dewleta Lîbyayê, di sala 1951'an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat nasîn û serxwebûna xwe îlan kir. Di sala 1969'an de di pêşengiya Muammer Qaddafî de di bin navê koma ‘Tevgera Subayên Azad" de darbe pêk anî. Qaddafî heta sala 2011'an 42 salan Rêberê Libyayê kir. Li nava welat bi piştgirî û mudaxaleya NATO re Qeddafî têk çû. Piştî têkçûna Qeddafî hilweşîna rejimê dest pê kir. Îro di navbera hêzên cuda de şerê vekâletê didome. 
 
Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê girêdayî General Halife Hafter ê Navenda wê Tobruke ye. Hêzên Hikûmeta Mutabakat a Neteweyî (Wîfaq) yên girêdayî Fayiz Serrac ên Navenda wê Trablus e. Hêzên Navenda wan Misrata yên piştî Qeddafî têk çû û bûn xwedî para herî mezin. Hêzên navenda wan Zintan ên nêzî sînorê Tunus û li Rojavayê welat in. Lîbya, di sala 2014'an de piştî hilbijartinê di aliyê siyasî de bû du perçe. Şerê Îqtîdarê di navbera du hêzan de û di navbera hêzên navneteweyî yên piştgiriyê dide wan de didomin. Meclîsa Nûneran a li Tabrûkê ye ku ji sedî 70'ê yê axa welat di kontrola xwe de digire ye. Rêberiya wê General Halife Hafter dike. Hikûmeta Mutabakat a Navendî (Wîfaq) navenda wê li Paytext Trablusê ye. Paytext Trablus a ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat nasîn jî di navde, Serokê Hikûmeta Wîfaq yê ji sedî 30’ê axa welat di destê xwe de dihêle Fayiz El-Serraj e.
 
Revebirê Saziya Kurdên Bê Sînor a Parîsê Kadar Pîrê, li ser rewşa siyasî, aborî ya Libya û polîtîkayên Tirkiye yên li dijî Libyayê ji Ajansa Mezopotamya re axivî. 
 
'JI ALIYÊ PETROL Û XAZÊ VE PIR DEWLEMEND E' 
 
Pîrê, diyar kir ku beriya Bahara Ereban, di serdema Muamer Qedafî de li Libyayê aramî û îstîqrar hebû û wiha got: "Di milê siyasî de îstikrar hebû. Rola Muammer Qedafî ne tenê li ser Lîbya, li ser welatê ereb ên din jî hebû. Di aliyê siyasî de wekî welatekî ku piştgiriya şoreşan dike dihat naskirin û dîtin. Li tevahiya rojhilata Navîn wisa dihat naskirin. Li dijî îsraîlê hem piştgiriya şoreşa Fîlîstîn dikir, hem jî piştgiriya şoreşa Kurdan dikir. Nifûsa Lîbya nêzî 7 milyon kesan e. Lê axa wê pir mezin e. Ji aliyê gaz û petrolê ve pir dewlemend e. Di aliyê aborî de milletê Libya bi kêf jiyanek xweş û aram derbas dikir. Kesên Lîbî penaber tune bûn. Kesên Lîbî li derve kar nedikirin. Lîbya di aliye erdnîgarî de ji ber ku di navbera welatên Efrîqa û Ewropa de ye, cihekî straejîk û girîng e. " 
 
'PARTIYA ÎXWANÎ MISLIMÎN DAYIKA HEÛ ÇETEYAN E' 
 
Pîrê, anî ziman ku heta ku Qedafî hat kuştin û beriya 2011'an jî ji sedî 80'ê gelê Lîbî bi Qedefî re bûn û wiha axivî: "Ev jî xuya dike ku ji aliyê NATO, DYA, Fransa, Îtalya û Tirkiye ve li ser wî lîstik hatin lîstin. Hêj feraseta wan a kolonyalîst a li ser Lîbyayê berdewam bû. Ji bo ku Qedafî ji kar bixin bahara ereban dan destpêkirin. Piştî sala 2011'an ku Qedafî ket, Libya di aliyê siyasî de şikest. Rola wê wekî berê di nava welatên ereb de nema. Bi taybetî tiliya Qatarê di vê yekê de zêde bû. Qatarê betir piştgirî da partiya Îxwanî Misilmîn û îstîxbaratê. Li Tirkiye AKP, li Fîlîstînê Hemmas, li Misirê Îxwanî Mislimîn dişibin hev. Partiya Îxwanî Misilmîn dayika hemû çeteyên terorê yên Rojhilata Navîn e. Bi şikestina rewşa siyasî, rewşa Libya ya Aborî jî şikest. Pişti çete li Lîbya peş ket, Lîbî ketin rêya penaberiyê. Xwe li Derya Spî xistin û berê xwe dan Ewropa. Çeteyên ketin Lîbyayê ewil dest danîn ser qadên petrolê. " 
 
'PIŞTÎ 2011'AN BÛ NAVENDA KOMÊN ÇETEYAN'
 
Pîrê, anî ziman ku di destpêka 2011'an de gelek kom ketin Lîbyayê û wiha lê zêde kir: "Komên bi navê Ensar El Şerîa, bi nave Mecalis El Şûra her yek li bajarekî bi cih bûn. Mînak, Mecalis El Şûra li Bin Xazî bi cih bûn. Mecalis El Şûra, ji komên DAIŞ, El Nusra, El Qaîde û gelek navên din pêk dihat. Niha du hêz li Libya Hene. Yek jê hêza General Hefter a dewleta Bîbya ya fermî ye. Hêza din jî  Hikûmeta Wifaq ku serkêşiya wê Fayiz El Serraj dike. Ev hêz ji komên çetan pêk tê. Ne fermî ye. Bermahiyên DAIŞ û komên din in di bin hikûmeta Seraç de hatine hev û dixwasin Dewleta Libya desteser bikin. Dixwazin hemû aboriya wê ji xwere bibin. Ev jî girêdayî partiya Îxwanil Muslimîn e. Ev partî wekî dayika komên çete ne. Ev kom ji Sûriye jî diçin wir. Çete ne. Dewleta Tirkan wan ji bo xwe dike amûr." 
 
TENÊ DEWLETÊN BERJEWENDIYÊN WAN DI AXA LÎBYA DE HENE LI PIŞT SERRAJ IN YEK JÎ TIRKIYE YE
 
Kadar Pîrê, anî ziman ku di 2013-14'an de îtîlaf çêbû û fermiyet dan Hikûmeta Wîfaq a Serraj û wiha berdewam kir: "Gotin ev sivîl e û dê temsîliyeate hemû gelê Lîbya bike. Lê dîtin ku Serraj partiya El Muslimîn e û pariya çetayan e. Kesên ku ji aliyê interpol lêgerîna wan heye wekî Selah Badî destê wî yê terorê pir dirêj e. Hem li Afganîstanê, hem li Sûriyeyê û hem jî li Misrê li cem wan e. Xalit Bekir, Bin Haç ku berpirsiyarê El Qaîdeyê ye. Di meseleya welatên ereb tevan de bi taybet Lîbya, Cezaîr û Tunus ên Rojava tên naskirin. Ji vir hat xuyakirin ku Serraj dixwaze Lîbya jî bibe wekî welatê Afganîstan û welatêndin. Ji ber vê yekê General Hafter xwest welat ji van çeteyan paqij bike. Niha ji sedî 60 gelê Lîbya Serraj qebûl nakin. Tenê dewletên ku berjewendiyê wan di Lîbya de hene piştgiriyê didin Serraj. Yek jî Tirkiye ye." 
 
'AKP LI PEY ÎMPARATORIYA OSMANÎ YE' 
 
Pîrê, bal kişand ser polîtîka û feraseta Hikûmeta Tirkiyeyê û wiha pêde çû: "Hikûmeta Tirkiye şerhiyetê dipirse gelo. Ger ku şerhiyetê dipirse jî kijan şerhiyet? Şerhişeta ku hêz û xweseriya xwe ji gel distîne an ji dewletê? Hikûmeta Tirkiye li aliyekî şerhiyeta Seraç diparêze, li aliyê din li dijî şerhiyeta Rejima Bas disekinin. Ev nakokî ye. Ger ku Hikûmeta Tirkiye şerhiyeta Sûriye qebûl kiribûya dê piştgirî nedabûya çeteyan û axa Sûrî dagir nedikir. Dîsa ku şerhiyeta gel qebûl kiribûya diviya bû piştgirî bida şoreşa demokratîk a Sûriyeyê. Li vir em dibînin ku hikûmeta Tirk şerhiyeta wan ji bo berjewendiyê wan û partiya Ixwanî Mislimîn e. Niha di Serokatiya Tayip Erdogan de AKP Serkêşiya vê yekê dike. Meseleya wan ne ji bo dewletên ereban û Partiya Ixwanî Mislimîn e. Dixwazin dîsa vegegerin împaratoriya Osmanî û dest dînin ser hemû axa dewletan. Piştgiriya hikûmeta Tirkiye ya Seraç ji bi temamî aborî ye. Ji ber ku Seraç piştgiriyek mezin dide Hikûmeta Tirkiye. Bi qasî reqamên hatin xuyakirin Seraç 3 milyar dolar da dewleta Tirkiyeyê. Dîsa dewleta Tirk dixwase serbest li Derya Spî bigere  û gaz û petrola Lîbya têxe kontrola xwe. Hikûmeta Tirkiye piştî li Sûriye şikest dixwaze hemû aboriya van komên çete ji hikûmeta Seraç temîn bike. Wekî Îtalya hêj feraseta wan a kolonyalîstê didome. Piştî şerê cîhanê yê yekem welatên Efrîqa li xwe parve kirin. Lîbya para Îtalya bû,  Cezaîr, Tunus, Sûriye û Urdun para Fransa bûn. Hêj vê rola xwe dilîzin û bêyî wan jî çareserî nabe. Hemû ji bo berjewendiyên aborî bazirganiyê naxwazin van welatan ji destê xwe berdin. Ji welatên Ewropa tenê Îtalya piştgiriya Seraç dike. Niha hemû lîstikên tên kirin karê dewleta Tirkiye ye." 
 
'ARMANCA TIRKIYE YA LI LIBYA ABORÎ YE' 
 
Pîrê, li ser berjewendiyên hikûmeta Tirkiye yên aborî jî rawestiya û wiha axivî: "Niha berjewendiya Tirkiye ya di Lîbyayê de Seraç aboriya Libya tevî dide Tirkiye. Seraç ji ber alîkariya Tirkiye tevahiya aboriyê dide Tirkiye. Niha 3 milyar dolar ê ku da Tirkiye aşkere bû, Lê hêjmarek mezin a veşartî jî heye. Niha gelek Kurdên di serdenma Osmani de li Libya bi cih bûbûn hene. Hikûmeta Tirkiye wan wekî tirk nîşan dide û dixwaze wan di xizmeta xwe de bikar bîne. Tirkiye û Rûsya ji bo Idlibê peymam îmez kiribûn. Li gorî peymadê diviya bû komên çete yên wekî DAIŞ, El Nusra vê axê vala bike û teslîmî Rûsya bike. Lê ev yek pêk nehat. Rûsya, ji bo ku Tirkiye Idlibê ji van çeteyan vala bike destûr dide ku Tirkiye van çeteyên Idlibê biyîne Libyayê. Rûsya diyar dike ku çeteyên xwe neşînin Libya, diyar dikin ku dê rê ji ser wan qut bikin. Li aliye din bi şandina van çeteyan pereyan ji Seraç distîne. Piranî yên ji Idlibê dişîne Libya zarok in."  
 
'LI SÛRIYE TALAN Û WÊRAN KIRIN NIHA LI LIBYA JÎ HEMAN QIRÊJIYÊ DIKIN' 
 
Pîrê, bal kişand ser kiryarên komên çekdar û lîstikên hikûmeta Tirkiyeyê û got: "Ev hêzên ku  Tirkiye ji Idlibê şandin Libya, li Sûriye her der talan û wêran kirin. Cihê têdebûn tenê xera kirin. Çûn Libya. Ne ji bo şoreşê û daxwazên gelê Lîbî pêk bînin, ji bo berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî çûn. Bi temamî ji bo berjewendên dewleta Tirk diçin Lîbya. Li Sûriye çi xerabî kir, dê heman qirêjiyê li Libyayê jî bikin. Piştî Tirkiye bi deh hezaran çete û eskerên xwe şandin Libya, her tiştên Lîbya xera kirin. Rewşa siyasî, aborî û civakî xera kirin. Rewşa siyastî hat guhertin. Niha hêjmarek mezin ên çeteyên ku ji aliyê Interpol ve lêgerîna wan heye li Libya belav bûn. Ev çete tenê daxwazên Tirkiye bicih tînin. Lê ev tu carî ne li gorî berjewendî û daxwazên gelê Lîbî ye."  
 
HIKÛMETA TIRKIYE NAXWAZE ÎSTİKRAR Û ARAMÎ LI LIBYA PÊŞ BIKEVE'
 
Pîrê, li ser lîstik û hîleyên Hikûmeta Tirkiye jî rawestiya û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî Tirkiye dît ku Fransa bi rastî dixwaze çareseriyekê ji Lîbya re bibîne û Serraj û Hafter anî cem xwe, vê carê Hikûmeta Tirkiye dîsa ket nava lîstikan. Hikûmeta Tirkiye naxwaze îstîqrar û aramî li Libya pêş bikeve. Dema Fransa li wir çareseriyê pêş bixe, dê rola Tirkiye nemîne. Ji ber vê yekê Tirkiye qebûl nekir û komên xwe yên çete şandin. Piştgirî da hikûmeta Wîfaq a Seraç. Tirkiye berê jî veşartî piştgirî dida Seraç. Lê niha aşkere dike. " 
 
'TIŞTA TIRKIYE LI SÛRIYE KIR DIXWAZE LI LIBYA BIDOMÎNE' 
 
Kadar Pîrê, hewldanên Tirkiye û encamên wê yên Tirkiye ku li Sûriye xist meriyetê û encamê wê jî nirxand û got: "Her kes dizane ku Tirkiye li Sûriye piştgiriyia van çeteyan dikir. Gelek hevî ji El Nusra, Çi El Qaîde DAÎŞ'ê dikir ku daxwaz û berjewendiyên hikûmeta Tirkiye pêk bîne. Lê piştî ev çete ji aliyê şervanên Kurd ve şikestin, şervanên YPG-YPJ'ê hêza çeteyan şikand; siyaseta Tirkiye û çeteyên wan têk çûn. Piştî ku çete şikestin, vê carê Hikûmeta Tirkiye bi artêşa xwe raste rast mudaxaleyî Sûriye kir. Ket Efrîn, Serêkaniyê û Eyn Îsa. Niha heman tişt li Libya jî derbasdar e. Berê piştgiriya Seraç, DAIŞ û çeteyên girêdayî wî dikir. Lê dît ku ew çete êdî dişkên, vê carê bi xwe eskerê xwe şand Lîbyayê. Tenê çeteyên Sûriye neşand Libya, bi sedan û hezaran eskerên xwe jî şandin Lîblayê. Piştî piştgiriya Tirkiye ya seraç aşkere bû, Fransa û Rûsya vê carê mudaxale kir. Tişta ku hikûmeta Tirkiye li Sûryeyê kir, heman tişt li Libyayê jî kir. Armanca Tirkiye ya di mudaxaleya Lîbyayê de ewe ku piştre xwe bigîne Tûnus û Misrê. Mesele Efrîna û Ewropa ye. Ji ber ku Libya deriyê navbera Efrîna û Ewropa ye. Niha siyaseta ku li Sûriye dikir, niha dixwaze li Libya jî bike. Digot ezê deriyê Sûriye li we vekim û gef li Ewropa dixwar. Niha dixwaze bi Libya jî heman siyasetê li dijî Ewropa bike.  Digot Sûriye di sînorê min de ye û gefan li min dixwe. Lê her kes dibîne ku Lîbya ne di sînorê wê de ye û mesele ne gefxwarin e." 
 
'HIKÛMETA TIRKIYE GAVAN PAŞVE BAVÊJE DÊ PERÇE BIBE' 
 
Pirê, herî dawî li ser rewşa Hikûmeta AKP'ê jî rawestiya û wiha bi dawî kir "Tirkiye êdi nikare vegere. Dizane ku vegere têk diçe. Ne gelê Kurd û ne jî gelê Tirk qebûl nake. Dê di pêşerojê de çîroka Sûriye û Libya bêtir ronîbibe. Pêşeroja Lîbya hêj ne zelal e. Ji ber ku destê gelek hêzan di navde heye. Hemû ji bo berjewendiyên aborî û siyasî nêzîk dibin. Hesên bazirganiya çekan dikin hene. Ji bo van kesan pêşeroja gelê Libya ne pirsgirêk e. Tenê armanca wan firotina çekan e.  Tirkiye ji bo li Libyayê siyaseta xwe bimeşîne, bi hezaran çete dişîne wir û çeteyan bi ser wan de dirijîne. Dewleta Tirkiye siyaseta wê ya li Sûriye têk çû. Siyaseta Hikûmeta Tirkiye li hemberî şervanên Kurd ên YPG, YPJ û QSD'ê têk çû. Dibe ku bi hukmê zorê axên zêrîn Efrîn, Serêkaniyê û Eyn Îsa dagir kiribe, lê siyaseta wê têk çû û hêza wê li wir şikest. Ji bo hêza wê û siyaseta wê şikest êdî nikare vegere nava Tirkiye. Dema hêza xwe ya ji Serêkaniyê û Efrînê vekişîne, dê têkçûna wê aşkere bibe. Dê AKP bişkê û belav bibe. Dê di heman kêliyê de AKP belavbibe. Ji bo ser vê yekê bigire her tim şerê li derve derdixe û miletê xwe pê mijûl dike." 
 

Sernavên din

04/06/2020
11:21 ESÇEVDER: Talankirin û wêrankirinê bi zagonan rewa dikin
11:16 Deriyên sînor ên Iraq û Îranê vebûn
10:51 Lîsa Çalan: Navê her kesê di dosyeyê de derbas dibe divê were darizandin
10:16 Grup Yorum: Bi qedexeyan hûnê nekarin me bêdeng bikin
10:12 Binçavkirina 7 kesên li Dêrikê 4 rojên din zêde kirin
10:00 Parêzeran di 10 salan de 962 serlêdan kirin, lê tenê 5 caran hevdîtin kirin
09:58 Temellî: Tundiya aboriyê li Kurdistanê qat qat zêdetir bû
09:03 Tiryakî: Êdî em ê jî bêjin qaşo walî
09:03 'Îşkencekar êdî aşkere îşkenceyê dikin'
09:03 Karkerên çandiniyê: Şewb heye, lê mecbûr in bişixulin
09:03 Bi çandiniyê bêhna wan dertê
09:03 Surucu: Îqtidar ji bo pêkanînên DEDAŞ'ê xwe li kerîtî û korîtiyê datîne
09:03 Gora komî ji bo xizmên windayan bû cihê hêviyê
09:03 'Di 2015'an de jî mizgeft hilweşandibûn'
09:00 ROJEVA 04'Ê HEZÎRANA 2020'AN
07:35 Malbatan ji bo zeviyê şer kirin: 3 kes ji hev kuştin
03/06/2020
20:20 Daneyên dawî yên Covîd-19'ê: 24 mirî, 867 pêketî
17:18 Meclîsa Ciwanan: Hikûmeta desthilatdar polîtîkayên îmha û înkara Kurdî didomîne
16:38 Ji bo Bariş Çakan ‘Zimanê Kurdî’ strandin
15:50 Ji bo parêzerên di rojiya mirine de piştgiriya navneteweyî
15:49 Jinan ji Şirnexê bang kir: Ku zulum hebe berxwedan jî heye
15:22 Ji bo Kavala bang li KE’yê kirin: Peyamek zelal bidin Tirkiyê
15:11 Ewil îxbar kir û piştre xistin feqê: Kesekî jiyana xwe ji dest da
14:49 Beştaş: Di bûyera Çakan de gumanên me hene
14:45 Hêzên Rejîma Îranê kolberek din kuşt
14:25 Ji Walîtiyê daxuyaniya ‘îşkenceyê’: Kuçik refleks nîşan daye
13:26 'Karantîna êdî zilm e'
13:08 Tirkiye ava Firatê ji ser Rojava kêm kir
12:26 Zêdebûna şewba Covît-19 a li Amedê birin rojeva meclîsê
12:25 Çalakiyên li Amerîkayê qedexeyan guhdarî nakin
11:55 Rêwiyên M4 bi karwanî diçin û tên
11:21 Li warê windayan gora komî hat dîtin: Hestî aydê kê ne gelo?
10:04 Polîs tevî kuçikên xwe ketin hundir û îşkence kirin
09:50 Walîtiyê qedexeya derketina derve ya li Bedlîsê berfireh kir
09:34 Tenê beşek pêşmerge ji Zînî Wertê vekişandin
09:28 Li Gundê Gozelî 59 kes bi şewba Covît-19 ketin
09:27 OHD: Li Licê 250 gor hatine rûxandin
09:11 Êrîşa li goristanan: Armanc bîra civakiyî ye
09:10 Ç.B.: Min hêz ji piştgiriya jinan girt
09:07 Civaknas Sûstam: Li Tirkiyeyê nîjadperestî sûc nayê hesibandin
09:07 Îdiayên ku Bekir Kaya dan girtin pûç bûn
09:07 Şaredariya Giyadînê bênavber dixebite
09:07 Pereyê ku bankayê neda wî ji PTT’ê stend
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2020'AN
02/06/2020
20:44 M.E.C. û F.A. hatin girtin
20:34 22 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
18:38 Polîsan mudaxileyî Rêxistinên Ciwanan kir
16:46 DBP: Raperîna Amerîkayê hêrsa li dijî cudakariyê ye
16:43 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
16:33 1273 kesan bang li Tîmtîk û Unsal kirin
16:30 Polisan nehişt ku ji bo Bariş Çakan daxuyaniyê bidin
16:16 ÎHD: Raporan li ber ber çav bigirin û girtiyên nexweş berdin
16:06 48 rêxistin û şexsiyet: Gelê kurd êdî êrişên li dijî zimanê xwe qebûl nake
15:20 Li Agiriyê di mehekê de 3 mirinên bi guman: Mal bûnê cihê cinayetê
15:11 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Talûke didome
15:07 Dozgîn Temo nehat berdan
14:53 Siyasetmedarê Kurd Muhsîn Melîk bi bîr anîn
14:33 ‘Dev ji zimanê cudakariyê berdin’
14:17 Xwendekarên YYU'ê Bask-Der ava kirin
13:51 M.E.C. ê îşkence lê hat kirin derxistin edliyê
13:49 Hevseroka KESK'ê: Em nabin karmendên serî ditewîne
13:40 Ji bo Bariş bi kurdî gotin
13:36 Dolmişvanan li endamên komîsyona îhaleyê dan
13:33 Li Enqerê 391 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
13:13 Cendirmeyan meşa BTS'ê ya Enqereyê asteng kir
12:30 'Zêdebûna tundiya polîsan ji ber bêcezakirina polîsan e'
11:57 Walîtiyê destûr neda konsera Grûp Yorûm
11:50 ‘Divê ji bo girtiyên nexweş yasa were guhertin’
10:19 Nîhat Çakan: Lê belê muzîkek heye
09:33 Çiyayê Eregê qada debar û jiyanê ye
09:23 2 leşker mirin
09:09 Karkerên ku qeyûm wan mexdûr kiriye: Bila êdî ev îşkence bi dawî bibe
09:08 Hem bazar hem jî ber deriyê malê qedexe kirine
09:08 Der barê Dayika Aştiyê de 106 heb lêpirsîn
09:07 Prof. Tolûnay: Mudaxileya li xwezayê wekî bûmerangê ye
09:06 Pîrê: Hikûmeta Tirkiye li Sûriye şikest vegere dê perçe bibe
09:06 ROJEVA 2'Ê HEZÎRANA 2020'AN
01/06/2020
20:30 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 563
19:02 Her 3 kesên ku Bariş Çakan kuştin hatin girtin
17:38 Kal û pismamên Bariş Çakan: Ji ber muzîka kurdî hat kuştin
17:10 ÎHD: Destûr nayê dayîn ku gora komî were lêkolînkirin
16:47 Bariş Çakan spartin axê
15:49 Ji Colemêrgê berteke li dijî kuştina Bariş Çakan
15:20 HDP'ê helwesta xwe aşkere kir: Emê bi hev re têbikoşin
15:19 Dayika Karaman li ber dadgehê daxwaza edaletê kir
14:57 Partiyên Yekitiya Niştimaniya Kurd: Tirkiye ji bo çareseriyê asteng e
14:52 Li Wanê çayxane têje bûn
14:39 Malbata Kartal: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:20 Kesekê Nûrcan Polat kuşt hat girtin
14:19 Ji sedî 95'ê bereketa çotkaran weşiya
14:11 Rêxistinen pîşeyî: Tê xwestin muxalefet bê bêdengkirin
14:10 Di serdana gunde 56 kes bi vîrûsê ketin
14:08 Ji parêzeran vedişêrin, bi medya îqtîdarê re parve dikin
14:01 Li Amedê pêvajoya ‘asayîbûnê’ dest pê kir
13:16 Komeleya Rosa rapora xebatên xwe parve kir
13:14 Bi deh hezaran muzîsyen tevlî kampanya ji bo Ocalan bûn
13:11 Gelo bi copê tecawizî M.E.C. kirin?
13:01 Heman îşkence û heman wêne!
12:51 Ji bo gora komî Kerboranê daxwaza lêkolînê hat kirin
12:27 Ji bo cenazeyên li Kîlyosê bang li Meclîsê kir