Tiryakî: Êdî em ê jî bêjin qaşo walî

  • rojane
  • 09:03 4 Hezîran 2020
  • |
img

ÊLIH - Parlementerê HDP'ê Mehmet Ruştu Tiryakî, êrîşên li ser HDP'ê nirxandin û ji bo daxuyaniya Waliyê Êlihê ku gotibû "qaşo hevserok" got: "Ji niha û pê ve em ê jî bêjin qaşo qeyûm, qaşo walî."

Polîsan di 29'ê Gulanê de avêtibû ser avahiya HDP'ê ya Êlihê û Hevserokên HDP'a Êlihê Omer Kûlplû û Fatma Ablay binçav kiribûn. Paşê her du hevşaredar bi şertê "qedexeya derketian derveyî welat" hatibûn berdan. Lê belê yek ji tişta ecêb jî daxuyaniya Walîtiya Êlihê bû ku ji bo hevserokan gotibû "qaşo hevserok."
 
Parlementerê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî anî ziman ku her diçe zext û zoriyên li ser partiya wan zêdetir dibin û got, ev jî ji ber ku her diçe AKP lawaz dibe. Tiryakî, bilêv kir ku ligel hemû zext û zoriyan jî qabîliyeta siyasî ya HDP'ê îqtidarê ditengijîne. Tiryakî, anî ziman ku yek ji bivê nevêya civakên demokratîk partiyên siyasî ne û got: "Tenê hebûna partiyên siyasî wê nikaribin welat demokratîk bikin. Heger ew partî bi awayekî azad karibin siyasetê bikin wê welat demokratîk bibe. Ji ber êrîşên hovane yên polîsan em nikarin li ber avahiya partiya xwe daxuyaniyekê bidin. Lê em ê li ber avahiya partiya xwe bikin û em naxwazin bi qasî serê derziyê jî zirar bigihê endam û rêveberikî/e me. Vê hesasiyeta me xelet tê fêmkirin. Dibên qey daxuyaniyên me tabiî destûrê ne. Halbûkî hevdîtinên meyên bi polîsan re sirf ji bo zirar negihê hevalên me em bi wan re dikin. An jê HDP ji bo xebatên xwe destûrê ji kesî nagire. Ne ji îqtidarê ne ji waliyê hatine tayinkirin."
 
'QAŞO WALÎ'
 
Tiryakî, destnîşan kir ku bi dorpêça polîsan daxuyaniya wan a ji bo çapemeniyê hatiye astengkirin û ji bo zextên li ser HDP'ê got, "bêhiqûqîtî" ye. Tiryakî, anî ziman ku ew partiyeke demokratîk û şefaf in û ji bo binçavkirina hevserokên bajêr got: "Radibin ji bo wêneyan davêjin ser avahiya partiyê û dibêjin 'materyal hatin bidestxistin.' Tişta jê re dibêjin materyal jî pirtûkên ji bo xwendinê ne. Pêşî hevalên me bi sûcdarkirina endamtiya rêxistinê îfade dan, wisa xuyaye dozger jî qaneh nebû loma ew berdan. Em partiyeke demokratîk û şefaf in, her kes dizane."
 
Tiryakî ji bo daxuyaniya Walîtiya Êlihê jî ku ji bo hevserokên bajêr gotibû "qaşo hevserok" bibîr xist ku bi têkoşîna HDP'ê pergala hevserokatiyê di qanûna partiyên siyasî de cih girtiye. Tiryakî got: "Hevalên me di hilbijartinê de hatine hilbijarrtin. Gotina 'qaşo' bêhurmetî, bêrêzîtî, hayjixwetunebûn e. Ji niha û pê ve em ê jî bêjin qaşo qeyûm, qaşo walî. Heger mesele hevserokatî be, em dikarin gelek tiştan bêjin. Gotina 'qaşo' tê wateya nenaskirina qanûnê. Kes nikare muameleyeke bêqanûnî li hevserokatiyê bike. Hevserokatî yek ji xetên me yên mor e."
 
MA / Metîn Yoksû

Sernavên din

06/06/2020
15:00 Di Gulanê de 156 karker mirin: 29 karker bi Covît19 mirin
14:53 Bûldan: 26 sal in qatil di nava me de ne
14:41 Operasyona QSD'ê ya li diji DAIŞ'ê didome
14:13 Cenaze xistin baxaca maşinê û li gundan gerandin
Zarok jî di navde 7 welatî bi îşkenceyê binçav kirin
13:38 Girtiyê nexweş bi nivînan ve kelemçekirî kemoterapî kirine
13:37 ÎHD'ê xwest girtiyê nexweş Şaşmaz berdin
13:33 Xizmên windayan aqûbeta Aydogan pirsîn
13:32 Derket holê ku tundî li Çakir hatiye kirin
13:19 Şivanê ciwan di Çemê Zilanê de xeniqî
13:04 'Leyla Guven remza berxewdana jinan e'
12:34 Li Çinarê 2 jê cerdevan 8 kes hatin girtin
12:20 HDP’ê biryar girt ku bimeşe Enqereyê
12:01 Xebata Tifaq a Kurdîstanî: Xistina parlamenteriya parlamenteran têkçûna demokrasiyê ye
11:35 Li Îzmîrê dengek hevpar: Em bi hev rê têbikoşin
11:34 Demirtaş xwest herkes li dora HDP’ê bibin xelek û glok
11:33 Colemêrgiyan: Leyla Guven vîna me ye
09:53 Hatîp Dîcle: Tu feydeya tirsê tuneye
09:44 Polîsan 10 kes li Edeneyê binçav kirin
09:39 Her sal 200 cotkarên Hewagê dest ji çandiniyê berdidin
09:30 Nivîskar Hamît Dilbahar serbest berdan
09:11 Armanca wan li kuçeyan piştevaniyê xurtir bikin
09:10 Esnafên Wanê: Rewş qet nebaş e
09:10 Tirkiye nahêle raporên der barê îşkenceyê de bên aşkerekirin
09:06 ‘Bi zêdekirina erka notirvanan armanc serweriya li ser kuçeyan e'
09:06 ‘Bila hemû malbat serlêdana sûc bikin'
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:08 Li Rihayê çalakî qedexe kirin
08:00 Jinek li Bagcilarê kuştin
07:47 Dadgehê 6 gundiyên Şêba Jêr girtin
05/06/2020
22:10 Berberoglû yê CHP'î hat berdan
21:42 Li Meletiyê erd hejiya
21:33 Guvenê peyamek şandiye: Têkoşîn li ku be ez ê li wir bim
19:57 18 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:52 Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Em ê bitêkoşin heta dawiyê
19:34 Li Amedê bîranîna 5’ê Hezîranê
16:04 'Em li dijî talankirinê xwezayê hembêz bikin'
15:43 Muxalefeta Çep: Em ê ji faşîzma AKP-MHP’ê re bêjin rawest e
15:00 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:55 Li gelek bajaran 'darbe' şermezar kirin: Berxwedan jiyan e
14:54 Mahmut Alinak: Tarî zêdetir dibe
14:16 Li Semsûrê 4 kes hatin binçavkirin
14:06 Nûçegîhanê MA'yê ji ber nûçe çêkir li wî lêpirsîn vekirin
13:45 Dayika du zarokan li nava kolanê hat kuştin
13:26 Baroyên herêmê berteka hevpar nîşan dan: Em qebûl nakin
13:08 Ji HDK'ê peyama Roja Derdorê ya Cîhanê: Ji xeynî berxwedanê çare nîne
12:49 KESK: Îqtîdar vîna welatiyan binpê dike
12:47 Hiqûqzan: Li benda AYM’ê nesekinîn, biryar cudakariye
12:37 Polîsan li Amedê piştî daxuyaniyê êrîşi girsê kir
12:26 Kesek li Cizîrê hat binçavkirin
12:23 Piştî operasyonê herêm hat qedexekirin
12:20 TJA: Leyla Guven vîna jinan e
12:15 Waniyan: Ma eve vîna sindoqan?
11:51 Zarokê 14 salî di Çemê Êlihê de xeniqî
11:43 An wekîlên Kurd digirin anjî qeyûm tayîn dikin û hevşaredaran digirin
11:42 Li Meclîsê li dijî darbeya 3’yemîn meşiyan: Em ê çok ne danîn erdê
11:40 DFG: 105 rojnameger girtî ne
10:25 ‘Walîtî dixwaze ser îşkenceyê binuximîne, lê delîl di destê me de hene’
10:09 Guven: Ji xeynî berxwedana li dijî faşîzmê şensek din tune
10:00 Parêzeran bertek nîşan da: Dixwazin baroyên spî ava bikin
09:08 Di 3 mehên dawî de 2 hezar û 125 jin serî li xeta îxbarê dane
09:07 Hêdî hêdî dest bi berhevkirina qatixên xwe dikin
09:06 Li ber avahiya HDP'ê rûnişt li şaredariyê dest bi kar kir
09:05 Bi qenala 60 sal berê avdaniyê dike
09:00 ROJEVA 5'YÊ HEZÎRANA 2020'AN
08:24 Dê li 15 bajaran derketina derve qedexe bikin
07:53 Aydenîz: DAIŞ'ê diparezin, lê demokrasiyê naparêzin
00:24 Hevseroka KCD'ê û Wekîla HDP'ê Leyla Guven û Musa Farisogullari hatin girtin
00:13 Wekîlê CHPê Enîs Berberoglu hat girtin
04/06/2020
23:06 Hevseroka KCD'ê û Wekîla HDP'ê Guven binçav kirin
22:12 Wekilê HDP'ê Farisogullari binçav kirin
20:44 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 630
19:03 DBP: AKP-MHP'ê careke din piştrast kir ku lingê siyasî yê FETO'yê ne
18:44 Meclîsa Jina ya HDP'ê: Leyla Guven vîna me ye
16:57 'Li Meclisê darbe heye'
16:47 Li Giyadînê jinek bi awayek gumanbar mir
16:35 KCD: Vîna gel nayê darizandin
16:23 Navê 3 parlamenteran ji malpera meclîsê rakirin
16:01 Meclîsê parlamenteriya Leyla Guven xist
Leyla Guven: Berxwedan Jiyane
15:28 'Jimartina eskerî' li ser Girtîgeha Kirşehîrê ferz dikin
15:00 Sancar: Em ê plana çalakiyên demokratîk pêş bixin
14:43 Rêxistinên elewiyan tundiya polîsan şermezar kirin
14:20 M.E.C: Ez tazî kirim û bi copan îşkence kirin
14:12 Endam û rêveberên BTS’ê li Enqereyê ne: Em sirgûnan qebûl nakin
13:48 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:39 Komên çekdar bav û 3 kur kuştin
13:33 Ji bo cenazeyên ku li peyarêyê hatibûn veşartin gilî hat kirin
13:25 Li Amedê hejmara nexweşên şewba coronayê zêde bûye
12:49 QSD`ê li Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞ`ê operasyon pêk anî
12:03 Yenî Yaşam di 8'ê hezîranê de dîsa li bayiyan e
11:52 Qarantînaya li Weysel Qeranî bi dawî bû
11:45 Piştî şewbê rewşa aboriyê: Dê betalî derkeve 11,7 milyon kesan
11:28 Muxalefet li dijî yasaya notirvaniyê bi bertek e
11:21 ESÇEVDER: Talankirin û wêrankirinê bi zagonan rewa dikin
11:16 Deriyên sînor ên Iraq û Îranê vebûn
10:51 Lîsa Çalan: Navê her kesê di dosyeyê de derbas dibe divê were darizandin
10:16 Grup Yorum: Bi qedexeyan hûnê nekarin me bêdeng bikin
10:12 Binçavkirina 7 kesên li Dêrikê 4 rojên din zêde kirin
10:00 Parêzeran di 10 salan de 962 serlêdan kirin, lê tenê 5 caran hevdîtin kirin
09:58 Temellî: Tundiya aboriyê li Kurdistanê qat qat zêdetir bû
09:03 Tiryakî: Êdî em ê jî bêjin qaşo walî