SÊRT - Li Berwariyê, di encama qulipîna maşîneya zirxî ya diçû operasyonê de, ji 9 leşkerên birîndar bûn 2 jê jiyana xwe ji dest dan.
Maşîneya zirxî ya duh diçû operasyona li Gundê Dogan a navçeya Berwarî ya Sêrtê hatibû dest pê kir, di ketina navçeyê di kendal de qulipî. 9 leşkerên di maşîneyê de birîndar bûn. Leşkerên birîndar rakirin bi helîkopteran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Ji leşkerên birîndar bûn 2 jî jiyana xwe ji dest da. Rewşa leşkerê jî girane. Dermankirina leşkeran a li nexweşxaneyê dewam dike.