AMED - M.E.C. û 2 kesên bi wî re bi hinceta kuştina polîsekê li Amedê hatibûn binçavkirin, sewqî edliyê hatin kirin.
Lêpirsîna dozgeriyê ya derbarê karmendê polîs Atakan Arslan ê li Taxa 5 Nîsanê ya navçeya Rezan a Amedê hat kuştin de, dewam dike. Di çarçoveya lêpirsînê de M.E.C, M.A. û F.A, hatibûn binçavkirin û li Miduriyeta Polîsan a Amedê dihatin girtin. Piştî her 3 kesan îfade dan sewqî Edliya Amedê hatin kirin. Ji bo dosyeya her 3 kesan biryara "nepeniyê" hat dayîn. Her 3 kes bi îdîaya "Bi zanebûn kuştinê" tên sûcdarkirin.
M.E.C ê hatibû binçavkirin, li midûriyeta polîsan îşkence lê hatibû kirin û wêneyên wî yên dema îşkence lê dihat kirin, li ser medya civakî hatibû parvekirin. Bi vî awayî derketibû holê îşkence li M.E.C. hatiye kirin.