NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameya Yenî Yaşamê ragihand ku dê ji 8’ê hezîranê şûn ve derbasî çapa kaxiz bibe.
Rojnameya Yenî Yaşamê ji ber vîrûsa koronayê (Covîd-19) beriya niha bi demekê çapa xwe ya kaxiz rawestandibû. Rojnameya ragihand ku dê ji 8’ê hezîranê şûn ve derbasî çapa kaxiz bibe û wiha got: “Dîsa silav… Yenî Yaşam wê ji roja duşemê 8’ê hezîranê ve dîsa li bayiyan be. Kirînê ji bîr nekin!”