Der barê Dayika Aştiyê de 106 heb lêpirsîn

  • rojane
  • 09:08 2 Hezîran 2020
  • |
img

AMED - Havva Kiran (65) ku di lêpirsîna der barê Komeleya Jina ya Rosayê de hatibû binçavkirin û paşê hatibû berdan, heta niha 5 caran hatiye binçavkirin û der barê wê de 106 lêpirsîn hatine destpêkirin. 

 
Di 22'yê Gulanê de di çarçoveya lêpirsîna der barê Komeleya Jina ya Rosayê de 18 kes hatibûn binçavkirin. Yek ji van kesan jî Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran (65) e. Kiraan, piştî hat binçavkirin bi şertê "hepsa malê" hat berdan û ji bo şertê hepsa malê bê rakirin bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da. 
 
5 CARAN BINÇAVKIRIn, 106 HEB LÊPIRSÎN 
 
Kiran ku bi salan e ji bo aştiyê têdikoşe, nexweşîna tansiyon, şekir û nerihetiya dilî pê re heye. Kiran, bi tena serê xwe dijî û heya niha ji çoka xwe du caran emeliyat bûye. Her wiha heya niha 5 caran hatiye binçavkirin û der barê wê de 106 lêpirsîn hatine destpêkirin. 
 
Kiran, anî ziman ku 2 meh in ji mal derneketiye û got, gava polîsan avêtiye ser mala wê li gor mesafeya fizîkî tev negeriyane û ji bo avêtina ser malê jî got a hatiye kirin "bêhiqûqîtî" ye. Kiran, destnîşan kir ku di dema avêtina ser malê de polîsan çek spartiye wê û got, polîsên birûpoş gava dîtine bi tenê ye li ber derî sekinîne û 9 polîs jî ketine hundur dest bi lêgerînê kirine. Kiran, diyar kir ku piştî lêgerîn qediyaye, dîsa talîmat ji polîsan re hatiye û cardin li nav malê geriyane û got, di lêgerîna duyemîn de heya bi nav beharatan jî mêze kirine û hard dîskeke ku ne aydê wê ye hatiye dîtin. 
 
Kiran, bilêv kir ku xwendin û nivîsandina wê tuneye û çendî ku ji polîsan re gotiye, hardîsk ne a wê ye jî polîsan bi zorê xwestiye girtekê pê bidin îmzekirin û got: "Nizanim di hundirê dîskê de çi hebû. Nikarim komputerê bi kar bînim. Xwestin kaxezekê bi min bidin îmzekirin ku zirar nedane malê. Min qebûl nekir û îmze jî nekir." 
 
BI ENDAMTIYÊ Û ÇÛYÎNA ŞÎNÊ HATIYE SÛCDARKIRIN 
 
Kiran, anî ziman ku li emniyetê 5 saetan îfade daye û got: " Ji min re gotin, tu endamê Komeleya Jina ya Rosayê yî. Ez ne endama komeleyê me, ez di Meclîsa Dayikên Aştiyê de me. Em rêxistineke civakî û sivîl in. Beşdarbûna daxuyaniyên komeleyê ne sûc e. Em bi tiştine pûç, komîk hatin tawanbarkirin. Ji min re gotin, 'Heyva Sor pera ji te re dişîne, tu alîkariya ên çiyê dikî.' Heger li holê pereyek hebe, divê dekontek wê, fîşek wê hebe. Gotin, kurek te tev li YPG'ê bûye. Belê di dema pêvajoya Kobaniyê de kurê min tev lê bû. Lê nizanim sax e an miriye. Ji xwe ji roja ku kurê min çûye heya niha sê caran qereqolê gazî min kiriye. Ji ber çûme şîna gerîlayan, hatim sûcdarkirin. Gotin, 'çima hûn ji wan re dibêjin şehîd.'" 
 
'ÇALAKIYÊN ME NE SÛC IN' 
 
Kiran, anî ziman ku tiştên pê tê sûcdarkirin qebûl nake û got, çalakiyên wan ne sûc in. Kiran, got: "Heger kesek jiyana xwe ji dest dabe, êdî hesab di navbera wî/ê û Xwedê de ye. Civak jî wî/ê wekî şehdî qebûl dike. Çûna şînê, fatîhexwendin ne sûc e. Armanca me dayikan, em pêşî li mirinê bigirin. Ez dayikek aştiyê me. Em rêxistineke civaka sivîl in. Tevlîbûna daxuyaniyên saziyên legal ne sûc e. Heger îllegal me, nexwe çiam destûr dan ku bê vekirin." 
 
Kiran, diyar kir ku "Xelata Aştî, Dsotanî û Demokrasiyê" ya ku Odeya Bijîşkan a Amedê daye Dayikên Aştiyê û beşdarbûna wê ya Civîna Danasîna Namzetên Hevşaredariyê jî sûc hatiye hesibandin. Kiran ji bo van sûcdarkirina got: "Pergala hevserokatiyê azadiya jinê ye. Jin, hebûna cîhanê ye. Gava di saziyan de jin tunebin, wê tu pergal bi rê ve neçe. Lewma jin li kuderê bin, em jî bi kitanên xwe yên spî li wir in." 
 
Her wiha Kiran, anî ziman ku axaftinên wê yên der barê yekîtiya neteweyî de jî jê hatine pirsîn. 
 
Kiran, bilêv kir ku di binçavan de jê pirsîne "Çima te 8 kîs birinc xwestiye" û got: "Erdê birincê yê zavayê min heye. Ji ber ku birinca wan baş e, dayikan xwest bikirin. Vê yekê jî kirin delîla sûc. Em Meclîsa Dayikên Aştiyê li komeleyê xwarina xwe çêdikin." 
 
'ÇIMA NEÇÛYÎ SERDANA KESÊN LI BER AVAHIYA HDP'Ê?'
 
Kiran, anî ziman ku di binçavan de jê hatiye pirsîn ku çima neçûye serdana kesên ev demeke li ber avahiya HDP'a Amedê ne û got, ji bo tevî malbatên li wir li dijî şer bang bikin çûne partiyê, lê belê polîsan ew asteng kirine. 
 
‘BILA LI XWE MÊZE BIKIN' 
 
Kiran, destnîşan kir ku ew kesek e extiyar û nexweş e, loma binçavkirina wê neqanûnî ue û got: "Li DYA'yê polîsan kesekî siyasî kuştiye. Tirkiyeyê jî bertek nîşan daye. Reng, deng çi dibe bila bibe tu kes mirineke wiha heq nake. Divê mirov hinekî li xwe mêze bike. Divê mêze bike, gelo ez çi tînim serê gelê xwe. Kurd ji fezayê nehatine. Em mirovên vê axê ne. Me ev muamele heq nekiriye. Hê jî dengê Dilgeşê ku tevî diya xwe di binçavan de di guhê min de ye. Girtina wê dayikê şerma vê dewletê ye." 
 
Kiran, destnîşan kir ku heya ev şer hebe wê dayik ji bo aştiyê bitêkoşin û got: "Dayik ji bo mirinê zarokên xwe mezin nekirine. Dayik, ji bo ku zarokên wan bijîn têdikoşin. Zarokên kurdan ne evîndarê çekê ne, evîndarê azadî û biratiyê ne. Ên tên kirin ji bo tunekirina krudan e. Lê êdî kurd şiyar bûne. Gava dayik zarokê xwe sipêre axê dibêje 'ez azadiyê dixwazim', divê ji peyama van dayikan şerm bikin. Wê dayik ji bo zarokên wan nemirin tim û tim bitêkoşin." 
 
Kiran, destnîşan kir ku bi salan e bi van zext û zoriyan re rû bi rû dimîne, lê belê ji van zextan antirse û got: "Ji çokên xwe emeliyat bûme. heger hiqûq hebe, wê îtiraza me bê qebûlkirin. Lê heger hiqûq tunebe, wê neyê qebûlkirin û ez ê bêm girtin. Ez bi tena serê xwe dimînim. Kesek jî tuneye biçe ji min re nanekî bikire." 
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel - Cahît Ozbek
 

Sernavên din

04/06/2020
11:21 ESÇEVDER: Talankirin û wêrankirinê bi zagonan rewa dikin
11:16 Deriyên sînor ên Iraq û Îranê vebûn
10:51 Lîsa Çalan: Navê her kesê di dosyeyê de derbas dibe divê were darizandin
10:16 Grup Yorum: Bi qedexeyan hûnê nekarin me bêdeng bikin
10:12 Binçavkirina 7 kesên li Dêrikê 4 rojên din zêde kirin
10:00 Parêzeran di 10 salan de 962 serlêdan kirin, lê tenê 5 caran hevdîtin kirin
09:58 Temellî: Tundiya aboriyê li Kurdistanê qat qat zêdetir bû
09:03 Tiryakî: Êdî em ê jî bêjin qaşo walî
09:03 'Îşkencekar êdî aşkere îşkenceyê dikin'
09:03 Karkerên çandiniyê: Şewb heye, lê mecbûr in bişixulin
09:03 Bi çandiniyê bêhna wan dertê
09:03 Surucu: Îqtidar ji bo pêkanînên DEDAŞ'ê xwe li kerîtî û korîtiyê datîne
09:03 Gora komî ji bo xizmên windayan bû cihê hêviyê
09:03 'Di 2015'an de jî mizgeft hilweşandibûn'
09:00 ROJEVA 04'Ê HEZÎRANA 2020'AN
07:35 Malbatan ji bo zeviyê şer kirin: 3 kes ji hev kuştin
03/06/2020
20:20 Daneyên dawî yên Covîd-19'ê: 24 mirî, 867 pêketî
17:18 Meclîsa Ciwanan: Hikûmeta desthilatdar polîtîkayên îmha û înkara Kurdî didomîne
16:38 Ji bo Bariş Çakan ‘Zimanê Kurdî’ strandin
15:50 Ji bo parêzerên di rojiya mirine de piştgiriya navneteweyî
15:49 Jinan ji Şirnexê bang kir: Ku zulum hebe berxwedan jî heye
15:22 Ji bo Kavala bang li KE’yê kirin: Peyamek zelal bidin Tirkiyê
15:11 Ewil îxbar kir û piştre xistin feqê: Kesekî jiyana xwe ji dest da
14:49 Beştaş: Di bûyera Çakan de gumanên me hene
14:45 Hêzên Rejîma Îranê kolberek din kuşt
14:25 Ji Walîtiyê daxuyaniya ‘îşkenceyê’: Kuçik refleks nîşan daye
13:26 'Karantîna êdî zilm e'
13:08 Tirkiye ava Firatê ji ser Rojava kêm kir
12:26 Zêdebûna şewba Covît-19 a li Amedê birin rojeva meclîsê
12:25 Çalakiyên li Amerîkayê qedexeyan guhdarî nakin
11:55 Rêwiyên M4 bi karwanî diçin û tên
11:21 Li warê windayan gora komî hat dîtin: Hestî aydê kê ne gelo?
10:04 Polîs tevî kuçikên xwe ketin hundir û îşkence kirin
09:50 Walîtiyê qedexeya derketina derve ya li Bedlîsê berfireh kir
09:34 Tenê beşek pêşmerge ji Zînî Wertê vekişandin
09:28 Li Gundê Gozelî 59 kes bi şewba Covît-19 ketin
09:27 OHD: Li Licê 250 gor hatine rûxandin
09:11 Êrîşa li goristanan: Armanc bîra civakiyî ye
09:10 Ç.B.: Min hêz ji piştgiriya jinan girt
09:07 Civaknas Sûstam: Li Tirkiyeyê nîjadperestî sûc nayê hesibandin
09:07 Îdiayên ku Bekir Kaya dan girtin pûç bûn
09:07 Şaredariya Giyadînê bênavber dixebite
09:07 Pereyê ku bankayê neda wî ji PTT’ê stend
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2020'AN
02/06/2020
20:44 M.E.C. û F.A. hatin girtin
20:34 22 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
18:38 Polîsan mudaxileyî Rêxistinên Ciwanan kir
16:46 DBP: Raperîna Amerîkayê hêrsa li dijî cudakariyê ye
16:43 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
16:33 1273 kesan bang li Tîmtîk û Unsal kirin
16:30 Polisan nehişt ku ji bo Bariş Çakan daxuyaniyê bidin
16:16 ÎHD: Raporan li ber ber çav bigirin û girtiyên nexweş berdin
16:06 48 rêxistin û şexsiyet: Gelê kurd êdî êrişên li dijî zimanê xwe qebûl nake
15:20 Li Agiriyê di mehekê de 3 mirinên bi guman: Mal bûnê cihê cinayetê
15:11 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Talûke didome
15:07 Dozgîn Temo nehat berdan
14:53 Siyasetmedarê Kurd Muhsîn Melîk bi bîr anîn
14:33 ‘Dev ji zimanê cudakariyê berdin’
14:17 Xwendekarên YYU'ê Bask-Der ava kirin
13:51 M.E.C. ê îşkence lê hat kirin derxistin edliyê
13:49 Hevseroka KESK'ê: Em nabin karmendên serî ditewîne
13:40 Ji bo Bariş bi kurdî gotin
13:36 Dolmişvanan li endamên komîsyona îhaleyê dan
13:33 Li Enqerê 391 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
13:13 Cendirmeyan meşa BTS'ê ya Enqereyê asteng kir
12:30 'Zêdebûna tundiya polîsan ji ber bêcezakirina polîsan e'
11:57 Walîtiyê destûr neda konsera Grûp Yorûm
11:50 ‘Divê ji bo girtiyên nexweş yasa were guhertin’
10:19 Nîhat Çakan: Lê belê muzîkek heye
09:33 Çiyayê Eregê qada debar û jiyanê ye
09:23 2 leşker mirin
09:09 Karkerên ku qeyûm wan mexdûr kiriye: Bila êdî ev îşkence bi dawî bibe
09:08 Hem bazar hem jî ber deriyê malê qedexe kirine
09:08 Der barê Dayika Aştiyê de 106 heb lêpirsîn
09:07 Prof. Tolûnay: Mudaxileya li xwezayê wekî bûmerangê ye
09:06 Pîrê: Hikûmeta Tirkiye li Sûriye şikest vegere dê perçe bibe
09:06 ROJEVA 2'Ê HEZÎRANA 2020'AN
01/06/2020
20:30 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 563
19:02 Her 3 kesên ku Bariş Çakan kuştin hatin girtin
17:38 Kal û pismamên Bariş Çakan: Ji ber muzîka kurdî hat kuştin
17:10 ÎHD: Destûr nayê dayîn ku gora komî were lêkolînkirin
16:47 Bariş Çakan spartin axê
15:49 Ji Colemêrgê berteke li dijî kuştina Bariş Çakan
15:20 HDP'ê helwesta xwe aşkere kir: Emê bi hev re têbikoşin
15:19 Dayika Karaman li ber dadgehê daxwaza edaletê kir
14:57 Partiyên Yekitiya Niştimaniya Kurd: Tirkiye ji bo çareseriyê asteng e
14:52 Li Wanê çayxane têje bûn
14:39 Malbata Kartal: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:20 Kesekê Nûrcan Polat kuşt hat girtin
14:19 Ji sedî 95'ê bereketa çotkaran weşiya
14:11 Rêxistinen pîşeyî: Tê xwestin muxalefet bê bêdengkirin
14:10 Di serdana gunde 56 kes bi vîrûsê ketin
14:08 Ji parêzeran vedişêrin, bi medya îqtîdarê re parve dikin
14:01 Li Amedê pêvajoya ‘asayîbûnê’ dest pê kir
13:16 Komeleya Rosa rapora xebatên xwe parve kir
13:14 Bi deh hezaran muzîsyen tevlî kampanya ji bo Ocalan bûn
13:11 Gelo bi copê tecawizî M.E.C. kirin?
13:01 Heman îşkence û heman wêne!
12:51 Ji bo gora komî Kerboranê daxwaza lêkolînê hat kirin
12:27 Ji bo cenazeyên li Kîlyosê bang li Meclîsê kir